Bîrewerî bi têra bîranan nake Xebatê devliken
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 17 íäÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe



Melevan Resûl

Ji ramanên bî biwîn diram im , xwe li nava bîreweriyê werdikim , tabloya zindî xwe ji zenga jibîrkirinê dadiweþine , sewdanê leq , bûyerên tarî varî li dû hev rêzdikin û xwe li ciwaniya 22 salî dipêçin .
Em di serngerên pêþîn de , li kozikên xweragirtinê ne , li ser xaka biyanî em berevaniya projeyên desthilatdarên bi bazarên erzan di nava kuliyên berfê de diqufilin , piþta me li çiyayê (Senîn) e û di singa mede mewziyên Israil li çiyayê (Barûk) nêçîra me dikin .


Ez fermandarê leþkerî bûm , piraniya efserên min ji kurdên Dêrik , Qamiþlo û Efrînê bûn , ji bilî bêjeya libê û belê serfermandarê min pêve me ezber nekiribû , gelo çima em bûbûn berxê kêrê û qurbanên winda , me tu carî ji xwe nepirsî bû , ji 33 leþkerên di bin fermandariya min de , 17 ji wan ciwanên kurd bûn , di hêsûyên metirsînê de me zêrevaniya xaka Libnanê dikir . er roj topbarana top û firokeyên cengî yên Israil , Emerîka û Ketaîban tevlî berfanbariyê de bi ser serê mede dihilweþî . , mîna cawekî sipî çiyayên berfgirtî , ji gurmîn û teqîna çekan ew kunkunî bibû.
Leþkerên ji zîrevaniyê û sermayê di tirsiyan , berê xwe didan Mehmûd da ku li þûna wan nobetê bigre , tu carî Mehmûd ne digot na û bi kela dilê xwe mîna hîmekî bi katên demdirêj û bi tîroja awiran þev û roj bi hev ve didirûn .
Sal li dû salê me erkên berevaniya Sûrî û Libnanê qedand û her yek ji me li mala xwe zîvirî , car caran em li hev digeriya û pirsa halê hev dikir , carekî ji min re hate gotin ku Mehmûd careka dî vegeriya ye leþkeriyê , lê vê carê berê xwe daye çiyayên rûmetê û dest bi nivisandina efsaneya Cûdî û Zagrosan bi raman û hiþê xwe dihûne .
29 salan em çav bi hev neketin û dawî di vê salê de em li hev civiyan, wekî carê Mehmûd devliken bû , xeber xweþ bû , fedekar bû , li þûna efseriya dewletê , vê carê ew serleþker û komîtanê kurdan bû .
Mixabin vê çavpêketinê dirêj ne ajot , hinga ku qada Sûrî û Libnanê û di hoyên dijwar ji bivekên çekên giran û cengên bê rawestan ne karîbûn çavê Mehmûdê min bi tirsîne , her weha jî dagirkerên kurdistanê jî li ber navê wî di lerizîn û çiyayên kurdistanê xwe jêre kiribûn hêlîn û Xebat bibû bazê bi þerqên , siha xwe berdida çar parçên kurdistanê , lê îro kundok û reþikên þevê bi guleyek xedar dawî li destana Xebat ya ku tevna wê hînayî , ji Dêrika Hemko ber bi çiyayên bijin bilind ve rêsayî , li hev gincilandin û kesera cangoriyekî di hêviya miletê gerden azad de noq kirin . lê wekî deh hezaran ji girseyên gel bi dengê bilind qîriyayîn :
 Dêrik îro vala ye Xebat têde ne xuyaye .








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2824