Qamiþlo! Gazinên Salek Kevin û Hêviyên Salek Nû
Dîrok: ÇáÃÍÏ 01 íäÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Qamiþlo! Me di navbera dem û xem de xwe winda kiriye, ne kul û derd bi dawî dibin û ne dem bêhinvedanekê dide me û wiha temenê me badilhewa derbas dibe.. Piringên agir jî ji fedya, xwe di nav tiravê de vediþêrin û tîna agirê xwe dinixumînin.. tevî ku agir sînoran nas nakî..
Sal jî, rojên xwe bidar vedike, dezîneya mehên xwe rêz dike û di ser asmanê te re berdide.. Ew roj bi hewa dikevin û winda dibin..


Erê Qamiþlo, va demsalên sala te bi dawî dibin, hêjî tu wek berê di qontara çiyayê Bagokê de paldayî ye.. Bi xupxupa ava çemê Ceqceq re razayî ye û bi siloganên azadiyê ku her în ji camiya Qasimo dengvedidin, þiyar dibe..
Deh meh derbas bûn wek ku nebûn, kolan ew kolan in, feqîrî û hejarî zêdetir dibe û salê kirasê xwe neguhert.. Xweristê xwe nûnekir.. Hêjî çûk û çivêkên beriya Mêrdînê bi xemgînî sirûdan dibêjin.. Guhertin nebûn û hêjî çaksazî di cihê xwe de pîkolê dike..
Erê Qamiþlo, ew reþewrên ku car- cara di ser asmanê beriya Mêrdînê re xuya dikin, hêviyên xelkê me bi wan xweþ dibû.. Lê heyhat, kesî bi xweziya ranehiþtiye baqê keziya..
Piþtî 55 salan hêjî rêxistinên me, serokên wan ji ezezetiya xwe nehatine xwarê, tu dibê qey hayê wan ji guhertinên rojhilata navîn, pêþketinên dinyayê, mafê mirovan, jinê û demokrasiya ku þax û paxên xwe di dinyayê de belav dike nîne.. Hêjî ji wan were bihar ew bihar e.. Hêjî gelek ji wan heyranên berjewendiyên xwe ne, heyranên razîkirina jinên xwe ne..
Bi damezirandina kongera niþtimanî a Kurdî re li sûriyê, me ji wan re lîland, bi vexwendina serok Barzanî û çûna Hewlêra paytex re, me ji wan re çepik kutan.. Lê sed mixabin..
Erê Qamiþlo, salê 12 mehên xwe hejmartin, 366 rojên xwe bidar vekirin, bihar, havîn, payîz û zivistan gulover kirin.. û guhertin û çaksaziyê rêka xwe di welatê me de nedît, beriya Mêrdînê kirasê xwe nû nekir.. Tevî ku car- cara perçe ewrên reþ di asmanê me de xuya dikir, lê ew ewir bê av bûn, bê baran bûn, bê rehim bûn, ne avis bûn, avisbûna wan derew, fen û xap bû..
Belê Qamiþlo, dem mîna gurekî har di nav xelkên te re derbas dibî.. Asoyên li dor te jî bi dergehên ji agir girtîne.. lê qet ti hêz nikare ronahiyê ji asmanê te bidize.. Gelo te tava rokê jibîr kiriye?! Dibêjin yên ku rok dîtine, germahiya wê jibîr nakin.. Û yên ku xwe bi rastiyê þûþtibin, bi çiravên gemorê nayên lewitandin.. Û yên ku jixwe bawer bin, dikarin di ser avê re bimeþin..! Lê yên ku jixwe nebawer bin zû binav dibin.. Mane Kurdan ji mêj ve gotine: Qenckuro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro.. Hem jî gotine: Ku te girt berned, te berda bi pey nekev.. Û  Tiþtê çû nede dû... Roja îro, di serê vê sala nû de hêviyên me yekîtiya gotina Kurda ye li rojava, erê yekîtiya Kurda ye.
Qamiþlo! Gelo xak bi kê dimîne? Tê bêje bi feqîr û hejaran.. Kî darên Çinarê di pala çiyan de diçîne? Tê bêje belengazên cotkaran.. Bela xwediyên mal; dewlimend û ziktilêrên te bibin rewrewk û bazarê li ser rastiyê qebûl neke..
Erê Qamiþlo! Di navbera me de, dem û xem e.. Ne xem bi dawî dibe û ne dem bêhna xwe vedike.. Çiya jî ji çûn û hatina pezkoviyan naweste.. û ne peravên deryayê ji qûma derdora xwe aciz dibe.. êþ li vire.. û ti li vire.. û welat wek hina li ser destê bûkê ye.. De hela rabe sînga xwe ji pêlên nû re veke.. Bayê azadiyê nêzîk dibe, erê bayê azadiyê nêzîk dibe.
Û sala nû 2012 bi hêviyên xweþ û geþ li we pîroz be.
Konê Reþ
Qamiþlo, 01.01.2012






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2807