ÇERXA FELEK
Dîrok: ÇáÃËäíä 20 ÝÈÑÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe





LAZGÎN DÊRÛNÎ

Îro ji nû bê hale dil
Têde vedane êþû kul
Dîse þiyar bû pûnijî
Karû xebata mey rijî
Karû xebata bê sere


Herkes dixwazê ji xwere
Dengê me naçê guh kere
Gel bê serok û rêbere
Qet qet kirin em vê demê
Bê hêz kirin em vê xemê
Hawar û gazî roj û þev
Hêzên me kurda bên li hev
Rûnin li dora masekê
Guh bidne hevdû carekê
Çêkin yekîtî rêzekê
Derxin ji nav xwe yê nekê
Va derfetû rewþek heye
Ronak veda þewqek heye
Çerxû felek dora meye
Yekbûn û hêz zora meye
Mil mil bidin hev yek bi yek
Çêkin ji xwe rêz û xelek
Pêl pêl herin pêþve gelek
Da wergerê çerx û felek
17/2/2012







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2857