Mehrecana 16 de mīn ya helbesta kurdī li Qamižlo hat li darxistin
Dīrok: ĒįĆĶĻ 20 äęŻćČŃ 2011
Mijar: Nūēe





Qamižlo (welatê me) Di roja 19/11/2011 ê de û bi amadebûna birek ji helbestvan,nivîskar,siyasetmedar,rewženbîr,xemkêž û evîndarên helbesta kurdî,mehrecana helbesta kurdî ya žazdemîn li mala Seydayê Cegerxwîn li bajarê Qamîžlo hate lidarxistin.


Di destpêkê de,mamosta N.Beyro bi navê komîta amadekar a mehrecana helbesta kurdî ya žazdemîn, xêrhatina mêhvanan kir û ji wan xwest ku tev bi hev re kêlîkî bê deng rawestin  li ser canê xwedanên pênûsên azad û bi taybetî li ser canê têkožer û ronakbîrê kurdê navdar pakrewanê žoreža Sûriyê Mižel Temo û herweha jî li ser canê helbestvanê ne ji zûve koçbarkirî, helbestvan Emerê Lelê, yên ku berevaniya peyva azad dikirin ta ku canêxwe yên žêrîn bi merd û mêranî sipartin xakê.
Di peyî re, gotina komîta amadekar ya mehrecanê ji aliyê mamosta Mehmod Sebrî ve hate xwendin. Li destpêkê Mehrecana helbesta kurdî, mehrecana azadiyê , pîrozkir û omîd û hêvî xwestin kû bibe gavek ji pêždeçûna rist û toreya kurdî û bibe çalakiyek ji bo vejandina toreya kurdî .. û giringî da berdewamiya mehrecana helbesta kurdî û xurtkirina girêdan û têkiliyan di navbera ristevan û mereqdarên helbesta kurdî de. Dîsan sipasiya  her sê kesên ku sala borî di mehrecana pazdemîn de hatin girtin kir û berxwedan û xebata wan di zêndanê de pîroz kir.herweha hêviya lêborînê kir, ji hebûn û peydabûna kêmasî û astengiyan  û xwest ku tev bi hev re bi xebitin ta ku wan kêmasiyan rakin, û diyar kir ku tê gotin:(ževên rež pirin ji mêrxasan re). mamosta di dawiya gotinê de, sipasiya tevaya kesên ku îro di mehrecanê de berhevbûn.
Pižt re, helbestvanan dest bi xwendina helbestên xwe kirin û (27) helbestvanan wê rojê helbestên xwe xwendin,tevî ku navê hin helbestvanan hate jibîrkirin, ji wana navê helbestvan Lazgîn Dêronî û her di nav xwendina helbestan re, navbirek ji sitiranan re hate vekirin û hin hunermend û sazbendan bi sitiran û sazên xwež mehrecan gerim û gežkirin. helbestvanên ku helbestên xwe xwendin evin:
-Rêber Ehmed –(Hêviya Min).
-Ecder Robarî – (22 ê Nîsanê).
-Musa  Oskê Zaxuranî – (Nemir).
- Narîn Omer – (Çemê Dicle).
- Ebdula Gedo – (Ey Kevoka Ažîtî – Ken ji Girî ye).
- Alan û Ževger – (Ez û Tu).
- Baranê Sindî – (Ji Berî Roj Werê Der-Jena Dil-Soz û Peyîz- Hêvî-Salên Xurt-Hevkêža Dema Nû-Nasnameya Dergehên Girtî-Bilûr Bo Kêr).
- Mehfoz Mele Silêman –(Žev Rež Dibû).
- Husên Tofo – (Di Tarîka Ževa Hicran- Felek Destê Xwe Nadê Kes Belave-Dilo Žêrîn Li Te Mêvan).
- Xožnav –(Serî Rake Ji Gorê Ey Cegerxwîn).
- Evîn Žikakî- (Evîn,Min Bêriya Te Kir Ye).
- Bavê Rewžen – (Mehrecana Qedexekirî).
- Wecîha EbdulRehman – (Tiliyên Azad).
- Xalid Omer-(Siwarên Kerta Wan Sor).
- Axîn Mîrxan – (Peya Bibe Ji Vî Kažî).
- Se`id Ferso : hunermen û Sazvan-(Eylê Gulê Gula Minê- Azadî Žêrîn).
- Mižel Osman – (Ez û Dil).
- Husên Ma`emo- (Ez Te Dibînim).
- Seyfedîn Qadirî-(………..).
- Hozan Badilî- (Žorež).
- Ma`esom Žikakî :sazvan û hunermend.
- Dildarê Mîdî- (Ez Mam Bi Tenê).
- Berhîm Qasim- (Çi Nizanim).
- Ziyad Mendekî – (Kevala Kurdayetiyê).
- Hozan Girkundî- (Dîrok Xwendare).
- Narîn Metînî-(Parestin). berî kû helbestvan Narîn Metînî helbesta xwe bi xwîne da xwiyanî kiri kû helbestvanê herî rast divê bi xwe û hestê xwe re rastb e û ji lewre yê kû danekevê žorežê ne helbestvan e, ji ware di bêjin (شعراء ما وراء الطبيعة) helbestvanê rast dive dakevê žorežê, berdewam kir û got: berî niha her tim me xwe didît girêdayî bi navnîžanên derve , lê ez mizgîniyê didim we kû navnîžanek meyî berz û bilind çêbû , ew jî mamosta û rêber miž`el Temo ye. 

 - Xelîl Sasonî- (Gorî Te Bim).

Hêjayî gotinê ye, ku gurzek birûskên pîrozbahiyê gihane destên komîta amadekar,dîsanê hin hatin xwendin û hin jê nehatin xwendin û ew jî evin:
-Mamosta Kesra Cegerxwîn- Siwêd
-Rêxistina Maf Ya mafê mirovan.
-nivîskar û helbestvan Îbrahîm Yusiv-Dubeyî.
- Kovara Gelawêj
- Mamosta Ebdul Qadir Xiznewî- Qamîžlo.
-Mamosta Bavê Zorav
- Helbestvan Diya ciwan-Žam
- Mamosta Awazê Kalo.
- Mamosta Žêrîn gêlo.
-Mamosta Sêwiyê Welat.
- Rojnama Newroz.
- Helbestvan û nivîskar Tengezarê Marînî.
- Dîdargeha Girkê Legê.
- Malpera Tîrêj.
- Malpera Kaniya Sipî.
- Kovara Dilname ya Elektironî.
- Guropa Dêrikê Ya Çanda Kurdî.
- Malpera Welatê Me.
- Koçka Cegerxwîn.
- Mamosta Selah Beyro.
- Kovara Roj.
- Parêzerên berevaniya girtiyên mehrecana pazdemîn kirin.
- Mamosta Mistefa cumi`a.
- Mamosta Žêro Berzencî.
- Helbestvan û lêkolîner Salihê Heydo.
- Baxên Jinên Dêrka Hemko.
- Helbestvan û nivîskar FetHula Husênî-Herêma Kurdistanê.

Eva xwar deqê birûka hêja Kisra Cegerxîne :

Birêzan endamê komîta festival kurdî li Sûriyê
Silav û rêz
Ez ji dil festival helbesta kurdî li Sûriyê pîroz dikim, nexasim ku ev festival ji sala 1993 an di roja koçkirina bavê min 8cegerxwîn) de tê lidarxistin.. û îsal bi min xež e ku wê di hewža me de, li ser gora bavê min, ev çalakiya bi nirx bê lidarxistin.. bi rastî ev yek jî cihê kêfxwežiya min e..
Ez ji swêd wê pîroz dikim û çendî bi min xwež bû ku iro ez jî di nav we de beždar bûma..
Belê madem mamoste konê Rež di nav we de ye wek ku ez bi we re me..
Mala we û mala wî ava be..
Silav silav bo we tev helbestvanan..
Serkeftinê bo we hêvî dikim.
Malbata Cegerxwîn
Kesrayê Cegerxwîn
Swêd 18.11.2011

Dawiyê helbestvanê kurd Xelîl Sasonî bi xelata Mehrecanê hate pîrozkirin û herweha xelata rêzgirtinê jî dane helbestvan Omer Isma`îl û helbestvan Ebdulsemed Bavê Helbest û mamosta Ehmed Isma`îl,ji ber ked û xebata wan di ber berevanîkirina mehrecana pazdemîn de û sizakirina wan bi çar mihên zêndanê.dawiya dawiyê mehrecan bi gerandina žîraniyê re bi domahî hat.

Li dawiya mehrecanê malpera welatê me nerînên hinek helbestvan û nivîskar û rewžnbîrên kû beždarî hehrecana 16 de mîn bûn, wergirtin :

Dildarê Mîdî: Spas ji komîta amadekar e, mehrecan hinkî pažket , lê derengî , ji tuneyî bažtire, ez dereng hatim, ez giham hinekî jê, ez dibînim komîta amadekar xwe pêre mandû kiriye, her hebin û her bijîn.
Wecîha Ebdulrehman: isal ji hemû salan bihtir bi dilê min bû , me bihna azadiyê ji helbesta dikir, berî niha me li deverên girtî de çêdikir, iro me di cadê de çêkir û hiviya me ewe sala bê em li deverin xwežtir de çêkin, wek dî jî helbestê hatin xwendi astê wan bilind bû .
Baran Sindî: ev cara yekê ye kû ez tê de peždar dibim , xelkê hest germ hene, lê bi rastî helbesta bi dem re nîne, mehrecana helbestê bi taybet , ez dikarim bêjim helbestek nû kû ser wargihên nû bi nivîsênin nine, hê me xwe ji helbesta kilasîk xilas nekiriye , helbesteka kilasîkiya žikestî , bihtir dengê kû hêrsa bilind dike , ev ne ya helbestê ye,  ez bi hêvî me kû ev bibê bergihek ji helbesta kurdî kû wek kak Emer ismaîl jî niha di gotina xwe de got kû ji axura û tarîstanê derkevê û berû azadiyê ve herê , ber bi helbesteka xwe bighînê bejna birînên miletê me , bejna hêviyên di dilê miletê me de.
Elî Cizîrî: li destpêkê ez vê mehrecanê li hemi miletê kurd li Sûrî pîrozdikim , li helbestvana li rewženbîra pîrozdikim, çi yê li hundir , çi yê ji derve , mehrecan bi rêk û pêk e , em hêvîdarin kû ev salên kû bên azadî di welatê me de pêkbê , wê mehrecan xwežtir bê .
Narîn Umer : îsal min taybetmendiyek wê dît , yek jê ev rewža kû welat tê de derbas dibê, ya didiwa kû di mala seydayê Cegerxwîn de pêk hatiye , nêzîkî gora Cegerxwîne, ya siyê ez dibînim kû helbestê hatin xwendin di astek bilind e bûn, ez bi hêvîme kû ev mehrecan herdem serkeftî be û spasiya we dikim.
Evîn Žikakî: ez bawerim îsal gelkî bažbû, kû di mala seydayê Cegerxwîn de bû, ya dî derfetek azdiyê hebû , helbestvanan karîbûn bi rengekî azad hestê xwe bidin xuyanîkirin, û helbestê kû hatin xwendin, çi yên kilasîk yan jî yên nûjen, di astekî bilind e bûn  , ji mehrecanên berê gelekî çêtir bû .
Lazgîn Dêrûnî: birastî mehrecana helbesta kurdî ya 16 de mîn, ya bi navê azadiya zimanê kurdî cihê žanaziyê ye û karekî gelkî pîroz e kû ev helbestvan digihin hev , û bi taybetî li ber dergehê mala Cegerxwîn , gelek helbestên serketî hatin xwendin xuyabû kû xwediyê wan xwe di berde êžandina, lê min kêmaniyek dît kû helbest li ser vê žoreža îro li dare kêmbûn, bihtir li sr warnê dî bûn, min bi xwe helbestek li ser žorežê amadekiribû, lê nehate xwendin, kesin hene heta di tižtên kû di meselê zanistî de jî wek tižtên di karê partîtî de tê kirin wek dûrkirin, û rexna min li komîta amadekar heye kû çima navê min nehat xwendin .
Miž`el Osman: bi dilxwežî û kêfxwežî me derbaskir, helbestên bedew hatin xwendin, salên bên wê xwežtir û zengîntir bin, li dawî ez dikarim bêjim hinek (fewda) hebû .
Narîn Metînî: wek min di gotina xwede got, helbestvanên herî rast bi xwe re, gereke bi demê re be, bi žorežê re be, ew yê raste , ez mehrecana helbesta kurdî pîrozdikim, û serkeftin û berdewamiyê jêre di xwazim.
Mehmûd badilî: tev kû mehrecan îsal di rewžek taybet re derbas bû, dinava vê žorežê de , mehrecanek serkeftî bû, pir xwež bû, wek me xwest di bin navê azdiya zimanê kurdî de bi darket, berê me gelek zor û zehmetî didît , îsal bi rengek azad bû , serbest bû, hêviya me ewe kû zmanê kurdî bibe zimanek serbest di hundirê vî welatî de , û miletê me û yê Sûrî bi tevayî bighin armanca xwe.
D. Žiyar : îsal ser êžandin tune bû , li bajarê Qamižlo bi xwe bû, beždar bi hêsanî hatin bê tirs ne wek salên berê bû kû hatin girtin ser me di wê govê de , ew gova veder dûrî bajara , di mehrecana îsal de em bihna bayê azadiyê dikin , û helbestên hatin xwendin ne wek salên barê bûn , kû karîbûn me bi nerxînin yan jî me hilbijêrin jibû xwendinê , yan jî xelat jiob çaktirîn helbest.  Hêviya me ewe salên bê de em bi rewžek azadtir de kû hemû helbestvanên kurd li hundir û li derve bi civînin û bi rengek ekadîmî bi pêžxînin.
Mehmûd Sebrî: besî meye kû navê wê bibe mehrecana azadiyê , ev sal bi azadiyê hat xemlandin , helbestvan hindiktir bûn lê cûreyên helbestan bažbûn , em bi hêvîne kû sal bi sal bi rengek azadtir em mehrecana xwe pêkbînin.
Bavê rewžen: tevlîbûna helbestvanan pir kêmbû, bi nerîna min astê helbestê jî kêmbû. Amadekirin li mala seydayê Cegerxwîn gavek pîroz bû û cihê žanaziyê ye…
Ziyad Mendikî: hinek kêmanî hebûn ji aliyê komîta amadekar de , kû bi mejiyê partîtiyê mehrecan bi rêvedibirin, û hinek helbest ne di astê kû li vir bên xwendin...
Hozan girkundî: ev mehrecana helbestê ye, jibo wilo helbest hey û nehelbest heye, helbestvan heye û nehelbestvan heye, gelek helbest hatin xwendin ne di wê asta kû di mehrecana helbestê de bên xwendin, û wek dî komîta rêvebir li gorî tižtin girêdayî bi partîtiyê de kirin , yanî yê ne heval be û çuqasî helbestvanek mezin jî be, helbesta wî nehat xwendin, em bihêvîne kû ev kêmanî bên rakirin û carên bê bi serkeftîtir be.
 Se`ed Ferso: me demek xwež derbaskir, me ew zehmetiyên sala çiwî ne dîtin , ez vê mehrecanê pîrozdikim, ez wek hunermend her tim ez dixwazim nêzîkî helbestvanan bim , û gelkî bažbû kû xelata žanaziyê diyarî Xelîl mihemed Elî bû.
Diljar: ev cara yekemîne ez li mehrcana helbesta kurdî amade dibim, ez dibînim ji aliyê komîta amadekar ve hinek kêmanî hebûn , helbest jî, hinek ji wan ne di wê asta baždebûnê de bûn , gerek bû kû hatiban nirxandin , û ya herî zengîn û baž ew hatiba xwendin , lê çi karê wek vî karî tê kirin cihê pîroziyê û spasiyê ye .
Xelîl Kalo: nerîna min 2 gotinin : astê helbestê nimiz bû , xortin nû hebûn, se`eta wan xwež , gelek helbestvanên mezin hebûn, wek (melevan , bavê Žepal, Yusivê Dêrikê …)  çima ne hatibûn ? û pirs li vir , gelo sedem ji komîteyê bû yan ji wan e , ez kêfxwež bûm kû gelek xortên nû derketin, lê wek dî gelek helbestvanên bi nav û deng li vir bûn lê helbestên xwe ne xwendin !!
Kasî: mehrecan bi serketî bû, bi žêweyekî azadtir bû ji berê, û serkeftinê ji wanre dixwazim.
Mûsa Zaxuranî: berî 2 sala komîteyê ji bo helbesta kilasîk û ya nûjen çend helbest di hilbijartin ji bo xwendinê û ev tižtek žaristanî bû, û ew ya rast bû, kî bi xeyidê yan ne, ne wek îsal her yek hat helbesta wî di berîka wî de bû, gereke xwendina helbesta di riya komîteyê re ba, heger carna komîte ket žažiya de jî ne gelkî xeme, wê carek din nekevê wê žažiyê de, wek dî serma û seqem bû û ne rêk û pêk bû, wek ya pêrar.. 
  `ebas: (ji kobanê.. yek Ji endamê komîta amadekar): me wek komîta amadekar, biryar dabû kû em di 29/10/2011 an de li darxin, lê ji ber rewža welat û cejna qurbanê jî ket ber, me hinkî pažxist, wek ast jî ez dibînim astê mehrecanên berê bilindtir bû, belkî vê rewžê bandora xwe li ser kiribe , vê carê hinek helbestên baž li ser žorežê hatin xwendin, lê helbestên mehrecanê berê rindtir bûn, ji ber kû dihatin hilbijartin , lê îsal ew tižt nebû.
Dildarê Ažtî: carên berê me komîteyek nirxandinê hebû, ew helbestên kû di hatin, pil ji wan re dihat danîn,û çaktrîn helbest xelata xwe distand, pižtî 2-3 salan bi wî žêweyî hat kirin, me dît kû têgihžtina me ne di wê radeya pêwîst de ye, ji ber vê yekê gelek xeyd çêdibû , xort , helbestvan di xeyîdîn, gelekan di gotin çênabe helbesta me bê nirxandin, yan jî digotin ev kîne yên kû helbestên me di nirxînin , asta xwe li ser komîta nirxandinê re di dîtin, ji ber vê yekê me xwest em vê mehrecanê bikin mehrecanek gelêrî , û li gor rewža herêmê û rewža kû welat tê de derbas dibe, me navê wê kir mehrecana azadiyê … helbestên kû îro hatin xwendin , tižtin baž û rêk û pêk hebûn , asta wan ya hunerî bažbû û hin jê kêmî wilo bûn , û hinek jê gereke ne hatiban xwendin , lê bi tevayî helbest û helbestvanên kû beždar bûn navdar bûn, wek dî, helbestvanê kû di komîta amadekar de beždarbûn helbestên xwe ne xwendin , ji bo destûr bê dayîn ji helbestvanan re.. ev helbestê kû hatin xwendin wên bên komkirin û di pirtûkekê de bên wežandin .. li dawî ez spasiya malpera welatê me dikim kû tim van çalakiya di žopîne, cihê rêzdariyê ye li cem me, cihekî wêyî taybet heye li cem min.  

Ahwara Ako : ez spasiya komiteya bi rêvebir dikim . beždarbûna helbestvana baž bû, helbestên baž hatin xwendin, hinek kêmanî jî hebûn, gereke vistîvalê rengek dî standiba , beždarbûna civakî hindik bû , beždarbûna mêdiya hindik bû, me ne tilfizyonek dît , rojnameyek , kovarek, radiyok me ne dît, tižtek wilo tune bû.. ez gelkî kêfxwežim kû pižtî 15 salan ez ji derve vegerim û cara yekê li mehrecana helbesta kurdî beždar bibim , ez hêvîdikim di salên bên de xwežtir be .. asta helbesta kurdî pêžde diçe û helbestvanên me jî pir dibin, helbest dengê me dide xuyanîkirin ji cihanê tevî re …      


























































































































 





























 









Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2769