Cegerxwîn dimîne jîndar
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 26 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Narîn Omer
narinomer76@gmail.com

Dema mirov ji dinê bar dike êþ û janê di dilê mirov û heval û derdoran de diçîne û keseran ji can difirîne, û  roj bi roj, sal bi sal  navê xwe û wêneyên xwe di hiþ û giyanan de di kola. Lê dema ew miroveke navdar be û qedir buha be  mîna seydayê (Cegerxwîn) ew heta di hest û coþeyan de jî dijî û tu caran nayite jibîrkirin.


Cegerxwîn jîndar dimîne di raman û dilê kurdan de ji ber kû ew ne tenê helbestvan bû an jî lîkolîner û nivîskar bû, belê çimkî ew miroveke welatparêz bû, û xebatereke dilsoz bû.
Cegerxwîn jiyana xwe ya kesayetî û malbatî kiribû di bin xizmeta gel û civaka xwe de. Ew bi salan dûrî hevjîn xwe û zarokên xwe dijî, û dîtina wî ji wan re dibû hizret. Beriya niha min daxwazeke keça wî (Suwad, Buniye) belav kiribû dema dibêje:
Xwezî ji nû ve bavê min jiya ba û ez vegerabama zarokeke piçûk da min xwe parastiba himbêza wî û ez di nav hizkirina wî de avjen bûma.
Ew vê gotinê dubare dike û rondikên çav û giyana wê bê çare dikin.
Ew þevên dirêj di zindana de jiya ye da gelê wî serbest bijî, ew dijî paþveçûn û sitemkariyê sekinî û hawar  li gelî xwe dikir kû ew mejî û hestan ji guman û ramanên reþ û genî biþûn.
Wî wekhevî dixwest di hemî hêlên niþtimanî û civakî de, lewra bi dehê caran þerê wê dihate kirin.
Cegerxwîn karmendeke lehing bû di hola doza jinê de, wî pêþketena mirovan û rizgariya welat û civakan bi azadî û rizgariya jinê ve girê dida, wî ji malbat û zarokên xwe dest pêkir.
Silav û rêz ji giyanê nemir Cegerxwîn re û ji giyanê hemî karmend û dilsozên me re.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2727