Yekītiya Nivīskaran xewne!
Dīrok: ĒįĆĶĻ 15 ĆČŃķį 2012
Mijar: Nūēe



Qado Žêrîn

Gelek ji me ne rola xwe dilîzin, ji ber wê em li paž mane, mirovek dikare boriyên soban, çeqmaqan, komputeran, biskilêtan, satalaytan, tv, radyo û saetan û gelek tižtên din çêke û di eynî wextê de dikare siyasetvan, nivîskar, rojnamevan û bilîmet be, ji textorî û enezyariyê jî fam bike.
Bi gumana min ji kêm baweriyê tê dema mirovek ji helwesta xwe nayê xwarê û nikare bêje: wek te ye?.


Ji yên ku ne rola xwe dilîzin re dibêjim: bila bêhna we fireh be nivîskarino taku rêjîm birûxe, daku dezgeh an jî kongirê we rewatiya žoreža azadiyê bistîne û di bin sîwana azadiyê de li dar bikeve, ne di bin sîwana rêjîma Bežar de, bila yek ji encam û serkeftiyên žorežê be û ne ji rewatiya bi çavekî ji dema Bežar be. Eger ana û hîna rêjîma xwînrêj serdest e, çi kongir li dar bikeve rewatiya žorežê nastîne, çimkî li ser pižta žorežê tê ava kirin. Bila žorež bi ser keve wê wextê dê kongir bibe yek ji encam û serkeftiyên žorežê, wê wextê her kes dikare amade bibe, hemû bîr û boçûn dikarin li dor yek bertevê bicivin, her kes dikare xwedî li bîr û boçûnên xwe derkeve. Bêžek wê wextê dê encam bažtir be, dê pirsgirêka derve û hindur jî çareser bibe. Jixwe wê wextê dê nivîskarên tirsonek û bê helwest, ‘’di wexta žorežê de’’, berî yên din amade bibin.
Heçê xwe nivîskar û rewženbîr dibîne, tev li xirecira bi serêžandin a avakirina dezgehan nabe, jêre nexeme kî damezirîne, ew dinivisîne û doza mafê xwe jî nake, ew dikare tenê endam be. Bi gumana min ew kesên bi xirecir ên ku ana toz û terabêlka avakirna yekîtiya nivîskaran radikin, dê nikaribin mafê nivîskaran biparêzin, çimkî ew gelek nivîskaran tune dikin, li aliyekî temaže û guhdarî dikin, ewê nikaribin piraniya nivîskaran di bin sîwanekê de bicivînin, ew kes dê bibin sedema perçebûna nivîskaran, êdî wê mafê nivîskaran di nav dezgehan de winda bibe, incex mîna partiyan li dij hev derkevin, wê wextê dema wan ji parastina mafê nivîskaran re namîne, belkî karibin ji xwe û malbata xwe re tižtekî bi dizî bikin. Ji ber wê gelek nivîskar û ez yek ji wan, emê tev li wan dezgeh û rêxistinên bi xirecir û serêžandin nebin. Li keysebazan sed pîroz û bumbarek be.
Mixabin gelek ketine bezîna avakirin û damezirandina dezgehan, hema çi be xem nake, daku ew dezgeha dîrokî bi navê wan bê tapo kirin, lê jêre nexeme kî tev li wê dezgehê bibe an na, jêre ne derde dezgehek serkeftî û saxlem be an na.
Mixabin ku hin nivîskar jî mîna wan kesan in ku nikarin kesî bipejirînin, nikarin li kesî guhdarî bikin û nikarin ji kesî jî hez bikin.
Ji wan kesan dipirsim: çima di wexta berî žorežê de we ew dezgeh ava nedikir?. Ana li ser pižta žorežê siwar bûne û hop-hop ji wan tê, mêweyê žoreža ku hîna bi serkeftinan ža nebûye, didizin.
Bi gumana min, divê bêhna me hemiyan fireh be, em ewqase sal bê maf û dezgeh mane, em dikarin wextek din jî bimînin taku rêjîm birûxe, û dezgeha ku qažo wê mafê me nivîskaran biparêze damezirînin. Wê derfeta amadebûna hemû nivîskaran çê bibe, ew kongir dê gižtî be, û dê hemû bihaneyan ji bin ziman dirêj û keysebazan bikžîne. Bi gumana min heçê nemîne wê wextê û ji hêla xwe ve seriyên perçebûnan bajo dê ji qestî nemîne daku yekîtiya kurdan çê nebe, her wisa ewê ku nemîne dê nikaribe yekîtiya nivîskar û rewženbîran biparêze. Ta rêjîm nerûxe, ew dezgeh nabe fermî, her wisa dê nikaribe mafê nivîskaran biparêze û bîne cih, ma hûnê mafê nivîskaran ji kê bixwazin û bistînin?. Ji Bežar?.
Wek çilo min di dožeya malpera Welatê Me de nivîsandibû, ana dubare dikim ku çi çaxa rêjîm rûxiya, û rewža nivîskaran bû mîna ya tevgera me ya siyasî, ezê tev li wê xirecirê nebim û nebim hevparê wan sûc û žažiyên dîrokî, çimkî ew dezgeh dê nikaribin mafê min biparêzin, incex wê bikaribin bi hev kevin. Bi gumana min dê gelek nivîskarên wek min tev li wan dezgehên bi serêžandin nebin, belê wê lanetê li xerabxwazan bibarînin.
Eger hat û du dezgeh bi kêmanî çê bûn, pêžî ez û di dûv re bang li hemû nivîskarên baž dikim ku tev li perçebûn û xirecira vala nebin, li mala xwe rûnin, nivîskarî ne bi endametiya dezgehan e. Bila ew ên serhižk ku nikarin li kesekî guhdarî bikin, her wisa nikarin kesî qebûl bikin, ew û jin û zarokên xwe tenê endamên wan dezgehan bin, daku her kes wan li ser rastiya wan nas bike, û lêpirsîna dîrokî tim li ser riya wan be.
Li dawî, ez destê we diramîsim, sola we diramîsim bila bêhna we fireh be, hevûdu tune nekin, hevûdu bipejirînin, li hev guhdarî bikin, ji hev hez bikin û yek dezgeha nivîskaran damezirînin daku em bi we serbilind bin, me nehetikînin, bila nivîskar nebin pêkenok û nimûneya žikestin û têkçûnan.
15ê avrêlê 2012








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2939