Qedera zavayekî penaber
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 06 ÏíÓãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Qado Şêrîn

Zava bû, piştî bîst û du katjimêran dibû zave, eger li ser xaka heq wek ku ji birayê xwe re gotibû,  di bûyerek tirafîkî de ku hemû xwendinên mirinê pêk hatibûn, nehata kuştin.
Wî pêşeroja xwe, yan jî bi pilana xwendina mirinê çûbû ku li ser wê xakê bê kuştin, û li şûna cilên xêliyan, cilên miriyan li xwe kiribûn.


Hîna li welatên sarogero bû, li welatên penaberiyê bû, gelek xewnên mirinê dîtibû, wek yek pêşeroja xwe bixwîne. Wek, wî ji birayê xwe re gotibû: ‘’ez hest dibim semawenda min naçe serî’’. Semawend jî ya wî bû, eger bîst û du saetên din zindî bima dê biba zave.
Hîna li Holenda û Belcîka bû, hîna bi refikên asmanan ve nehilperikî bû daku bilez bighê semawenda xwe ya germ, û soza li gel destgirtiya xwe pêkbîne, ji gelek dostan re mirina xwe ya nêzîk di buxçikê de bi nazikî pêça bû û radestî wan kiribû, wî ji wan re gotibû: va ez diçim ser xaka ‘’Heq’’, ser soza xwe ya bi mirinê re. Jixwe xweziya wî di ber de mabû dema di nava xwe de li gel mirinê axaftibû û gotibû: ez nêzîk têm ser xaka ‘’Heq’’, emê hevûdu li ser riya mirinê bibînin.
Li ser riya mirinê hat kuştin, û em hemû bi xwe re kuştin. Me jî ji nû ve naskir ku dunya jiyan û mirin e, û bes.
Wexta wî nema bû bighê semawenda xwe, dem hatibû guvaştin, her wisa wexta xêliyan jî bi wexta qederê ve hatbû çerx kirin, êdî ew jî negihan semawenda wî ya piştî bîst û du saetan. Fîstanên rengînî yên bi perîkan xemilandî hêdî hêdî vegerandin, kelogirî cilên reş girêdan bê ku dest bavêjin tiştekî din, hinan jî bi hêrs gotin: ev çi qeder e?, ev ne qederek dadwer e..
Ma wexta xatirxwestina dawî bû Tahayê me, hezkerê me. Weleh û bileh û tileh me hemiyan ji te hez dikir, êdî çima qedera te em eşkence kirin. Wek ez dizanim hezkirin bi hezkirinê tê şuştin, ma sûnc û cezayê hezkirinê ev e. Em man ta ku zindî bin te li bîra xwe bînin, te zindî di giyanê xwe de biparêzin û ala te neçimînin.
Rojekê emê jî mîna te bê xatirxwestin ji bin sîwana jiyan û zindiyan betaweta bibin û gelek dost hevalên baş li dû xwe bihlên.
Oooh, em çiqasî bi dostaniya te bextewer bûn, lê xwezî gemiya me binav biba û em negihana ser Girê Xêlid cêwiyê Girê Şermola.
Ji mirinê bêbextir tune, tim ne di wexta xwe de tê û dibe mêvan, dema diçe jî çûkên baskokirî û zarokên sêwî û birçî li şûna xwe dihêle. Dîsa jî ku mirin neba me ewqasî ji hev hez nedikir.
Êdî tê ji kêre pêkenok û helbestên xwe yên zindî bibêjî, wele soza me ne wisa bû lo hevaloooooo. Gelo rast e nema te dibînim?!.
Taha, eger li kolan in din, di bin asmanekî din de te bibînim û te bêhn bikim, bila sibe û bêxatirxwestin bimrim.
05/12/2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2786