Kurd û mafê çarenûsî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 10 ÃÈÑíá 2012
Mijar: Nûçe



Dr. Kamiran Haj Abdo

Piştî ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di kongira xwe ya damezrandinê de (26.10.2011) ji bo çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê mafê çarenûsî di hundir çarçewa welatekî demokrat, piral û nenavend de vebijart, gelek kesan li ser vê babetê nivîsîn û bîr û baweriyên xwe anîn zimên. Gelek şerê wê kirin, hinekan ew pesind kirin, hinekên din jî bi çavekî ne baş li vê yekê temaşe kirin. Loman jî min pêwîstî dît ku ez jî bîr û baweriyên xwe li ser vê baetê bînin zimên û ji xwendevanan re pêşkêş bikim, da ku em tev bi hev re sekoyeke danûstandin û diyalogê li pênawî parastina berjewendiya gelê kurd ava bikin.


Mafê biryardana çarenivîsa neteweyan/gelan (mafê çarenûsî)
Reh û tamarên bîrdoza mafên çarenûsî digihin sedsala 17-ê. Fîlosof Johann Amos Comenius sala 1659-ê pirtûka xwe ya bi navê Gentis Felicitas (bi kurdî: xweşguzariya gel) dinivîse. Di wê pirtûkê de rêzdar Johann Amos Comenius bi nasandina gel dest pê dike û piştre jî 18 pêdiviyên wê xweşguzariyê bi nav dike, di nav wan de jî “desthilatdariya ji gel” heye.
Di sedsala 18-ê de bîrdoza mafê çarenûsî weke serweriya gel tê binavkirin. Filosofê gewre Jean-Jacques Rousseau sala 1762 di pirtûka xwe Contrat social de (bi kurdî: Peymana civakî) bîrdoza serweriya gel tîne holê. Vê ramanê jî (serweriya gel) piştre di şoreşa firansî û di şerê serxwebûna Amarîka de zora ramana ku heya hîngê serdest bû (xanedanî, zadeganî) bir.
Ramana mafê çarenûsî her bi wî navî sala 1914 ji aliyê siyasetvan û şoreşgêr Lenin de tê bilindkirin û piştî Şoreşa Oktoberê tê cîbicîkirin. Her di wê demê de jî serokê Amarîka Woodrow Wilson ev bîrdoz di nexşeriya xwe ya aştiyê de (bernameya 14-xalî) bi nav kir.   
Piştî Şerê Cîhanê yê Didoyê bîrdoza mafê çarenûsî hêzeke xwe ya yasayî û navnetewî distîne, gava ew di peymana Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) de û di gelek belge û birayarên wê rêxistina navnetewî de tê binavkirin. Tevî ku ev bîrdoz bêtirî carekê di peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye bicîkirin, lê ya herî girîng bi baweriya min ew e ku ew di benda yekê, xala didoyê de, ya ku bi aşkereyî mafê çarenûsî wek yek ji armancê Neteweyên Yekbûyî binav dike, hatiye bicîkirin.
Bi ser de jî sala 1966 bîrdoza mafê çarenûsî kate asteke pêwîstiyê (divê pêgiriya welatan pê hebe), gava wê di benda yekê ya herdu Peymanên Navnetewî ya Mafên Mirovî de cih girt.

Îro roj mafê çarenûsî di yasaya navnetewî de li gelek cihan ciyê xwe girtî û ji belgeyekê bêtir mafdariya vî mafê pîroz diçespînin. Hin ji wan yase, biryarname û bendên ku vî mafî destnîşan dikin ev in:
1.  Peymana Neteweyên Yekbûyî mafê çarenûsa gelan (self-determination of peoples) di benda yekê, xala didoyê di nav armancên wê de, herweha di benda 55-ê, 73-ê, 76-ê de jî ev maf hatiye binavkirin. Lê benda herî girîng benda 1-ê, xala 2-ê ye, ya ku bi aşkereyî mafê çarenûsî wek yek ji armancê Neteweyên Yekbûyî binav dike.

2. Di civîna xwe ya 8-ê de Komîteya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, roja 27.06.1952-an biryareke dîrokî di vî warî de wergirt, gava ragihandî ku “her gel û neteweyekê maf heye ku çarenûsa xwe, ango vebijartina rewşên xwe yên siyasî, aborî, civakî û rewşenbîrî bi awayekî azad, bi xwe destnîşan bike.
3.  Biryara 1514-ê ya Neteweyên Yekbûyî, roja 14.12.1960-î, ya ku bi “ragihandina danîna serxwebûnê bo gel û welatên bindest” hatiye binavkirin. Ev ragihandina weha dibêje: Hemû kes xwediyê mafê biryardana çarenûsa xwe ne. Li gor vî mafî jî ew xwediyê wî mafî ne, ku rewşên xwe yên siyasî û pêşveçûna xwe ya aborî, civakî û rewşenbîrî bi awayekî azad destnîşan bikin.”

4.  Birayara 2626-ê ya Neteweyên Yekbûyî, roja 24.10.1970-î, ya ku bi “ragihandina bîrdozên yasaya navneteweyî” hatiye binavkirin. Ev biryara bi aşkereyî dide xuyakirin ku herdu bîrdoz, wekheviya mafan û mafê çarenûsa gelan, ji yasaya navnetweyî re bingehine girîng in.

5.  Benda yekê ji herdu Peymanên Navneteweyî yên Mafên Mirovan, ku bi aşkereyî didin xuyakirin ku “hemû gel xwediyê mafê çarenûsa xwe ne. Bi vî mafî ew bi awayekî azad rewşa xwe ya siyasî û awayê pêşvebirina rewşên xwe yên aborî, civakî û çandî destnîşan dikin…”.

Li ser mafê çarenûsî, wate û cureyên wê gelek rêzdaran nivîsiye. Li vê dawiyê jî rêzdar Jiyan Bedirxan (Navenda YASA), destên wî sax bin, lêkolînek li ser mafê çarensî amade kiri bû (http://www.arras.yasa-online.org/reports/YASA-Special-report.pdf). Loman jî ezê nexwazim di wî warî de careke din dubare bikim. Tenê dixwazim bînim bîra me ku mafê çarenûsî tê wê wateyê ku gel serweriya xwe li ser xaka xwe destnîşan bike. Ango şeweya rêvebirî û çarçeweya xwe ya siyasî û aborî bi vîna xwe ya azad destnîşan bike û vebijêre. Ev jî tê wê wateyê ku yan dewleteke xwe ya serbixwe damezirîne, yan jî ligel miletekî (yan miletine) din yekgirtineke arezûmendane damezirîne, bi şêweyekî ku berjewendiya giştî yan herdu (hemû) aliyan, herweha berjwendiyên tekane yên endam û hêmanên wan miletan bête parastin û pêşvebirin.

Gel çi ye, kî ye?

Berî ku em li ser babeta xwe (Kurd û mafê çarenûsî) rawestin, pêwîstî bi wê yekê heye, ku em, bi kurtî be jî, danasîna gel bi bîr bînin.
Helbet nêrîn û danasînên curecur di vî warî de hene. Lê piraniya wan di xaline girîng de hevbeş in. Eger em vegerin daxuyaniya encama civîna şarezayan ya navnetewî, ya ku li Parîsê di rojên 27–30 Çiriya Pêşîn sala 1989-an de hatiye lidarxistin, emê bibînin ku ew li ser wê yekê gihîştine hev ku “da ku civatek/komek bikari be wek gel bête naskirin, divê ew civata hinek yan hemî van taybetmendiyan di xwe de bicivîne:
–  Bermayîyeke dîrokî ye hevbeş
–  Taybetmendiyeke nijadî yan etnîkî
–  Wekheviyeke rewşenbîrî (çandî)
–  Yekîtiyeke zimên
–  Erdnîgariyeke hevbeş
–  Jiyaneke aborî ye hevbeş
–  Oleke hevbeş (dikare hebe, lê ne merc e)
–  Viyan û wijdaneke hevbeş ya netewbûnê (xwe weke gel dîtin û hestkirin)
–  Hebûna rêxistin û alavên parastin û pêşvebirina hêman û taybetmendiyên wê civatê.”

Guman di wê yekê de hîç nîne ku Kurd yek ji kevintirîn gelên Rojhilata Navîn e, ku heya nuha, tevî hemû mercên neteweyî yên ku wî di xwe de civandine, bê dewlet û çarçeweke siyasî, ku tê de kari be hebûn û taybetmendiyên xwe biparêze û pêşve bibe, mayî.
Gelê kurd, yê ku ji hezar salan û vir de li ser xaka bav û kalên xwe dijî, roleke zor gewre di avakirin û pêşdebirina şaristaniya herêmê de lîstiye. Wî di xwe de hemû pêdivî û pêwîstiyên netewbûnê civandine: ew xwedî dîrok, ziman, xak, kelepûr û wijdaneke hevbeş e. li gor hemû pîvan, peyman û biryarnameyên yasayî yên navneteweyî ew li ser xaka xwe ya dîrokî xwedî mafekî rewa ye, ku bi viyana xwe ya azad paşeroj û çarenûsa xwe bi viyana xwe ya azad destnîşan bike. Ango ew jî mîna hemû gelên cîhanê, li gor yasa û zagonên navneteweyî, xwediyê mafê çarenûs e, ku di wê de, helbet, mafê damezrandina dewleteke kurdistanî ya serbixwe û yekgirtî jî heye. Ev mafa jî, mafê çarenûsî, mafekî pîroz e û di yasaya navnetewî de jî hatiye çespandin.

Lê em nuha vê li aliyekî bihêlin, û em werin ser rewş û derfetên îroyîn, ku gelê kurd di nav çar dewletan de perçekirî ye. Di her dewletekê de jî ew – bi hejmara xwe – bûye hindikahiyeke netweyî. Vêca pirs ew e: Eger gelê kurd bi giştî, ji ber ku wî hemû mercên neteweyî û yasayî di xwe civandine, xwediyê mafê çarenûs e, gelo ma Kurd di hundir her welatekî ji wan çar dewletan, yên ku ew bi darê zorê û bê vîna xwe bi ser wan ve hatine kirin, dê xwediyê çi mafan bin?

Ji bo ku mirov kari be baştir bersiva vê pirsê bide, pêdivî bi wê yekê heye, ku mirov li hin danasîn, yasa, belge û lihevkirinên navnetewî, yên ku bi pirsa gel û hindikahiyên neteweyî ve girêdayî, vegere. Li serê wan jî:
–  Danasîna hindikahiyên netewî di yasaya navneteweyî de
–  Mafên gel û hindikahiyên neteweyî di yasaya navneteweyî de

Weke tê zanîn gelê kurd piştî Şerê Cîhanê yê Yekê bi ser çar dewletan ve, ku ji wan sisê nû hîngê hatin avakirin (Sûriya, Îraq û Tirkiyê), hate dabeşkirin. Vêca piştî ku ew li ser xaka xwe ya dîrokî (di Kurdistanê de) piranî bû, di her dewletekê ji wan dewletan de (Tirkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê) ew, ji aliyê hejmara xwe ve, bû hindikahiyek. Vêca ka di warê yasayî de kurd li van her çar dewletan de çi ne, gel  yan hindikahî ne. Eger hindikahî be jî, ew hindikahiyeke çawa ye?

Di heyama Hevgirêdana Neteweyan de hindikahî bi vî rengî hatine danasîn: Hindikahî komeke ji kesan e, yên ku ji yek nijad, ol yan zimanî ne, ku ji ya piraniya gel di dewleta destnîşankirî de cihê ye. Hindikahî jî du cure ne: 1) kesên dewleteke biyan û 2) kesên heman dewletê.

Wate divê hindikahî bi yekê ji her sê taybetiyan (nijad, ol yan ziman) ji piraniyê cihê be.

Tevî ku gelek danasînên din jî ji heyama Hevgirêdana Neteweyan hene, lê hemû li ser van baweriyan digihin hev: 1) zimanekî hevbeş, 2) çandeke hevbeş û 3) çarenûseke dîrokî ya hevbeş. Ev jî wê yekê diçespînin ku hindikahî hîngê weke gel yan netewe dihate pejirandin, lê ew bê dewlet e. Li ber ronahiya danasîna jorîn hindikahî, bi giranî, sê cure ne: 1) Hindikahiya olî, 2) hindikahiya zimanî û 3) hindikahiya nijadî, ya ku îro roj bêtir weke hindikahiya neteweyî yan etnikî tê binavkirin.
Eger em li yasa, peyman, belge û danasînên curecur yên navneteweyî vegerin, emê bibînin ku hindikahiya netewî bi giranî weha tê danasîn: “Hindikahiya neteweyî xwe bi taybetmendiyên xwe yên nijadî, ango yên biyologî û gênêtîk yên ku di ten de diyar in, û taybetmendiyên etnîkî, ango yên rewşenbîrî û dîrokî, didin naskirin. Herweha hindikahiya neteweyî hêmaneke din jî heye, ku ew jî wijdana hevbeş û viyana siyasî ya serxwebûnê ye.”1 Li gor vê danasînê em dibînin ku hindikahiya neteweyî (ya nijadî-etnîkî) ji gel (milet) pêve ne tu tiştekî din e.
Li aliyekî din rêzdar Heilbronner  dide xuyakirin ku hindikahiya ku di çarçeweke erdnîgarî de, li ser xakeke destnîşankirî wek piraniyekê be û girêdaneke xwe ya dîrokî bi wê xakê re hebe, hîngê ew hindikahiya gel e. Herweha şarezayê Komîta Mafên Mirovan rêzdar Cristesco jî ji bo gel hebûna têkiliya bi xakeke destnîşankirî re wek merc dibîne.
Ji ber wê yekê jî, ku hindikahiyên neteweyî (yên nijadî-etnîkî) statuya gel di yasaya navnetewî de standine, îro roj mafê hindikahiya netewî ji hindikahiyên din cihê ye – ew xwediyê mafê çarenûsî ne jî.
Di belge û lihevhatinên navneteweyî de gelek caran û di pir ciyan de li ser mafên hindikahiyan hatiye nivîsîn. Lê girîngtirîn belge helbet Peymana Navneteweyî ya Mafên Mirovan e (benda 27-ê). Herweha Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan.
Lê tiştê ku ji vê babeta me re pêwîst ew e ku hindikahiyê neteweyî û gel di warê mafên destûrdayî de heman tişt in.

Dibe ku bête gotin ku Kurd, bi hejmara xwe, li her çar dewletên ku Kurdistan di nav wan de perçekirî ye hindikahiyek in. Lewre jî divê ew tenê xwediyê wî mafî bin ku hebûna xwe, zimanê xwe, çanda xwe biparêzin; nebin qurbanên cudahiyê û wekheviyê bi dest xînin. Baş e, ser ser û çavan! Lê divê berî wê em bipirsin, ka Kurd hindikahiyeke çawa ne.

Weke min li jor jî goti bû, Kurd ji hezaran salan de li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn. Di pêvejoya dîrokê de Kurdan ji dot û lawên xwe re ziman, çand, dîrok û wijdaneke hevbeş hêştine. Hemû endamên civata kurd jî bi civata xwe û taybetmendiyên xwe şanaz û serbilind in. Bi ser de jî Kurd li her çar perçên Kurdistanê piraniyek in û ji berê û paşê de, hîn ji berî avabûna van dewletan de, li ser wê xakê dijîn. Loman jî ew xwediyê statuya gel in. Tevî ku ew bi hejmara xwe di herçar dewletan de hindikahî ne, lê ew – eger ew bi hindikahî jî bêne binavkirin – weke “hindikahiyeke neteweyî” li ser xaka xwe dijîn. Lewre jî, herçendî bi hinekan dijwar e ku Kurdan weke gel bi nav bikin, Kurd dîsan bi vê statuyê be jî, li gor şiroveyên ku min li jor anîne zimên, xwediyê mafê destnîşankirina çarenûsa xwe ne.

Em dikarin piştrast bêjin ku gelê kurd, weke çawa ew li ser tevaya xaka Kurdistanê weke gel xwediyê mafê destnîşankirina çarenûsa xwe ye, weha jî ew di hundir her perçakî de jî xwediyê wî mafê pîroz e. Ev maf jî tenê van herdu wateyan dide:
1.  Yekîtiyeke arezûmendane bi gelên din re, yên ku li wan her çar welatan pê re dijî
2.  Serxwebûn û avakirina dewleteke kurdistanî ya cihê.

Îro roj Tevgera Rizgarîxweza Kurd li herçar perçên Kurdistanê daxweza cudabûn û avakirina dewleteke serbixwe, herçendî ev mafekî pîroz û rewa ye jî, nake. Ew doza çareserkirina doza kurd di çarçewa parastina sînorên heyî de dike. Kek Mesûd Barzanî di vî warî, weke nimûne, dibêje: “Me daxwaza dewleteke kurdî ne kiriye. Ez careke dî jî dibêjim me daxwaz ne kiriye, ne ji ber wê yekê ku em damezirandina dewleteke kurdî ji xwe re maf nabînin, û ne ji ber ku me navêt, lê ji ber ku em realîst nabînin. Rewşeke wisa heye, heger em vê durişmê bilind bikin dibe ku ne gengaz be. Me bi xwe ew hêz nîne ku wê bi cih bînin û kes jî pişta me nagire. Reng e ji bo gelê me ziyana wê ji sûdeya wê pirtir be. Me daxwaza mafê Kurdan kiriye û em wî mafî di çareseriyeke federal de dibînin ku ew jî bi biryara parlamentoyeke hilbijartî ye, ku nimînendeya viyana miletê Kurd dike. Vêca ewên ku li dijî damezirandina dewleteke kurdî ne, ew bi keyfa xwe ne. Ev mafekî me ye lê me daxwaz ne kiriye.”2

Heta ku Kurd perçebûn û cudabûnê bixwezin jî, ew tiştekî rewa, destûrdayî û mafdar e. Çunkî ewê ji dewletinan bên perçekirin, ku destlata wan dewletan heta nuha nikarîne ji zor, pest, kuştin, çewsandin û jimafanbêparkirinê tu zimanekî din bi gelê kurd re bibînin; dewletinan ku ji bilî van sînorê destkird û ola îslamî tu hevbeşiyeke din bi wan re nîne.

Eger em vegerin bîrdozên Tevgera Rizgarîxweza Neteweyî ya Kurd, emê bibînin ku ew hertim berve yekîtiya arezûmendane diçe û ji federaliyletê bêtir – di roja îro de – nexwastiye. Lewre jî kurd li her çar perçan jî hêmanên yekîtiya wan welatan in. Herkesê ku vê rastiyê nebîne, yan jî ji wê yekê re ne piştgir be, ku kurd vî mafê pîroz bi dest xînin, stûnên yekîtî û jiyana hevbeş têk dibe. Belê ew, yên ku di riya bidestxistina mafên Kurdan yên rewa de radiwestin û li hemberê dibin bend û kelem, dê yekîtiya van welatan têk bibin, ne Kurd. Belê, toraniyên tirk, şovenîstên ereb û kevneperestên faris, yên ku li hember daxwezên Kurdan radiwestin, civînên hevbeş ji bo vê armanca kirêt li dar dixin û “xêzên sor” li pêş viyan û daxwezên Kurdan datînin, dê derfetê ji jiyaneke hevbeş û yekîtiyeke arezûmendane re nehêlin. Belê ew dê wan dewletên ku Kurd lê dijîn û herêma Rojhilata Navîn bi giştî ji aştî, aramî û hêmeniyê bidûrxînin.

Gelê Kurd li Sûriyê û mafê çarenûsî
Li vir ez dixwazim hinekî li ser biryara Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê rawestim. Vê encûmenê (ENKS), ku nûnertiya gelê kurd li Sûriyê dike û hema bêje hemû partiyên kurd li Sûriyê (ji bilî PYD/PKK-ê) û gelek rêxistin û hevrêzên ciwanan herwekî gelek kesayetiyên serbixwe tê de cî girtine, di kongira xwe ya damezrandinê de (26.10.2011) çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê bi vî rengî anî zimên: “Avakirina dewleteke demokrat, piral û perlemanter li ser bingeha nenavendiya siyasî ku tê de gelê kurd mafê biryardana çarenûsa xwe di hundir çarçewa yekîtiya Sûriyê de bi dest bixe”.
Wate ENKS jî riya yekîtiya arezûmendane pejirand, ne ya cihêbûna ji Sûriyê. Ev rastiya jî di durûşmeya jorîn de (di hundir parastina yekîtiya Sûriyê de) zelal û aşkere ye. Loman jî em dikarin bêjin ku daxwaza ENKS gelek xuya û aşkere ye û ligel yasa û belgeyên navnetewî digunce.
Li hember vê yekê mixabin hinek kes (rewşenbîr û siyastmedarine kurd jî di nav de) hene ku dibêjin:
1.  Mafê çarenûsî tenê wateya perçebûnê dide. Ji lewre jî gava em dibêjin di hundir çarçewa welêt de em bi xwe re dikevin dubendiyekê!
2.  Em Kurd li Sûriyê “hindikahiyek” in. Lewre jî ev maf ji me re dernekave!
3.  Hinek jî dibêjin herêmên kurdî li Sûriyê ji hev cuda ne û yekîtiyeke erdnîgarî peyda nakin, loman jî mafê çarenûsî ji me re dernakeve.

Çi seyr e!
Li ser xala 1-e û ya 2-ê ezê pir ranewestim ji ber bersiva wan li jorê hatiye dan. Tenê dixwazim bêjim ku ew kes - kî dibin bila bibin - ji bîr dikin ku mafê çarenûsî mafê yekîtiya arezûmendane jî di xwe de dicivîne, ne tenê mafê cihêbûn û avakirina dewleteke serbixwe. Herweha ew ji bîr dikin ku em Kurd li Sûriyê, eger em “hindikahiyek” bin jî (weke min li jorê xuya kiri bû), em hingê hindikahiyeke netewî ne, ya ku li gor yasa û belgeyên têkildar ji gel pê ve ne tiştekî din. Loman jî mafê me ya biryardana çarenûsê dîsan jî heye.

Sebaretî xala 3-ê jî ez dixwazim bêjim ku gelek dewletên serbixwe hene ku xaka wan yekîtiyeke erdnîgarî ava nake. Wate herêmine wan dewletan hene, ku di warê erdnîgarî de ji wan dewletan hatine birîn. Bi latînî ji vê diyrdeyê re Exklave (eksklav) tê gotin. Nimûne di vî warî de gelek in; ji wan:
-  Xaka Filistîna pêşerojê ji du herêmên ji hev cuda pêk tê
-  Dewletên Yekbûyî yên Amarîka (Alaska)
-  Rûsiya (Herêma Kaliningrad, ya ku di warê erdnîgarî de ne bi Rûsiya ve ye)
-  Îtaliya (Campione d’Italia bajarokekî îtalî ye di nav Swêsra de)
-  Hirvatistan (Dubrovnik-Neretva, herêmeke Hirvatistanê ye, lê di ware erdnîgarî de jê hattiya birîn, ne pêve ye)
-  Almaniya (Büsingen am Hochrhein bajarokekî almanî ye di nav Swêsra de ye)
Bê guman hîn bi dehan dewletên ku eksklavên wan hene li her çar aliyê cîhanê (Asiya, Ewropa Emerîka û Efrîka) hene. Ez naxwazim wan hemûyan li vir bi nav bikim.
Li ser asta yek dewletê jî gelek herêmên federal û yên xwedmixtar (otonomî) hene ku ne bi hev ve ne, ne yek perçeya erdnîgarî ne. Dîsan jî nimîune gelek in, lê ez dixwazim tenê hinek ji wan herêmên federal/xwedmixtar yên ku eksklavên wan hene bi nav bikim:
-  Wilayeta Bremen li Almaniya perçakî xwe (Bremerhaven) 64 km jê dûr e. Wate ew wilayeta federe ji du perçên ji hev cuda pêk tê
-  Herweha Wilayeta Hessen li Almaniya perçakî xwe (Ober-Laudenbach) di nav wilayeta Baden-Württenberg ya almanî de ye. Vêca di nava wê eksklavê de jî perçakî wilayeta Baden-Württenberg jî heye.



-  Herweha li Nemsayê jî ev diardeya tê dîtin. Osttirol ku ji Tirol cida ye beşeke ji Wilayeta Tirol ya federal.



-   Li Swêsra jî, ku ew jî welatekî federal e, gelek kanton hene ku xaka wan ne bi hev ve ye. Da ku ez hemûyan nejimêrim, em ji xwe re li nexweşa Swêsra û 26 kantonên wê temeşe bikin:


Li dawiyê dimîne ku ez ji wan kesan re bêjim, yên ku dixwezin bidin xuyakirin ku mafê çarenûsî mafekî kevneperest û ne serdem e, peyveke qelew û kevirekî giran e, yan jî erê mafekî pîroz e, lê hema ji Kurdan re na…, helbet kî dibin bila bibin û li kû dibin bila bibin, ku mafên çarenûsî îro roj ji hemû deman bêtir nirx, pîrozî, rewabûn û mafdariya xwe daye çespandin. Ew di benda yekê ya herdu Peymanên Navneteweyî yên Mafên Mirovan de weke bingeha hemû mafên din yên mirovan hatiye binavkirin. Gelo ji vê bêtir!?

Perawîz:
  1. Nowak, Manfred; Uno-Pakt über bürgerliche und politische Rechte und Fakultativprotokoll, CCPR-Kommentar; Strasburg 1989, rûp. 525.
  2. Mesûd Barzanî, axaftina li Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê, Hewlêr Avdara 2002-an






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2933