Emer Isma`Îl
Kale mêrek di bin sir û seqema
Zordariyê de dilerizî
Û bi ser kopalê xwe de dihilweþiya
Bi pêl pêlokên demê re dibêje
Kurên min bixwînin .
Perîþanekê kurd dilopê
Baranê xanîk û zincên
Xirakirî di nav þapê de
Bi awirekî kelegirî dibêje
Kurên min bixwînin .
Dayîkek jinobî bê çenk û per
Bi xemla kirasekî pîne kirî
Keziyên keça xwe þeh dike
Û di guhê wê de dibêje ez gorî
Bixwînin .
Pêþmergek ji þoreþa Barzanî
Hate gondê me û li beyarê gund
Got zarokno …ger bixwazin pêxwas nemînîn hûn bixwînin di vê hûn bixwînin…hûn bixwînin .
Di vê rojê de min soz da ez bibim xwenda
Û rojnamevaniyê bi afirînim
Rojname bi perê rojê re naman diþînin
Bayê rojnamevaniyê kevnê rijêma rot dike
Û welata ava dike û landikan dihejînin.
Dema çiya bi ser çiya de vedgivêþin û cîhan dibe
Þikeftek tarî xameya nivîskar çiravê dixwînin .
Dema sîstemên zordar bi hev re dizorin û çavsor dibin û har dibin û çavên rojê kor dikin û Pakrewan bê serî li kolanê vedgotin tenê nivîskar dest dihiltînin û pênûsên xwe bi ser pelên sipî de vedireþînin û navê pakrewana bi tîpên zêrîn dinivîsînin .
Bayê xameya min wek bayê çiya ye
Enîþka kosera kelhên zordara diherifînin
Xwendin gelan ji xewa þêrîn radikin
Û kolanê tejî þoreþvan dikin
Û roja azadiyê diçilvilînin .