Tevgera kurdî ya siyasî kefenê xwe pîne dikî Rewşenbîriya kurdî terqîna dawî lixwe dixwînî
Dîrok: ÇáÃËäíä 14 äæİãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Mihemedê Seyid Husên

 Piştî ku bayê guherînên cîhanî, sînorên rêjîmên Erebisalmî yên radîkalî derbas kirine, bi taybetî yên ku bi tekpartî, tek-ezbetê û tekraweya destûrî, deshilatî ji ser pişta Tankê raçengî xwe kirirne nikderkriye, û îro-roj bi buhara Erebî naznav bûye, ezmûneya Tûnisê û Misirê bi saya helwesta Sîpahên niştemanî, nemaze ku hemelayî gel bûne, li gel kêmbiderdana mal û nemiran bizûtî bi dawî bûne,


 lê ji serhişkiya Qezafiyê hov Lîbiya xistiye cengeke milî-navxweyî, li yekrûyî kujtin, talankirin û felaketên wêranê, nemaze ku rexurê li ber çarenûsên aştiyane girtine, li Yemenê jî ezîtiya Elî Salihê yekane û diktator, kaxez tevlî hev kirine, sêkuçikî hêzên wê di genva perçebûnê de, tewşdînî û şaşwar semt wenda kirine, pêşçare ji ber destê êşnasan dûr ketine, beşê xwepêşandêr yên siyasî û aştiyane, çekdarên el (qa,îde) çekdarên hozên hemecûr û rêjîma fermandar, tenha ku bi şerê Qa,îdê rûyê xwe, li ber Emrîka û Ewropa sipî kiriye, da qena di encamê de temenê xwe li ser kursî dirêj bike, an ku destguhêziya destelatdariyê bi şêweyekî aştiyane cîbecî bike, bo ku xwe û mirovê xwe, dar, destekar û partiya xwe, ji dadgeha gunehbariya navdwletî biparêze.
    Herwiha sura guherînên buhara Erebî, di 15 – 3 – 2011 an de sînorê Sûriyê jî qulaptiye, lixêvên heman bayê pîroz li welêt û gel tevxuricîye, mîna wermê în li dûv înê cemawirên pirotistêr, li kolanên navçe û parêzgehên Sûriyê bi tundî pêldane, bê jimar nemir ketine, birîndar û girtî nayên jimartin, di bin îşkenceyê de tanî bi zarokan şehîd ketine, li hemî bajaran pevketiyên (tensîqiyatên) ciwanan hatine damezirandin, pevketiya sûriyê ya giştî bo hevgehîniya hemî bajaran dameziriye, li gelek bajaran xwepêşandêr bûne bi sedhezaran, di serî de diruşmên azadî, dirûzkirin û wekheviyê hildane, lê dema ku rêjîm har û cinuberî bûye, bê derfet û tilam ketuber ciwanên pirotistêr, yên sîngtazî û destvala bi sedan kujtine, wisa ta ku gelê sûriyê bi giştî, bikin giraw û goriyê kursiya malbata xwe, loma gel jî bêstin derngîx diruşma rûxandina rêjîmê hildaye.
    Çi kesê ku rabudûyî kêşeya şoreşa Sûriyê bûye, xweş tîbîn kiriye ku zixt û zewrên derve, bi taybetî Turkiya ji pêlake nêz ve berepaş vegeriyane, bê sedem û tilam wisa sar û tevizî mane, di serî de têkçûna encûmena ewlekarî ya navnetewî, le sebaretî dupatkirin û şermezariya rîjîma Sûriyê, dadgeha navdewletî, paşê hêzên mezin di cîhanê de, weke Emerîka. Ewropa û Turkiya sînordaş, li gel hewpeymaniya Nato, bêdengiya erebî ya cankuj, di pêşî de ewledarê giştî {Camî,a el Erebî ye} encûmena kendavê ya hevkar, helwesta Rosiya. Sîn. Hind, Berazîl û başûrî Efrîqiya, Hizbelah û Îranê,  nemaze ku destekarî dane rêjîma Sûriyê, ne peydabûna metodên medya cîhanî ya derlayen, nemaze ku nûçeyan weku heye ji navkutka bûyerê ragihîne cîhaniyan.
    Bi ser ve jî hêj sedmên piralî û têvelrû hene, yên ku xurtiya rêjîmê di hindirû de diçesipînin, bi taybetî ku hêj percoyeke xweşbextî, bo gelê Sûriyê serê xwe miç ranekiriye, ango razperîziyeke mezin mujde û mizgînî, ji nav Sîpahên welêt yên daxbar (parêzerên cî û war) negihandiye milet, lê mixabin li ser dirêjaya zêdeyî 40 salî, Sîpahên niştemanî ji tîreya malbata Esed, ya (elewî) bi rêja zêdeyî 80% ji sedî hatiye damezirandin, vêca ji kîjan baweriya diblomasî Sîpahê niştemanî tê te pîvan, herweku berjeng û çavkanî ji kolanê bang dikin dîdevanan, nemaze ku hêj di bin fermandariya Serokomar de yekgirtîne.
    Herwiha ji 13-15 de dezgeyên karbidestên ewlekarî, hêj weke xwe pê re sûndxwarîne, saziyên karnasîn yên çînî, olî û yên qaşo şarewerî gewde dikin, hêj tev pê re likar û destekarin, bêtirê sermayedariya Sûriyê li bajarên mezin, weke Heleb û Şamê hêj piştevaniya wê dikin, eniya niştemanî ya qaşo pêşverû bi partiyên xwe ve, hêj mîna dîl û rebenan xwe pê ve kirine dirdirk, birêvebiriya saziyên dewletê bi hemî terxane û karnasiyên xwe ve, hîj di bêdengiya miriyan de kayîna abûneyên xwe dikin, bi ser ve jî alîkariya. Îranê û Hizbelah bi hemî pêkarînên xwe ve, ji hemî hêlekarên siyasî, serbazî, nûçegihanî û ekonomî pê re hevkarin.
    Lê mixabin ya ji tevan kambaxtir ewe, ku hêj dijberiya Sûriyê ji hevpijiliye, tarumar ne liserheve, hêj di genava cîyewaziyên nakokîbar de digevize, ji valî-walî di nav dafik û xefkên berjewendiyên erebî û biyanî de werdibe û di perpite, tenha hewladanên perîşan lêre û lewê bêtir li derve çêbûne, lê mixabin tanî nuha nikarîbûn berdêliya destguhêziya eştiyane, li şûna destelardariya malabatî çêbikin, nemaze ku bi lezbîrî piştî rûxandina rêjîmê, çarçuveyeke pêşewatî bo radestkirina desthilatê emade bikin, ku ji dêvla tundutûjiya rêjîma totalîtar, destelatdariyeke şaredarî, hemejimare û dîmuqrasî ava bikin.
Herwe mixabe ku mirov ji sinc û nîhadê xwe biaxive, hîç gazin û tomet ewqasî ji dijberiya Sûriyê nabin, nemaze ku nêzî 50 salî ji encama çewsenkarî û pelekutkirina rêjîma totalîtar, gelê Sûriyê bi giştî bêzar û li aziyê bê kesukar û bêçare maye, rêxistin, kes û rewşenbîr yên dijber qedexe û revend, di zindan û îşkenceyan de bawî mane, weke noka ku tu li kevir xîne, tarumar, qels û lawaz li her pênc parzemînên gerdûnî belav bûne, vêca hêviya yekem îro-roj maye ku ciwanên Sûriyê yên serheldêr rêjîma noker riswa û şermezar birûxînin, hatiene ku ji kolanê rex nedin, ku di tu ferhengan de ne rahêjin çekan, da qena rewaya cenga milî nedin rêjîma ku bi hemî rêawayan lê digere, lê bi hêza kargoriyên gewre rêjîma faşist, dê ji ser kursiyê şahanî bipengizîne, mîna tewanbarên cengê, serok tevlî dar û destekarên wî, dê bajon ber dadgeha gunehbariya navdewletî, bera rêjîm di şaşiyên xwe de hemberî civaka navdewletî bi şewite, herweku şaşiya rêjîmê mîna şaşiya helkerê bumbeyaye, di yek şaşiyê de giyanê xwe tevlî kursî li ser dikî.
    Gelo îro-roj erkên tevgera kurdî ya siyasî û rewşenbîrî çine, bi taybetî ku ji kûr û dûr, dirust û çaksaz pêşbînî û xwezyarên gelê Kurd raçav bikin, ku li ser tabloya nexşeya cîyosiysî sêpila pêgeheke pêşiwar bo xwe bipejirîne, neku mîna dîroka zêdeyî 50 salî tenha li ser tena xwe bigire, wisa milet bêzar û naçar, bê dar û destekar bihêle, guhên xwe paçik bikin û çavên ji ser guherînên cîhanî biguherin, hîç xwe bi giraniya kirîzeya heyî hay û hest nekin, dibe ku hêj di çand û bikaranîna dîmuqrasiya sîstematî de negihane, nemaze ku perensîpên wê yên siyasî, civakî û mafnasîn bi giştî wekehev dikî, ku serokê partiyê berevaniya heman perensîpa pîroz bikî hêj li ber neketine.
    Careke din pir daxe ku serokatiya tevgera kurdî, vajî perensîpên jorgotî pirsgirêk rave kiriye, bi taybetî dema ku li ser zemîna ketîwarî lixwe hay bûye, ku ciwanên Kurd stûbariya pêşinyarê bo têgeha kirîzeyê û dîmuqrasiyê  radestî xwe kirine, hinga textê şahanî di bin wan de ji kokê de hejiya ye, êca ji nû ve lixwe bûne pale ku bizûtî xwe bidine serhev, û bi rastî danserheva wan zûtir çêbûye, hemî pêkhatên gelê Kurd li rojavayî kurdistanê, yekbûna tevgerê bo şoreşa heyî mujde û mizgînî wergirtine, lê mixabin bi qasî ku yekgirtina wan ji bo kirîzeya heyî li darketiye, ji wî qasî bêtir ji tirsa ku cemawirên ciwan bi hevpeymaniya rewşenbîr, piştî rûxandina rêjîmê fistoqiyê li wan jî çêbikin, wan jî ji ser textê şahanî weke ezbeta fermandar bipengizîne, ji ber ku di paxavên pêşerojê de, berjewendiyên xwe yên tekakesane di guherînan de nabînin.
    Herwisa ji zêdeyî 50 salî ve, li ser destên komonîstan û di bin sîwana rêjîma totalîtarî de, perwerdeyî rêbaz tekpartiya fermandar bûne, loma bi hemî rêawayan rê nedane cemawirên ciwan û rewşenbîr, ji tirsa ku şûnwarên şengebuharî li wan bikin kerafî, bi ser ve bi yekcarî ciwanên Kurd ji herdû regezên nêrza û mrza ve, cîyê xwe di navgîna tevgera siyasî de nedîtine, loma baş çesipiye ku yekgirtina tevgera kurdî, ne tenha bo kirîzeya heyî pêkhatiye, lêbelê bêtir ji bo ku xwe ji cemawirên xemsar, ji ciwanên serhildêr çêkroxê şoreşê, yên ragirtî û pifdayî biparêzin.
    Wilo jî ku yek bi kûrayî û stûbarî ji nêz ve, li rewş û pergala tevgera kurdî, bi şêweyekî taybetî serokatiya wê vekole û binirxîne, wê binase ku mirov bêhoş dikeve ber şeg û pekên mitale û nihêniyên koromîd, hemî nûxwazên guherînên dîmuqrasî, raman û arezû, mebest û armancan, mirov noqî nêv tengezariya hevrikiyeke pûçencam dike, vêca kêmçare û vewestiyayî mirov xwe dispêre coşa helperîna lawên qûnaxê, ciwanên han û halanê, nemaze ku hêvî ji nû ve, li ber qîrdana şoreşê, di wan de bişkivîne, wisa jî reg û rîçalên xwe berdane ser rewayê.
    Ji layekî ve pêşewatiya tevgerê, paxavên mandê ne li gora ezwerî û pêşbîniyên xwe dixwîne, nemaze ku hin ji niwênerên rewşenbîriya kurdî, û rêvebiriya ciwanên şoreşvan bigihên hev, û li siberpjên nêz bi hevkariya karubarên hin ji kadroyên tevgera siyasî re, dê hin bi hin cilik ji bin serokatiya hişpîr û piştqof bête kişandin, wê perensîpa hilbijartinê paertiyên biçûk di çarçuveya pêşewatiya yekgirtî de bibişivîne, wê qewar li wan bçûk û teng bibe, di encamê de wê giyanê helperestî yê xwedbînî û xwetenparêzî ji holê rabe, wê hin ji rewşenbîrên ciwan lawên qûnaxê piştgiriya wan bikin, di encamê de wê serokatiya tevgera kurdî serguherî hev bibe, dê yekî li dûv yê dinê mîna serokomarê Sûriyê birûxîne, wê di ortaxa civakê de serbêş bibe, wê kadroyên nûhatî lawên qûnaxa guherînan, ji nû ve zîvar û tîşên dîrokî yên serokatiya kevnar pîne bikin.
    Ji layê dîtir ve me digot qey serokatiya tevgera siyasî ya kurdî, wê bi çavekî nû li guherînên dîmuqrasî, û tevgera ciwanên pirotistêr yên kolanê meyze bike, wê li gora xweztekên qûnaxê xwe jî pê re biguhere, lê mixabin nikarîbû xwe ji bin sîwana 3 ê lêvegerên kurdistanî, p.d.k - p.y.k. - p.k.k kutah bike, û li tyaybetmendiyên rojavayî kurdistana Sûriyê vegere û diruştir rave bike, tenha ku bi têrutesel kirîzeya heyî li ser terezûya hemdemî teqle bike, loma bi şêweyekî xwerû û xweristiyane, timî li nêv zeviyên kaleşûv tekoşîna kilasîk dike, gireft û kêşeyan li gel armanca gewre bi koranî dipelîne, li ser eydiyolojiya totalîtarî û zavê hoza paşverû hêlecana têkçûnê dike, wisa hîç xwe vexwendî nûxwazên qûnaxê û erkên pêşerojê nekiriye, li gora jîwarê ku tê de bi can, xwîn, raman û qelafet dijî dirust nexwendiye, bê viyan, bêhavil û jidestxweçûyî, li dûv qûnaxê bi dehkên salan kulek dimeşe.
    Ku em bi rastî têkeliyên rewşenbîr û siyasî bi hev re sînor bikin, gerke tucar nejbîrî raman, hiş û yadigarên me bawî nekin, rasteqînê eşkere li babikin, nemaze ku pêbendî, û binaşeya baweriyê di navber herdû hêzên serete de bi yekcarî kêmpeyda û betaye, vêca ku em ji nû ve bixwazin tevgerke nûdemî û nimûnedar, ji rewşenbîr, ciwan û siyasetvanên lawên qûnaxê hevpeyman ava bikin, di serî de gerke karubarên bineretî û dirust bo me ewbin, ku em baweriyê li şûnwaran vegerînin, ku em bixwazin tevgereke dîmuqratîk, şarewerî, kêşegir û namedar, tevgera ku niwînerên hemî pêkhatên civaka kurdî di xwe de dicivîne, tevgereke yasayî û hemdemî, nemaze ku li ser hêmanên zanistî û saziyên civaka şarewerî, helwestên cîyosiyasî di herêmê de digire û bikar tîne, ne weku desthilata malabatî tenha li gor eydiyolojiya tundutûjiyê, ya  xweparêz, radîkalî û totalîtarî, nemaze ku rêz, rewişt û rêpîvanên mirovanî, di asoyên xuyanî de li cem peyda nabin, rêjîma ku ji berya 40 salî ve şêwazê xwekujtin, di rojholata naverast de afirandiye, û di encamê de wê heman xweliyê li serê xweke û xwe jî bikuje.
    Hîn çaktire ku tevgera siysî bi hemî derbirînên civaka kurdî ya hemereng ve, perensîpa goftugoya mêwedar, di bin banê wekheviya aştiyane de damezirîne, gereke berî her tiştî xwe ji neryana pilangerî dawişîne, rêpilan û rêbazan li ser binemayên guftugoya wekhevî, nemaze ku zîlanên hevdû pesendekirinê radest dikin, herweku kesek ji kesî ne mezintire, ango ne weku şivan, gavan û kole bi mîrzayên xwe re gotebêja qels û xurtan dikin, ji ber ku her kes têgihaye, ku gel jêdera destelatdariyê gewde dike, dêmekî dîrok dê nefretê li we û rewşenbîran bibarîne, nemaze ku îro-roj hûn berevaniya nifşên nûhatî nekin, û nûxwazên qûnaxa hemdemî ji derfetê raçav û himêz nekin.
    Reha kesek nikare bide mandelê, ku rewşenbîr û hemî pêkhatên civaka kurdî, ji heman jêdera ku siysî, Dr. Endezyar. Hoker. kesên serbixwe û rûdarên civakê, tev jê zane û gav dane jiyanê, hîç me maf jî nîne ku kurdewariya tu kesî talan bikin, lêbelê li ser zemîna ketîwarî, bo hemî gireft, kêşe û hûrpîşên siyasî û ronakbîrî yên civaka kurdî, gazin bêtir ji siyasî û rewşenbîrê cotkar dibe, lê mixabin ku mirov bişûnde li dîroka gelê Kurd vedigere, bilî hevgarî û felaketên perçebûnê û cîyewaziyên nakokîbar nabînî, hîç me ezmûne ji wê dîroka xembar negirtiye.
    Herweku rewşenbîr ji heman dîrokê dexisiye, vêca ta ku jê hatiye xwe piçupar, tarumar û bêhode, di kişwera tenistana bextreşiyê de, quretiyên vala lê re û lewê erzan difiroşe, li ser perensîpa zikreşî, çavnebarî û xwetenparêzî mijaran dipîve, mêr û gernase dema ku raserî tevgera siysî tê, lê bizdonek û jidestxweçûyî hêj di bêdengiya goristanê de dijîn, dema ku rêjîm pilan û finasên kesanedî di kurdên bê guneh de dikî, çi pirojeyên ku bo dirûzkirina navxweyî pêşinyar dibin, ew dê yekî nû di ber re rakin, loma dibêjim gerke mîna saxên mirî terqîna dawî li xwe û rêjîma Ezbeta dêlegurên har û noker bixwînin.

 

Mihemedê Seyid Husên...Qamişlo...7 – 7 - 2011
   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2757