Bavê Gulê zêndana we pîroz be
Dîrok: ÇáÓÈÊ 15 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Emer Îsma`îl

D
ema ez û herdu hevalên xwe di roja 17/4/2011 ê ji zêndanê serbest hatin berdan .Li ber deriyê zêndana Qamîþlo cemawerekê boþ ji nivîskar,rewþenbîr,siyasetmedar û mirovên kurdperwer pêþwaziya me bi germî kirin,di nav wan de jî hevalê min yê hêja mamosta Mosa Zaxoranî berhev bû ,piþtî  silav da ji min re got : ( Hevalê helbestvan û zimanê kurdî zêndana te û derketina te pîroz be ) û em bi hev re di gel mamosta Elî Cizîrî û herweha mamosta Sefîn Mîranî û mamosta Si`ûd Mela hatin heta Dêrika rengîn .


Di rê de bavê Gulê wek tê nasîn, bi hestekî kurdayetî tenik û bilind pesnê xebatkar û zêndaniyan vedida .Vêca ez gotina te li bîra te tînim û di bêjim bavê Gulê, mamosta Mosa Zaxoranî zêndana te jî ji bo azadiya gelê Sûriyê bi tevayî û ji bo serketina gelê kurd bi taybetî pîroz be .Hevalo…dema mirovê xebatkar bi bîr û bawerî kar û xebatê dike ji bo mafê miletekî bindest hember rijêmekî zordar û kevneperist wê zilim û zordariyê bibîne,hingî nextê azadiyê,eger ne xwîn be û wêrankirina gund û bajaran be ,bê guman wê zêndan be .Hevalo…ez zanim zêndanên rijêma Ba`as çiqas zor û zehmetin,ji ber sê caran min ew yeke derbas kir ye û ew derd kêþandiye.Lê belê çiqas zor be jî,ew ji bo çavên zarokên Sûriya û yên kurdan erzane,ji bo azadî û mafên mirovatiyê erzantire.Vêca zêndana te pîroze û derketina ji zêndanê û hemî zêndaniyan roja welat ronahî dike.bijî zêndaniyên xebatkar û têkoþer,ew mîna þêran jiyana tal û zehmet derbas dikin,ji bo çirsandina roja azadî û bingorkirina rijêmên kevneperist, û avakirina welatekê demoqrat û serbixwe, hemî kes tê de di maf û erkan de wekhev û hevpiþk bin.  








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2700