Despotes
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 09 äæİãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Berhevkirin : Melevan Resûl

Di zimanê siyasetvanan de bêjeya despotes (استبداد) hevcotî gotina diktator bi piranî tê bikar anîn , ji sedema zordariya li ser civak û welat tê sepandin û dibe gengaz di riya kawdankirina civaka azad e  , wateya gotinê bixwe ji bêjeya Yonanî hatiye wergirtin (despotes) di teyora civaknasiyê de hatiye bikaranîn , lê niha ew bêje wateya civakî derbas kiriye û di nava gotara siysaî de tê gotin , ango ji wateya malxwetiya malê yan xwedanê malê û malbatê rengekî dî û şêweyekî dî daye xwe û sînorê malbatê derbas kiriye û xwe gihandiye zanista konevanî ,


 ya ku desthilat bi dest xweve aniye û serdestiya xwe bi şêweyê  bavane bi rêvedibe , nabe ku kesayetên civakê li hember vîn û beryara xwedanê malê  rabin , em dikarin bêjin ku ji rengê xwe yê sincî derketiye û veguhestiye sistemek konevanî , nabe tu kes beryara wî ya evra bişkîne û li hember daxwaza wî rabin yan dêmê xwe gemorî bikin , çi dema hemwelatiyên (zarokên) wî ji şêwir û fermana wî derkevin , bê dudilî beryara cizakirinê li wan dibirre , çimkî wan nezan dibîne û pêwiste li berjewendên wan xwedî derkeve û ji riya xwehriyê wan vegerîne  .
Li dijî vê ramanê ronakbîr Ebdurrehman Kewakibî dibêje : (Mirovên despotes viyana mirovan binpêdikin û li gor bivîna xwe wan birêve dibin , her wisa spotest dijminê mafa ne , kujerê azadiyê ne , heger maf bibe bavê mirovahiyê , azadî dibe dayik ,û mirovên normal zarokên sêwî ne di xewa girande ne , zanevan birayên hişmendin , ger wan zarokan şiyarbikin ew diraperin û gurr dibin , yan jê xewa wan bi mirinê ve girêdayî ye)  
Yekemîn car bêjeya despotes di wateya siyasî de hatiye bikaranîn ji serdema şerê di navbera Faris û Hêlînistan de (5 sed sal berî zayînê) derketiye , di bîr û boçûnên vêlezûvê navdar Aristo de bawer dike ku deshilatiya despotestan tu carî aramiyê bi xwere naîne , ji lew rexneyên kûr lê kirine û li dijî derketiye ,  lê di firhenga siyasî de yekemîn car Bizansiyan ew di piratîkê de çesipandine wekî rêzbend û rêzdarîke  bilind û dextexanekî hêja li keç û kurên qiralan dihate pîroz kirin .
Zanevanê civaknas Montîsto dibîne ku despotes sîstemek xwezaye li gora civaka rojhilat , lê dibe biveyek ji bonî rewabûna civaka rojavayî û sistemê tevlîhev dike , goman dike ku çanda rojhilat pêtir amadeye ku rûdanên despotes têde xwedî bibin , ji ber hebûna hokarên bineretî rê didin van diyardeyan ,  hinek rastî di vê bawerî û gumanê de heye ,nemaze dema em werin dîroka Misriyên Far"ewnî bixwînin  , çawa (Naram Sin , Şarokîn û Far;eûnî) dibin xwedawend û qiloç bi serê wan ve çêdibin sembolên xwedawendiyê û sîperê  li xweza û mirovan dike , bawerin heger bê viyana wan wê jiyan raweste û felaket bi ser serê wan de werin , her weha di mezoptamiya de jî ev diyarde bi piranî li rû dide , hem di serdemên Someriyan û heta xwe bighîne serdemên Babeliyan û Aşûran de , hemuyan ji bonî berdewamiya ferman û têgihên totalitariyê ji xwere peristgeh yan pûte avakirin e , evê hişmendiyê heta demên dirêj ajotiye , em dikarin wekî mînak ji dîroka ola Islamî jî wergirin , her çendî ew bi hebûna xwedayek bê hempa bawerin jî lê diyardeyên xwedawendiyê di serdemên Xelîfeyan de derketine , bi taybet di deshilatiya Umewîyan de , wekî nimûne em dikarin helbestên pesindana evra û xwedawendiyê di ristina helbestên dîwanên Xelîfeyan de bibînin mîna (Cerîr ) di pesindana Ebdulmelik bin Merwan de . her disan jî ev hişmendiya li dij bîr û baweriya Islamî di serdemên Ebasiyan û Fatiminyan de derketiye , Ibin Hanî di helbestekî xwe de ji Me-azddin re dibêje :
 ما شئت ما لا شاءت الأقدار فاحكم فأنت الواحد القهار
وكأنما أنت النبي محمد وكأنما أنصارك الأنصار
ندعوه منتقماً عزيزاً قادراً غفار موبقة الذنوب صفوحا
أقسمت لو لا دعيت خليفة لدعيت من بعد المسيح مسيحا
Ji vê hişmendiyê em dighin qunaxekî ku saykolojiya miletên paşketî dihêle ku despot despotiyê bikin . vêca dema despotî di nava civakê de rûnişt û bi darê zorê hate çespandin , ew dibe mîna bawerîka olî û civak pê dirabe û dirûne ,  bi sanahî ew têgeh ji mejyê civakê û despotan dernakeve , lewra pêwiste ku ev hişmendiya civakî û çanda perwerdekirinê were guhestin û saykolojiya milet were analîzekirin û ji nûve avakirin di riya hînbûna civakê ji perwerdahiya zanist û şikandina baweriya çewt û ne lirê , xwepêgihandina van hîman giyanekî berpirs û fedakarîke wêrek dixwaze , yan jê wê despotekirin di her çax û demî de bibe nexweşiye temen dirêj di civakî , wê demê ne welat têne avakirin û ne civak dikare azad bibe .
Ev yeka di saykolojiya her mirovekî xwedan hêz de derdikeve , ne tenê hêzên desthilatdar de , bila komik be , partî belê , regez be . dema mejyê hînkirî hebe pêwistî bi vê gengeşeyê bi tevahî namîne û civak bi aramî dikare rêûrismên paşeroja xwe nîgar bike .
    7/11/2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2750