Ciwan Dêrikî
Di behiya EMERê Lalê de ev helbest hate nivîsîn, min dixwest di binê konê behiyê de bixwînim lê helbest nehatin xwendin, ji ber sibe çil rojiya wî ye ezê nekarim beþdar bibim, vê helbestê diyarî giyanê wî dikim.
Rêncberê toreya kurdî
Rêncberê tora welatî dilþewat babê Simo
Qebqeb û kewkê ribatî bê tebat babê Simo
Bilbilê kovan û xemgîn, nalenala ser gulê
Hest û peyvên tene awaz, dil dipat babê Simo
Kurdwerî, hozan þirînî, hespê helbestê siwar
Rê vekir nifþê cegerdar lez dihat babe Simo
Sed silav canê te Þêxo* va Emer hat bê gule
Lê dizanim sorgula wî l"her civat babê Simo
Þapeya xortan ku rabû, kevn û zingarî dibê
Firfire, bendav þikêne wek ferat, babê Simo!
Gewherên te kirne ristik hêjî ez darve dikim
Zêr û Elmase dirêsim tev xelat, babê Simo
Zor û îþkence û kabûs hilweþî, gel raperî
Vaye azadî sirûda her welat babê Simo!
Nifþekî bê dexs û kîn pêwîste dozê ragire
Peyk û mizgînê bidin mem..zîn ve hat babê Simo
Þabe dil aramî raze peyva kurdî bûye al
Kurd dimîne nav û dengê rojhilat babê Simo.
7 11 2011-Dêrka Hemko