Berpirsyaretiya mafê kurd li sûrî kî hildigrê?
Dîrok: ÇáÃËäíä 24 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



EHMED QASIM
  Pêncî sale partiyên kurdî berxwedidin li beramberî rêjîmekî necadperest bi þêwakî siyasî û haþtiyane, bo bidestxistina mafên netewî û bi dawî anîna setemkariya rêjîmê li ser xelkê kurd li sûrî. Di vî pêncî salîda rêjîma sûrî yek gavê bi paþda neçûye, û setemkarî li ser kurdan kêm nekirîye, tevî ku çavên xwe ji ser çalakiyên xebata partiyan car caran digrê, lê bi hezeran çavjî þêweyên wan çalakiyan diþopînin, û ji bo her çalakvanekî ji partiyan doseyeke taybet amade dikin ji pêþerojêra.


      Bi þêwakî zanyare têkilî bi her endamekî partiyanra vekirin, û di riya nûkerên xwera, xwe ji kesayetiyên bingehva nêzîk kirin, da ku piskolocîya her yekî nas bikin û li gor wêjî pêwendiyên xwe bi rêva bibin. Lewra, li dirêjîya pêncî salî bi sedan kes bi xweva girêdan, di wexteke ku stiratêcîya xweparastina partiyan di nava partiyade tuneyîye. Her wehajî, bê zanebûn , hêdî hêdî gelek kesayetîyên partiyan ketin bin bandora rêxistinên parastinên rêjîmê, û biryarên partiyanjî ji bin wê bandore dernakevin, û partî ji xweseriya biryaran bi dûrketine, ku buye sedema perçebûn û neyekrêziyê di wextên tengda.
      Li kêlek rêzên partiyan bi sedan, eger ne bi hezaran kesbin, çalakvanên serbixwe peydabûne li dirêjîya temenê tevgera kurdî: nivîskar, rojnemevan, hûnermend, helbestvan, lêkolîn û lêgervan, olmend û êlmend,rewþenbîr û dîrkzan û Hwd… bi tevayî evana bingehekî dewlemend ji tevgera kurdîra peyda kirin, û pergalekî stûr ji binyada xebatêra rêsandin û hûnandin. Li hêlekê ev dewlemendiya han bûye bandorekî parêzer û çavdêrekî þiyarmend li ser berdewamiya xebata tevger û partiyên wê, û li hêleke dinjî bargiranîyek rastî avêtine ser erkên berpirsên partiyan. Ji ber ku partî fêrî çavdêrîyê nebûne, û giringiya rexnedarî li pêþ xwe nedîtine, her wehajî, li beramberî pirsyarî û rexneyan þer û nakokî peyda dibin, ji  aloziya zanyarî û perwerdî jî, derz û perçebûn dikevê nava partiyan, li þûn yekrêzî û hevbendîyê.
          Rastiya din ewe ku, ber li pêþ rêjîmê fere bûye, pêwistiya wê bi alîkariya hin nûkerên  di nava partiyande çêdibe, û wan nûkeran dikine dewrê bo rolekî nûkerî di nava tevgerêda bilîzin û nûçeyan bighînin dezgeyên parastinên rêjîmê, li gor wan nûçeyanjî rêjîm pîlanên xwe didozînê û dîsa bona bicîanîna pîlanan, her nûkerên xwe dixinê dewrê, û bi hawakî zanyarî bilokên me yek li du yekê hldiweþin bê ku partiyên me kanibin ji bin bandora pîlanên rêjîmê derkevin, û biryara xweser þopa xwe bistînê. Gumana min ewe ku, pirkên serhildana sûrî bi xurtî xwe davêje ser hiþ û balên rêzên partiyan, di demekêda, ku hêza parastinên rêjîme gihiþtiye alozîyeke pir tenik, û derfeteke baþ peydabûye bo partiyên me xwe ji bin bandora rêjîmê derxînin û biryarên xweser bigrin ji bo rêka serketinê di van rojên awarteda.
     Biryara girêdana kongireya niþtîmanî pêwiste bi biryareke xweser û azad, da ku berhemên bi sûd jê werin girtin. Bi van þêweyên radikal û partperest qet em naghên encamên bi sûd, û heryek zanê ku heta careke din kongireyeke din werê li darxistin dîsa deh sal têda dicing. Yanî tê wê babetê ku, bi vî awayî xebatê hin dixwazin kongire bisernekevê, û beravêtî bibê. Eger bi vî þêweyî ev kongire bi rêva biçe, kî çi dibêje bila ê xwe bibêje, lê rastiya wê ewe ku ev kongire di bin bandora parastina rêjîmêda bi rêva dice û ti sûda miletê kurd têda tune, eger zirarê nedê.
       Li vê þopandinê pirsa herî giring ewe: kî berpirse ji ber mafên kurdva, û kî dikanê nûnertiya pirsa kurd bikê di wexteke ku tevgera kurdî ne liserheve û nejî serbixweye di biryarên xweda. Ne bi çûk, û nejî mezintirîn hêz bi vî þêweyî nikanin di rewayetiya gelêrî veçînin û bibne nûnerê rewayê pirsa kurdî. Di virda disa rastiya pirsê xwe didê pêþ bi rengekî rewa, ku nûnera pirsa kurdî, nêrînin azad û pirsa xweser û çalakiyên çalakvanên li ser þiqam û nav kolanan, evin yên xwedî pirs û rewayê xelkê xwene, ne yên daran dixine ber dolabên tevgerê ji bo bercewendiyên xwe û hevparên bazirgan.
Nivîskar û siyasetmedarê kurd ji sûrî  
24102011  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2722