Sersaxiyên H.N.R.K.S bo malbata Mela Mistefayê Mela Îsa
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 28 ÝÈÑÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe



Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê bi dilekî xemgîn nûçeya koça dawî ya kesayetiya welatperwer Seydayê Mela Mistefayê Mela Îsa, bihîst. Xweda sebr û aramê bixe ber dilê me û we.
Seydayê Mela Mistefa kesayetiyek niþtimanperwer û Kurdistanî bû, naskirî bû, ew li gel Barzaniyê nemir bi pêþmergeyan re jiyaye û li gel wan kar û xebata niþtimanperwerî kiriye. Her wisa wî li gel Dr. Nafiz Bêk, Nûredîn Zaza, Celadet Bedirxan û Mela Mihemedê Mela Reþîd û hin din gavên pêþîn ên ji bo bidestxistina mafên kurdan avêtine.


Li salên destpêka damezirandina yekemîn partî li rojavayê Kurdistanê ew bibû endamê Partiya Demuqrat li Sûriyê, ji ber wê jî gelek caran hatiye girtin û iþkencekirin. Ji aliyekî din ve navekî wî yê mezin di salên 1970 yî de ji ber çalakiyên wî yên ber bi çav, hebûn.
Seydayê Mela Mistefayê Mela Îsa yê ku di þemiya 25.02.2012an de koça dawî  li Qamiþlo kir, mirovekî hezkirî û têkilxweþ bû, her wisa þahidê dîroka þoreþ û xebata niþtimanperweriyê bû.
Dubare em bi navê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û bi navê hemû endaman sersaxiyên xwe yên germ pêþkêþî gelê kurd û malbata nemir dikin, û dibêjin: bila serê we, serê me û serê gelê kurd sax be, û ji xwedayê dilovan rica dikin ku cihê wî bihuþta rengîn be.
Xweda wî bi dilovaniya xwe þa bike.
28/02/2012
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
hevbend.nrks@gmail.c​om







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2863