Xweseriya demokiratik di panêlek ramanî de
Dîrok: ÇáÓÈÊ 17 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



Bi helkefta bîranîna 24 saliya kuştara Helebça şehîd, yaneya Ehmedê Xanî ya rewşenbîrî li bajarê Dêrika Hemko simînerek amede kir bi beşdariya pêtirî ji 200 rewşenbîr, siyasetvan, nivîskar û gurûpên rewşenbîrî û saziyên civakê û tevlîbûna birayên xiristiyanî li dar ket , pêşî rêveberê şevê ji mêvanan xwest ku kêlîk bêdeng li ser giyanê şehîdên kuştara Helebçe rawestin , û bi zimanekî tund ew jinosayid a ku wijdana mirovên cihanî hejand şermezar û riswa kir, paşî simînervan mamoste Hisên şawîş vexwend da ku mijara xwe pêşkêş bike.


Simînervan şawîş pêşî li ser wateya roja 16 avdarê rawesta û bandora wê kuştarê di giyanê netewa kurd de diyar kir, pişt re derbasî babetên simînarê bû ya ku li ser van xalan belav bibû :
- Têgiha xweseriya dîmokratîk di ziman..felsefe û siyasetê de, ji serdemên kevin heta roja îro di ramanê ademîzadan de , hîna ji serdemên Somer û heta roja îro ka çawa dewlet hatin avakirin û di encamê de civak ji hev bû parçe û genge û aloziyên wê nehatin çareserkirin .
-  Bingihên xweseriya demokratîk ya ku baweriyê bi hêzbûna dewletê nake û ne encamek pêwiste ji çareseriya pirsgirêkên civakî re.
- Xweseriya demokratîk li hember rêjêmên regezperist û totalîter, ya ku pala xwe dide avakirina civakê pêtir ji hêzbûna dewltê .
-  Xweseriya demokratîk çaktirîn çareseriye ji doza netewa kurd li rojavayê kurdistanê re û bersivdana gengazên hîna di aloziya nava komên pirsgirêkan de li seran serî Sûriya bê bersiv man e .
Piştî bênvedanekî careke din mêvan û beşdar vegeriyan rûniştinê û guftogoyek germ di navbera wan û simînervan de bi pêş ket, derbirînên hêja diyar bûn.
Hêviya hemû peşikdaran ew bû ku mijarên wisa ramanî û rewşenbîrî di şevên yaneya Ehmedê Xanî de bi pêşkevin da ku civaka kurd karibe bibe xwedan bîr û baweriyên serkeftî û hêviyên wan bi erêniya helwest û rola rewşenbîran heye ku bibin bersiv û erkên xwe yên netewî bi pêşxînin .

Yaneya Ehmedê Xanî ya rewşenbîrî – Dêrika Hemko
   16/3/2012

















Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2906