ĒELROJIYA ŽEHĪDBŪNA «FARŪQ ĪSA»
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 28 ćĒŃÓ 2012
Mijar: Nūēe



  Imer Kalo
imerkalo@yahoo.com
Endamê Sekreteriya Encûmana Nižtimanî ya kurdî li Sûriyê       
Malbata žehîdê nemir Farûq Îsa
Hevalên partiya Demoqrat ya Pêžverû ya kurd li Sûriyê
Xwîžk û birayên hêja û dela
Ji we hemiyan re rêz û silavên germ
   Îro bi boneya bîranîna çelrojiya žehîdbûna nemirê kurd "Žehîd Farûq Îsa", žehîdê miletê kurd li herêma Kobaniyê, žehîdê Partiya Demoqrat ya Pêžverû ya kurd li Sûriyê, žehîdê ENKS di rojên vê žoreža miletê Sûriyê de


bi navê ENKS, em sersaxiyê ji malbat û dost û hevalên wî re pêžkêž dikin, tevî ku žehîd ne bihewceyî sersaxiyê ne, žehîd xemla berxwedan û žoreža miletanin, žehîd Farûq Îsa jî xemleke doz û žoreža miletê kurd li kurdistana Sûriyê ye.
   Wekî îro divê di rojên bi wate û sîmbolîn de, di rojên bîranîna žehîdan de, em soz bidin žehîdên xwe yên di žoreža Sûriyê de; Farûq Îsa û Mižel Temo û Nesredîn Berhik û Žêrzad Režîd û Ebdilselam Edhem û Ciwan Qetne û Idrîs Režo, û hemî žehîdên kurd û yên žoreža Sûriyê, ku emê ji bo bidestxistina mafên netewî yên miletê me yê kurd, û biryarkirina mafê çarenûsî di hindirê Sûriyake nû û azad de, ji bo yekîtiya miletê kurd li kurdistana Sûriyê, ji bo avakirina welatekî demoqrat û hevpar û žareze û welatekî ji bo hemî neteweyên Sûriyê, ji bo serkeftina žoreža miletê Sûriyê ya ažtiyane, em jî wê wek hemî neteweyên miletê sûriyê, berxwedana xwe li dijî rêjîma xwînrij û kužtinkar berdewam bikin, ta ku žoreža Sûriyê biserkeve û azadî bi dest miletê me keve.
   Di dîroka miletên cîhanê de, tu carî xwîna žehêdên miletên azadîxwaz bož û li ''''erdê nemaye, bi xwîna žehîdan azadî û mafên miletan bidest dikevin, bi xwîna žehîdan welatên azad û demoqrat ava dibin, miletê kurd jî li kurdistana Sûriyê ji dehê salan de û bi xwîna žehîdê nemir Silêmanê Adê, dest bi berxwedana xwe ya ji bo azadiyê û mafên xwe yên netewî kiriye, bi xwîna žehîdên serhildana kurdî di Avdara sala 2004 an de, û di hindirê Sûriyê de, û pêž neteweyên din li Sûriyê, dest bi žoreža azadiyê kiriye, û bi dehan žehîd wek qurbanî ji bo bidestxistina mafên xwe pêžkêž kiriye, bi kiriyara rêjîma Sûriyê ya qirêj û bi žehîdbûna žêxê žehîdan "Žêx Meižûq Elxeznewî" xwînrijandina miletê me yê kurd berdewam dike, bi xwîna hersê "Muhemedan" žehîdên Newroza sala 2008 û žehîdên Newroza sala 2009 an kužtina miletê me bi destên rêjîmê û karwanê žehîdên kurd dimeže, ta vê žoreža pîroz li Sûriyê, ku ležgerên me yên bêguneh û bi rûmet, yên ku napejirînin miletê xwe yê sivîl û destvala bi fižengên zindî bikujin, li žûna xwepêždêran ew bi fižengên rêjîma Sûriyê têne kužtin û dibin qurbaniyên azadiya miletê Sûriyê.
   Wê žehîdê nemir Farûq Îsa di dîrok û bîrweriya miletê kurd de hertim bimîne zindî û qet namire û ji bîr nabe.
   Her bijî žehîdên miletê kurd li seranserî Kurdistanê.
   Her bijî žehîdên žoreža miletê Sûriyê.
   Azadî û serkeftina žorežê para miletê kurd û Sûriyê be.
   Têkçûn û neman û koçkirin para kujeran û rêjîma kužtinkar be.
   Zor spas li ser guhdarîkirinê û win her hebin.
* Ev gotin di merasîma bîranîna çelrojiya žehîdbûna Farûq Îsa de hate pêžkêž kirin.
Kobanî: 27-3-2012






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2917