Rola rewženbīran di hižyar kirina civakź de (rojname ū ragihandin nimūne)
Dīrok: ĒįĆĖäķä 23 ĆČŃķį 2012
Mijar: Nūēe



Melevan Resûl

Her çendî wežanên rojnamevaniyê divegerin serdemên Imperatoriya Roman ve , di dema Yolyos Keyser de – 60 b.z – bi navê ( Akta diyorna), ango -bûyerên rojane -, her weha bi vî pergalî dewam kir hetanî sala 235z. dema ku fermana çapkirina rojnameyan ketibû ser milê koleyên Imperatorê da ku bi xêzên dest wan jimaran ji hev teraž bikin û di nava girseyên gel de werin belav kirin bi mebesta ragihanida çalakiyên çekdarî û hinek babetên din .


Di sala 1450 z de xwedêdanek kete žopa wežan û belavokên ragihandinê, ew jî xwedêdana teknîka çapemeniyê li ser destê Yohans Gotinberg li bajarê Almanî – Mayinz- bû egera belavbûna rojnameyan bi žeweyekî berferh di nava hemû bežên civakê de , her çendî ew nûbûnek bû kete rojeva çapemeniyê de , lê ew di žopek teng de ma em dikarin bêjin ku rojnameya ( rolasyon ) ango –pêwendî- , yekemîn rojnameya resen li bajarê Strasborg ê di sala 1605an de derçû.
Vêca em werin ser rewža rojnamegeriyê û ragihandinê li kurdistanê da em bibînin ka pižtî çend salan ji nû ev alav kete nava civaka kurd de û rola wê çiqas bi bandor bû.
Rojnameya di kurdistan 1898 an de , yekemîn rojname bû li ser destê mîr Miqdad Bedirxan ve hate çapkirin , pižtî nêzî 300 salan ji nû ve li kurdistanê xwedê da, ew jî li koçberî û welatê mižextiyê hate çapkirin û bi taybet li Qahîre ji ber du sedeman .
1-    Desthilatiya Osmaniyan ber bi aloziya roxandinê ve diçû .
2-    Hatina hêzên Ingilîzî û gurûgež kirina opizisyonê ji bal wan ve li hember desthilata Osmaniyan .
Ji vê yekê rewženbîrên kurd dizanîn rola pozîtîv ya ragihandinê û çapemeniyê di veguherîna ramanê siyasî li hember hêzên dagirkerên Osmanî û herdemî hewldanên hižyariyê li hember wan dikirin bi mebesta rizgarkirina xaka welat .
Di qûnaxên bizava rizgarîxwaza netewa kurd de , rojnamegerî bi pêla serhildana žorežên kurdî gurûgež dibû , yan lewaz û qels dima .
Di serdema me ya îroyîn de gelek alavên ragihandinê peyda dibin bandora wan di veguherîna bîreweriya civakî de diyare , bi taybet ragihamdina çapemenî dihêle ku hižmendiya civakê ber bi doza civakî , siyasî û çandî ve here dema ku dê û bav karibin vê çandê li nik zarokên xwe biçînin û heskirina xwendina çapemeniyê bikin .
di têbîniyê wežanxaneyên Emrîkî de diyar dibe ku mirovên çapemeniyê di zaroktiya xwe de dižopînin , di pažerojê de ew çaktirîn mirovin di xebata civakî û siyasî de .
hemû alavên ragihandinê di seranserî cîhanê de dikevin bin siha berjewend û aydiyolociyan de , xwe ragirtina li ber vê pêla dijwar ji bo parastina nifžên pažerojê , pêwiste perwerdeya heskirina netew û welat werin kirin û derfet newe dan da hemû bežên civakê ber bi mizaxtinê ve neherikin , di serî de fêrkirina zimanê kurdî û di dûv re wežanên ragihandinê di riya pêžkêžkirina bernameyên  zarok , jin , xort , xwenda û gundiyan , di ragihandinên kurdî de werin wežandin û pênasîn ji civakê re da ku karibe bibe bendav li hember pêlên alûzekirinê li dij çapemeniya rež û bedkar û pûçelkirina civaka kurd .
heger em karibin di ragihandina kurdî de van xalan dabîn bikin , hingî civaka kurd bi tevayî wê bi doza xwe û netewa xwe ve were girêdan û heskirina welat peyda bibe .
heskirina ziman, stran,wêje, dîrok , cilûberg , leystok , film , xwendina çapemeniyê , ahing , festîval , çand , huner û korên yarî û yaneyên rewženbîrî , bi hevdû re dibin hêza parastin û dabînkirina civaka kurdî ji riyên vajî û çewt .
tižtek bi hêvî û daxwazan nayê parastin , lê belê bi ked û bizavê derencam dibin , di vê mijarê de wekî hatî niyasîn çiqas rola rewženbîran di ragihandina ramanê netewî de hebû , her weha jî niha ew rol carek din dikeve ser milê rewženbîr û zana û siyasetvanên kurd , ku hemû bi hevre xebatek hevbež bi pêžxînin ji bo parastin û avakirina civakek saxlem û aza , ev erkek sincî ye , exlaqiye , welatperwerî û insaniye , heger ew viya nekin wê civaka kurd ber bi rûxandin û tunekirinê ve rûbirû bimîne û gunehbariya mezin her dimînin para rêçenas û pisporên vî miletî .
18/4/2012







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2960