EM JI ÞÎRÊ TIRSÊ FIRÞIK BÛNE
Dîrok: ÇáÃÍÏ 06 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



LAZGÎN DÊRÛNÎ

Em gilî û gazindên xwe ji kê dikin
Em li kê dikin hewar û gazî da bi meve werin
Em ji kê mafên xwe dixwazin da bidin me
Maf ji asîmana nayên xwar wek baranê.
Maf li erdêne ,di nav lingên medene,li ber destên mene,li ber çavên mene,lê hinek kar û xebata rast û dirist divê,hinek viyan divê ji bo biryareke dirist werê  sitandin,biryareke ji dil û can û bi mêranî.


Lê ka ew serok û rêber û rêzan û kesên kû karibin bi mêranî û zanebûn serkêþiya millet bikin.
Pêþewa dîrokê çêdikin û ji wanre dibêjin:pêþewên dîrokî.di dîroka kurdên sûrîde pêþewa û serok û rêber ne rabûne heta roja îro ,ji vê yekê firaza me xwiya nakê,bav û kalên me ti ked ji mere nekirine û ti bingih ne danîne da kû em li ser rawestin û li ser avakin,bav û kalên me nîrê zilm û zorê ji ser milê xwe ne rakirbûn,ew dibin barê tirsêde mirin,û em ji þîrê tirsê firþik kirin, em kurê tirsêne ,em ji ber mafên xwe direvin û piþta xwe didinê,em li ser xewnan hêviyên xwe girêdidin.
Di bawerya min de kû sed rewþ werin guhertin û sed derfet werin û herin,em bi vî reng û þêweyê îro dibê tiþtekî bi ser naxin.
Kurdên rojavayê KURDISTANÊ xwe bi hêviya partiya ve hiþtine û partiyan jî xwe bi hêviya hêviyan ve hiþtine,weke tê gotin:yê li hêviya yarê ma bê wêrt.
6/5/2012







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2982