M. S. Husên; kaniya nivîsa kurdî ye
Dîrok: ÇáÎãíÓ 29 ÏíÓãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



 Arþevê Oskan

Di nav xiricira jiyana nivîsa bi kurdî de, wek masiyên bi ser avê bikevin, gelek nav jî bi ser rûpelan ketin, yan jî wêneyên wan li ber çavên xwendevanan, rojane hatine dîtin. Gelek ji wan navan tenê nav in, gelek ji wan tenê wêne ne û hin jî jiyana nivîsê dewlemend dikin, lê di çavan de nehatin naskirin, heta ku porê serê wan sipî bû. Qet ne giring e yên ku gavan di pêþvebirina nivîsandinê dahînanî de davêjin, ji layên ragihandinê ve bêne naskirin û navdar bibin.


Di rastiya xwe de mirovên ku ji bo helwestan kedê didin li navê xwe nagerin, tenê li pakkirina ucdanê xwe ji qirêja kesebazî dipirsin û pêkanîna erkên xwe yên dîrokê di çarçewyeke pak û pîroz de diparêzin.  Li gel ku bi cîhgirtina navên wan di cihê xwe yê rasteqînî de mafekî rewa ye jî, lê dîsa ji wan kesan re nabe armanc û ji bo wê naqîrin û gazinan ji derûdorên xwe nakin. Alavên ragihandinê li herderê cîhanê erk û wezîfeya wê ye ku li ser tiþtên girin û kesayetên xwedan rol di karûbarên xwe de rawest e, ne kar û erkê nivîskarekî ye, ku lavan ji ragihandinên heyîn bike, da ku li wan xwedî derkeve û wan bidin naskirin. Ev rewþ bi xwe, di rewþa kurdî de taybetiyên wê hene. Piraniya ragihandinên me bi partîyan ve yan bi kesayet û grûpan ve girêdayî ne, loma em pir êþên dîrokî di van waran de dikêþin. Cihê rasgoyînê û lêmukirhatinê di ferhengên saziyên me de tune ne, herwekî ragihandinên netewyên li derûdorên me jî heman tiþt e.  Em vê mijarê bihêlin ji dema wê re û vegerim ser nemûneya jiyana nivîskariya serkeftî û aliyên wê yên nenas ronahî bikim. Nivîsa serkeftî dibe sermiyanê dîrokî ji pirtûkxana kurdî re û nivîskarê wê dibe lehengekî navdar di listandina pêkanîna gihandina berhemê de. Di çarçewa guhertina nivîsa ber bi pêþ ve, þopeke berz dihêle, bi taybet di warê dahînanê de. Lê nivîsa ku herdem li berçavên xwendevanan de yan jî wêneyê ”nivîskar” mîna þopa li sahrayê ye ku dem di ser re derbas dibe tije qûm dibe û wenda dibe lê nivîsa serkeftî di warê dahînanê de mîna neqþa li kevir e, ne bi pêlên derya û ne jî bi bahozên qûmê tê wendakirin. Helbet di vê dîmena ku min niha þirove kir, di nav jiyana nivîsa bi kurdî de gelek kes peyda dibim û ji niþka ve bi berhemên bilind û tije huner û felsefe û dahînan xwe didin pêþ. Ji wan nemûnyên bi dehan kes hene, yek ji wan Mihemedê Seyd Husên e. di sala 2010an de me ji niþka ve dît ku bi pênc berhemên qalind derket pêþberî xwendevanên xwe û di pirtûkxana kurdî de cihekî bilind girt, hem di warê þêweya nivîsa wêjeyî û hem jî di aliyê dewlemendiya zimanî de. Wekî diyar bû ku ew pirtûk li komara Çekê hatibûn çapkirin û li Elmanya ketin nav destên min û çend hevalên din, ji wan hevalan mamoste Dr Celîlê Celîl ew ji bo pirtûkxaneya kurdî ya li Wiyêna ku ew bi xwe berûirsyarê wê ye bidest xistin. Romana nivîskar ya ku bi navê Tava Mirinê, li dor 600 rûpelî ye. Herweha pirtûkek qalind ji çîrokên kurdî û yek ji berhemên gihiþtî û helbest û gotar. Hêjayê gotinê ku Mihemedê Seyd Husên di aliyê ziman de pir xwe westandiye û di warê nivîsê de jî mîna kaniya çiyayên Kurdistanê her diherike. Di nav destên nivîskar de niha jî sê berhemên qalind li ber çapkirinê ne. Bila ji ava vê kaniyê xwedevanên kurdî têr vexwin, xwedevanên ku pir têne ji kaniya çand û nivîsa bi zimanê kurdî.. Di gelek gotarên vê dawiyê ku me li ser rûpelên enternêtê xwendin, vê gotina min piþtrast dike. Heger nîþan û bingehek vê dewlemeniyê hebe jî, ew jî bingeha rewþenbîrî û ezmûneya bi rêkûpêk e. Wek ez dizanim, nivîs bi xwe hevdana raman û hest û ezmûneyê ye. Ew jî li cem nivîskarê me bi xurtî peyda dibe. Navên pirtûkên mamoste Mihemdê Seyd Husên ev in:
1- Berhemên Gihþtî  (helbest) 2-  Kurdistan Helbesta Min e (helbest) 3- Þevçiraxên Çarmedor (gotar) 4- Tava Mirinê (roman)  5- Payîzxêra Hêsiran (kurteçîrok) ..  

28. 12. 2011  








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2805