Jineke Xinanî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 15 äæÝãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



  Ji Þêrzad Hesen, kilameke dûrdirêj a hezar û þevekê li ser bedewiya jinê...
Romana Þêrzad Hesen “Jineke Xinanî” ji soranî bo kurmancî ji aliyê Besam Mistefa ve hate wergerandin û di nav weþanên Avesta de derket. Îsal du kitêbên din jî yên Þêrzad Hesen (“M” û “Xewna Pîrepindan”) li eynî weþanxanê çap bûbûn û ji aliyê heman wergêrî hatibûn wergerandin.


Ji kitêbê 
...Jixwe ji hemûyan nexweþtir li cem min çîroka xeniqî û negotî ya wan jinên xinanî bû ku qesabê kalemêr rojekê ji rojan jivan bi wan re danîbû, ew jinên tenê, bêdost û þermîn ku heya dimirin nikarin raz û niyaza dilê xwe li cem tu kesî eþkere bikin, ewên ku bi dizî li vê jiyanê dijîn; keç û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku qet û qet kesek tune weke vî qesabê pîr û kal bi ciwanmêrî û comerdî qala ciwanî û þeydabûna wan bike. Belê ev jinên ku tenê mirin wiha dike eba, çarik, laçik û nîqabên xwe bavêjin da ku kefen li xwe bikin. Ev jin kî bûn? Malên wan li kû derê bûn? Navên wan çi bû? Li kîjan goristanê bi wan hemû nehêniyan hatin veþartin?...
...Hinek jin hene bi xwe xinanî ne û bi xinxineke xweþ û þêrîn dipeyivin. Jina xinanî min dikuþt, zirgîna di dengê wan de min dîn dike. Dengekî ku xwediya wê hem perîþan û xembar e, hem tije hewes û hêvî ye. Keko zirgîna çi, kolekola ava þerbetê çi û awaza bilûra bilûrvanekî evîndar nagihiyê. Herdem vedenga wan dengan, dengên qalind û dagirtî yên jinên xinanî di guhê min de heya vêga jî dike zinge zing. Dengê tu teyr û firindeyekî ezmanan bi qasî dengê jineke xinanî li cem min ne xweþ e.
Jineke Xinanî
Þêrzad Hesen
Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
Roman
ISBN: 978-605-5585-81-5
19.5x13, 80 rûpel
10 TL







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2762