Şehîdkirina xebatkar Meşel Temo dê vîna me hîn ortir bike
Dîrok: ÇáÃÍÏ 09 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Piştî ku roja 08.09.2011-ê hewildana terorkirin û jinavbirina siyastvanê kurd Meşel Temo, Berdevkê Fermî ya Şepola Pêşerojê ya Kurd, ji aliyê rêjîma şoven û totalîter ve bi ser ne ket, îro, 07.10.2011, li Qamişlo di encama êrişeke terorane de rêzdar Meşel Temo jiyana xwe ji dest de û tevlî karwanên şehîdan bû. Bi ser de jî kurê wî rêzdar Marsêl Temo û xanim Zayde Reşkêlo, endama Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Şepola Pêşerojê ya Kurd hatin birîndarkirin.
Em weke Hevkariya Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê di heman dema ku em vê reşekujiyê şermezar û rûreş dikin dixwazin bidin xuyakirin ku:


1. Berpirsê yekem û sereke di ber vê terorê re de bêguman rêjîma şoven û totalîter bi xwe ye;
2. Bersiva herî baş ji vê reşekujiyê re xortkirina yekrêziya Tevgera Kurd û helwestên wê ye;
3.  Vîna gelê kurd li Sûriyê ji xebata bona azadî, demokrasî û wekheviyê bi vê ton kiryarên terorane re bêguman hîn xortir dibe;
4. Gelê kurd û gelê sûrî bi giştî şehîdên xwe ji bîr nake û herdem agirê xebata xwe bi bîranîna wan şehîdan hêgintir dike.
Em serê gelê Kurd, Şepola Pêşeroja Kurd, malbeta şehîd Meşel Temo her weha serê dost û hevalên wî sax dikin û dibêjin ciyê şehîd Buhuşt e.
Biji azadî, demokrasî û wekhevî
07.10.2011
Hevkariya Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2684