Nirxźn īro žerma dihū ne
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 09 ĻķÓćČŃ 2011
Mijar: Nūēe



Melevan Resûl

Her çerxek û her pingavek pêdawistiya wê bi gotinên hevrêzên ritma dijwarî yan nermbûnê hene , mijara bala min kižandî ser vê babetê di çarçoveya du bêjeyên di kartêkirinê de dijhev – žorežgerî û bizava demokrasiyê , her çendî di watedariyê de herdu ji hev ne cihê ne , ev herdu bêjeye bi taybet di gotara siyasî ya kurdî de têne xwendin ,


eve bû qasekî demdirêj bêjeya žorežê bi neyênî dihate xwendin û žerekî bê rawestan li hember wê dihate kirin , heta radeya ku bibû pêkenok û tinaz li ser lêvên žorežgerên (nûhatî) yên li gora demê saz kirî  , her çendî baweriya min lewaz nebibû jî lê min  ji xwere digot dibe ku serdema žorežgeriyê derbas bûye û di nava rûpelên sedsala borî de hatiye pêçan û nema ew bi kêra mantelîta moderin dibe .
Lê tu carî min payin nedikir ku xwedan ramanê refor ji nižkî ve veciniqin û di navbera roj û ževekî de li bêjeya žoreža çekdarî vegerin û wateya gotinê bi qelewî bersiv bidin. ne viya bi tenê , heta radeya ku bêjeya žorežê li žûna serhildan û rapervaniyê di piratîkê de bi kar tê .
Mixabin ew kesên di paž hawara guran ve hatîn , îro di nivîs û civînan de gotina žoreža Sûrî ya çekdarî bi kartînin û mafek rewa ji bonî parastina milet dibînin û ez jî wê yekê dirist dibînim , lê pirsa li rû dide û bi sala ye li benda bersivdanê bû , çima ew pêla režkirin û dijwarî û rikeberiyê li hember žoreža bakurî kurdistanê dihat û hîna jî tê kirin -her çiqas žoreža bakur îro žêwe û alavên xebata sivil bi pêžxistiye lê ji helwesta žorežgeriyê negera ye – heger mebesta me ji xebatê leystina bi maf û gotinê be , bi rastî cihê žerm û daxê ye em serê xwe di ber xwere berdin û çavan berdin jêr û ji nedîtî ve bibînin , ne vêya bi tenê , mixabin ew kesên xwedan hêza veguherînê û xwe dibînin çalak di nava milet de , nikarin rêveberiya malbatên xwe birêve bibin lê ji girseya milet dixwazin da li dûv wan bibin rêz û li çepika xînin .
Gelo serbilindiya me kurdan bi kesayeta me ya ezîtî heye yan bi xabata di nava xwîn û xwihdanê de hatî stirhan de heye ?
Ez vê pirsê tavêjim ber ojdana welatparên kurd , bila em di wê baweriyê de bin ku çi kesên xwe li ber dahola xelkê hilavêje , wê dawî ji govendê biteriqe .
Nirxên miletê kurd hene û wê bimînin , çirîska žorežgeriyê ne ji bo talankirin û žewata xweza û milete , helbete ronkirin u bicih anîna mafa ye , ji lewre bêjeya žorežê wê bi ževaq bimîne ,heger ji bonî parastinê be tu cidahî di navbera žoreža Sûrî û žoreža miletê kurd e nîne , evêya jî me dighîne asta binavkirina žoreža kurdî li rojavayê kurdistanê û pêwiste gotin li cihên xwe vegerin û mafê çarenûsa miletê kurd werin dabînkirin û bi beryara gel were misoger kirin .
Žorež ne tenê di hêza çekan deye , ya rast veguherîna mentelîta teslîmkariyê û newêrekiyê li hember pêla sitemkariya civak û welat dibe , dawežandina ramanê zingare, avakirina civaka demokrasiyê ye , perwerdeya nirxê mirova ye , talankirina ramanê žoven û pižaftinê ye û ji nûve pingav bi pingav avakirina milet welatê azad e .








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2789