32 saliya oxirkirina barzanî li ser gorna pakrewan nisredînê birhîk li kevrê-dena hat vejandin
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 02 ãÇÑÓ 2012
Mijar: Nûçe



 Kevirê-dena / pêncþem / 1/3/2012 : Bi hemahingî û hevkarî di navbera encûmena niþtîmanî a kurd li sûriyê , partiya demokrat a kurd li sûriyê (alpartî) , û malbata pakrewanê leheng nisredînê birhîk helkefta bîranîna 32 sala ji oxirkirina serkirdê kurd barzaniyê nemir li ser gorna pakrewan nisredînê birhîk hat vejandin , û digel baran û sira zivistanê û riyên herî , gelê xweragir ji hemî aliyan ve biser goristanê de herikî , û konê sersaxiyê bi duruþmeyên gel dixwaze  rejîm birûxe , pakrewan namirin , bijî yekîtiya gelê kurd ,...,hat girêdan,


û piþtî rawesana xuleke bê deng liser giyanê pakrewnên kurd û þoreþa sûriyê û serwerê wan barzaniyê nemir gotina encûmena niþtîmanî a kurd  ji aliyê rêzdar mistefa cuma ve hat xwendin , û gotina partiya demokrat a kurd li sûriyê (elpartî) ji aliyê rêzdar fêsel ne`so ve hat xwendin , û gotina binemala  pakrewan nisredînê birhîk ji aliyê bavê azad ve hat xwendin , hejî gotinêye ku koma zêwa û helebça û ahîn jî bi vê helkeftê beþdarbûn,û ji ber ku piraniya cemawer li ber baranê bûn û rewþa seqayê pur sextbû ev helkeft zû bi dumahîbû .     

























Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2869