Rezo mamosteyê min
Dîrok: ÇáÓÈÊ 03 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



  Tengezarê Marînî

Bibhure mamosteyê min, wek layiqî te
Layiqî berhem û xebata te, layiqî westan te bo her tîpekê, nerawestana te bo xizmeta zimanê niþtîman, me karek nekir.
Ew rêjîma ku qet te jê hez nedikir û tu di her gav û gerekê de diþopandî, îro welat serûbin kirin.


Ez zanim ku wê gelekî bo hestên te, giyanê te, hizar te zor bibûya, ku buyer, komkujiyên hovane ji hêla rêjîma sûriyê ve te dîtbaye.
Lê peyvên têne bîra min têt, dema te digot: „ ji vê rêjîmê hertiþt tête, dema lingê wê bikeve pêlava teng de, wê qirikirinê, kuþtinê, girtin“ ji xwe behs neke, ji ber ev her heye“. Ev rêjîm çu nirxên wê yê mirovan e nîn in, ma we nebihîst çu li bajarê Hamayê kir“
Mamoste di van rojên teng de, milet pêdivî hêmînî û gotina te ya rast wek zelaliya avê û tûj mîna þûrê Alîþêr bû. Tê bîra min, dema te behsa serhildana Qamiþlo ya 12ê Adarê dikir 2004 -ku va bîranîna wê ya 8an jî nêzîk bû-, çawa genc Qamiþlo, Salar û hevalên xwe bi zîrek, jêhatî, çalak û mêrxasî bêtirs li kolanan silogan dihildan û dibûn hendan bo milet li kolanan be û daxwaza mafên xwe yên kurewariyê û demoqrasiyê û wekheviyê û netewîtiyê bike.
Li van rojan, rondikên me zuha bûne, li nav çavên rojê dinerin, hêviya þilbûnê ji xwedayekî di hawara wan ve nayê dikin.
Dibin sirûd, berbi jor ve diçin. Dibin xuav, dibin bayekî birîndar û ji lêvên gulan  azadiyê dinoþin.
Roja vekirina girêkê nêzîk dibe, roj berbi welatê te ve tê, yê te jê hez dikir û nedixwest bi buhustekê jê dûr bikevî, têt. Bi hêviya nêzîk em bên seredana te û mizgîniyê bidin te, ku va evîndara te Azadî hat.
Ez dizanim wê ji hêlekê ve evîndara te xemgîn be, ku te barkir û ya din jî bi keyf be, ji ber ew dê serdana qonaxa te bike.
Bibhur e ku qet peyvên min nagihin pêpeloka hêjabûna te.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2877