Bila helbestvan li ser konê min bilorînin
Dîrok: ÇáÓÈÊ 05 äæÝãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Melevan Resûl

Demsala me ber bi çirya telîkirîn ve diçe , ez bi çax û demê ne serdem bûm , mîna þeva gayê zer û çûka tirotanî li min hatiye , hîna dipiçûkaniya xwede min hejmar tevlîhev dikirin û hîna jî ez hezaran li pêþiya dehan dibînim , xiyar û gêzbelokam ji hev naveqetînim , stirhên tiþtîr û beranan mîna hevin , her weha ba jî mîna bahozê dibînim , dîdeyên min di sergurkê de nedûrbîne û tajiyên nêçîrvanan hîna di helkdanê ye , lehneyên kêvroþkan di nava gelaþê zerdêm de berze bûye ,


dapîra min jî lezgîniyê li min dike da pergala xwe li gor zivistana di rêde bixemilînim , ji gazind lomeyan rizgar nabim , zarokên min çiplaq li ber difna min rwestayî bê pêkhatin û mûnetê demsala sira vî çileyê dijwar ya ku mû ji maran dike û teliyan diwerîn e , di kunzoxê em têde diêwirin xwe li ber taviyek bareþ nagire , dapîra min jî palos ji gund û taran anîne , pîneyên cawê rexinî ji pars û danhevê anîne , de were malxwêyo û þaþika xwe li erdê nexîne , ezê çi terziyê ji paçên gemorî û rizî re bikim , ka çend ston divin kon li ser sêpiyan ragirin û çiqas þelît û werîs divin da werselên vî konê herhilî kaþ bikin û req rawestînin ?.
Ax ji xemsariya min re keko , di werzê havînî de min kar û bara vê rojê nekir , vêca çawa ezê bi pîneyên parsekê û cawên qet û met  li hevbidim , hinek jê kinin û hinek jê dirêjin , hinek jê þalin û hinek jê çewalin , de were rebeno tê çawa zivistana xwe û zarokên xwe di bin de biqedîne , nema zanim çi bêjim û çi bikim , hew tenê ez dizanim ku wê dinîvê çileyê zivistanê de kon li ber ba here û beþt û tîre li qafê min û zarokên min kevin , nema lingê revê jî dikarin ji teqana heriyê û alandina werîsê konê hilweþayî rizgar bibin , qey qedera min e ez li konê pînekirî û peritî biêwirim û bibe tiqtiqa kenê min jî bi vê bêqidûþiya min . heger hesabê min hebûya ez nedigiham vê semtê , xelk û alem di avahiyên sed qatî de xwe li ber lerzînên xwezahî digrin , ne wek gunehên li Wanê di binê wêranê xaniyan de dimirin û ez rebenê xwedê bi konikê peritî serbilind û serfirazim . bila tu kes kenê xwe bi konê min neke û heger ez ketim barova bahozê hew tenê bila helbestvan hestên xwe bi hozanên xemgîniyê li ser min bilîlînin .
5 /11/2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2744