Rêzdar Þêx Alî û partiya wî Ne bi tena xwe ne!!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 09 íäÇíÑ 2007
Mijar: gotar


Serdar Bedirxan
Roja çarþemê 20/12/200an, dezgeha ewlekariya leþkerî, li bajarê Helebê, dest danî ser mamoste Þêx Alî- sekreterê partiya yekîtî ya demokarat a kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ) û bi þêweyekî hovane, dûrî yasa welêt a pûçkirî, dûrî hemî sinc, prensîp û zagonên navnetewî, ew revandin, avêtin zindanên xwe yên reþ û tarî!!..Paçik xistin guhên xwe, da ku dengê bervedêrên mafê mirovan û têkoþerên aþtîxwaz ne bihîzin!!...


   Di baweriya min de, mamoste Þêx Alî, ne tenê girtiyê partiya xwe ye, lê belê ew girtiyê tevgera kurdî ser û ber e, ji ber ku ew ne di ber mal û mewdanên xwe yan berjewendiyên kesayetî partiyetî de hatiye girtin, lê belê ew di ber doza me ya pîroz, doza me hemiyan de zindan bûye.
    Eve yekemîn care ku tevgera welatparêza kurd bi tevayî, li gel tevgera erebî ya niþtimanî, rewþenbîr û siyasetvanên kurd û ereb li welêt û li derveyî welêt bi yek dengî qîriyane û ji girtina serokekî kurd re gotine na... Dengê xwe bilind kirine û bi mêranî, kiryara dewletê þermezar û protesto kirine. Herweha, gelek kampaniyên piþtgiriyê ji bal:
· Rêxistina lêborînê ya navnetewî.
· Rêxistina gelên ber piþaftinê.
· Çalakvana kurd Widad Akrawî-balyoza rêxistina lêborînê ya navnetewî ya dij aþkencekirinê li Danimarkê.
· Kesayetiyên welatparêz ên serbixwe.
Ji bo serbestberdana birêz Þêx Alî li dar ketine.
   Ezmûna me em hîn kirine ku li ba cîgehê çêkirina biryarê di dewletê de, cudahî di navbera filan partî û bêvan partiyê de tune ye, hema tu kurd bî, tu li nik wê gunehkarî!!..
   Ez bawer dikim ku ew dema berê çûye îde nema vedigere, ew dema ku çalakvan û hevalên partiyekê zindan dibûn, nakokiyên navxweyî, nedihiþtin alîkarî û piþtgirî weke dihate xwestin bi wan re bibe, lê îro, dem hatiye guhertin, hiþê me kurdan jî  baþ pêþve çûye, em kurdayetiyê di ser partiyetiyê re digrin, çimku ev partî û rêxistin ji bo çareserkirina vê dozê hatine meydanê.
   Em bawer in û li ber çavan e ku mamoste Þêx Alî û partiya wî di vê berxwedanê de ne bi tena xwe ne, lê belê tevgera kurdî, ya niþtimanî bi tevayî, gelê kurd û bervedêrên mafên mirovan û hemî mirovhezên cîhanê li kêleka vê doza dadmend û rewa ne.
 
 *Azadî ji têkoþerê kurd mamoste Þêx Alî re!
  *Demokrasî û azadî ji gelê Sûriyê re!
    







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=283