Xemgîniya lehengê nemir Miþel Temo
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 18 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



  Ebdulbaqî Huseynî

Di vê behya pîroz de, bi dilekî xemgîn ezê hinekî li ser jiyana lehengê azadiyê Miþel Temo a taybetî rawestim, da ku xelk zanibin, çima hemî mirovên cîhanê xwe li dora cendekê vî qehremanî ve dorpêç dikin.
Bêguman, gotinek pêþiyên kurdan tê holê dema ku dibêjin: ”Mêr dimre nav dimîne”, û wisa Temo navekî giranbuha bi dûv xwe de hiþt, û vaye li seranserî cîhanê ronî dide. Ev roniya ku ji ked û xebata dehên salan ji jiyana Temo ve hatibû deranîn.


Xebata wî a bê sînor, ku her dem dîmena welat û gelê kurd li ber çavên wî bû, ewî hemî demên teng û frih de li darbû, tu rojê ewî gazin nekir û ne got ez ji vê xebatê mandûbû me, digel ku ew mirovekî ji malbatekî dewlemendbû û jiyana wî a aborî biserketîbû, li hestên wî herdem bi gelê wîyî belangaz re bû.
Temo di her kêlîkê de bi êþ û azara gelê xwe mijûldibû, ji ber dizanî evî gelî çendî ji layê rêjîma Sûriyê a nejatperest ve hatiyê çewsandin. Li ser gelê xwe qet qebûl nedikir, loma ewî da ku kurd bi azadiya xwe þad bibin xwe kire qurban.
Temo jî tevlî kerwanê þehîdên Kurdistanê û herwiha þehîdên niþtimaniya Sûriyê dibe, bêguman cihê mirovên mîna vî qehremanî bûhiþta sermediye.
Temo wekû hevalekî min, sê tiþtên balkêþ û hevbeþ me dighande hev, ku ew jî evin:
1. Xema welat û hevalbendiya çepê kurd,
Demek dirêj partiya ”Hevgirtina Gel” em hembêz dikirin, dema em di yek refî debûn ji hevaltiya partîtî, dema ku xebat û tevgera siyasî med diçivand, li vir ez dikarim bêjim ku Temo tuçarî hedan nekete jiyana wî a siyasî de, wî ji temenê 18 salî destpêkir ta koça-dawî ku canê xwe spart banê gerdûn.
2. Zimanê kurdî û toreya tar û mar,
Evê kêþeyê hemî hiþmendiya me dibir, Temo wek hemî xortên nifþê xwe, baweriya wî bi nivîsandina zimanê kurdî ve dihat, ewî belavokek bi navê ”Stêr” a partiya ”Hevgirtina Gel”amededikir û berpirsê wê bû. Min û Temo gelek caran berhemên toreyî û çandeyî berhevdikirin û di ”Stêr”ê de belavdikirin.
3. Gul û çîçekên deþta Cizîrê, me dighandin hev, ji ber ku em herdû endezyarê çandinyê bûn, kar û konfrans û gelek civînên zanestî me bi hev re diþopandin.
Di sala 1998 de, dema min biryara xwe da, ku ezê ji welat koçber bibim, min ji Temo xwest ku were cem min mal, da ku hin pertûkên kurdî ên toreyî ji pertûkxana min ji xwe re bibe. Temo hat û 5-6 pertûk ji xwe re hilbijartin û gote min; ”dosto, kengî tu zîvirî welat ezê van pertûkên te li te bizîvirînim”. Ewî dizanî çendî pertûkên nivîskaran li cem dilên wî ezîzin, loma ev gotin got.
Hêjano, di vê xemgîniyê de, di vê behya pîroz de, mirov birûmet serê xwe li ber bejna Temo a bilind biçimîne, û bi dengekî dilovanî bang dike canê wî û dibêje: Mirovên weke te li vê jiyanê û di vî demî de kêmin, de razê hevalo bi wî cendekê xweyî birîndar û koça xweyî dawî, lê belê bizanibe hevalo ku canê te, hizrê te û name te li vire, di nav dost û hogirên te de ne, ne miriyê, zindiye!
Oslo 13.10.2011
Þanik: Ev gotin di þeva behya (e’za) wî de bi navê Revenda Kurdên Sûriyê li Nerîc hate xwendin. 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2706