Pêşinyara rewşenbîriya kurdî di lorîkê de hate binaxkirin
Dîrok: ÇáÎãíÓ 06 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Mihemedê Seyid Husên

 Têruteseliya pirojeyê nemaze ku rewşenbîriya kurdî, bi heman şêweyê jêrnivîsî pêşinyar kiriye, li gel sîmboliya beşekî bijarte ji rewşenbîrên Kurd gotebêj kiriye, herwiha rewşenbîriya kurdî, giringiyeke bê hempa daye pirojeyê û guh lê kiriye, mîna pêşgaveke rewa, erkseza û pêwîst pesende kiriye, bi lezbîrî armanc û encam guheztiye ser zemîna ketîwarî, û di rûniştina yekemîn de daniştî tev bi rêkeftin-nameyeke serkeftî derketine,


nemaze ku bernameya kar bi tevgera kurdî ya siysî re, li ser raman û rêbazênên bineretî yên li jêrgotî û pelgekirî, radestî komîta emadekar û serwatiya kongerê bike.
    Bo ku ji heman kongrê çaçuveyeke pêşewatî bête hilbijêrin, tenha ku çalakvanên wê yên rewşensiysî bi kêrî xwezyar û egersezayên qûnaxa ku îro Kurd tî de beşdarin bên, ji ber ku kirîze hem dijware, hem jî derfeteke zêrîn bo gelê Kurd hatiye, ku ciwan, rewşenbîr û siyasî hevmilê kolana Sûriyê bibin, ku li ser perensîpa diblomasiys niştemanparêzî, mafên xwe yên netewî di guherînên dîmuqrasî de cîbecî bikin, herwiha rev jê nemaye ku hûn dê li dora masa girover bi hev re rûnên, bo ku hûn hemî ezwerî û pêşbîniyên gelê Kurd di pêşerojê de bi dest ve bînin, yaxud hûn dê li dawiya karwanê demê şaşwar û tewşedînî bikulkulin.
Komara Sûriyê = Sûriya gele
bo hemerengiya pêkhatên xwe giştî ye
    Herweku kirîzeya heyî pir mezin, piralî û alozewîst hatiye, êca gereke akinciyê pêşzan û dûrbîn, bi hemî rêawayên ku fîraziyan raserî têçûnan dikin, bi dilbarî lê bigere û çaktir jî lê vekole, niştcîyên Kurd jî bi taybetî rewşensiyasî li ser nexşeya tabloya siysî, malbenda taybetmendiyên kurdî tilînîşan bikin, jê gavan bidine pêşerojê nemaze ku kirîze destegul siysî daketiye kolana Sûriyê, herweku kêşeya kurdî ji çerxên çûnî ve, siysî peyda bûye û dê siyasî çareser jî bibe, wisa ji dûrbîniya ku dê kirîze ji hindirû ve, rencekêşan û felaketên dijwar bibîne, ji hawêrdora erebî ve jî, dê jankêşana bê xwedîtiyê daqurtîne, dê ji derve hevrikiya berjewendiyên navnetewî mebest û arezûyên xwe, hevpeymaniya encûmena ewlekarî ya navnetewî, dîsa dê li ser terezûya rikberiya berjewendiyên navxweyî dabeş bibin, di çaxê ku tundutûjiya rêjîma Sûriyê hemî rewişt û rêpîvanên mirovaniyê, di komkujî û cenosaydê de derbas kirine xemsar bibî.
    Ji heman dîmenê xembar û balkêş, bi taybetî ku roj li dûv rojê, kesê kulxur yên ku rabudûyê felaket û berbatên  kirîzeya heyî dibe, hînî gelek tiştan bûye û gelek ezmûne ji rûdan û bûyerên rojane girtine, ji heman ezmûneyê û baweriyan rameya pirojeya rewşenbîriya kurdî peyda bûye, di serî de dêmeku derfeteke xweşbext bo Kurd hatiye, êca bê derengîxistin gereke hewl bide, ku hemî pêşbînî û xwezyarên gelê Kurd, li rojavayî kurdistanê di kongera ku gerke bizûtî lidarkeve cîbecî bibin.
    Loma ronakbîr weke wêjenivîs û kadroyekî siyasî, piroje ji ezmûneyên fîraz, yên tevgera rizgarkirina niştemanî ya civaka navnetewî, nemaze ku li ser rêbaza hewpeymaniya siyasî û rewşenbîr bo pêşewatiya civakê, tenha ku rewşenbîr di mercên nûhatî de, hevkarî biryara tevgera siysî bibe, naxwe ku derfet giring-encam û sûdwer hatiye, êdî  pêdivî û egersezaye ku Kurd hevmilî civaka Sûriyê bi hemî pêkhatên wê ve bibe, li ser pêlên bayê guherînên dîmuqrasî, berjewendiyên xwe yên netewî biparêze, hîn bêtir jî derfetê ji dest xwe wenda neke, nemaze ku xwîn hîn bêtir neherike, da qena li ser pişta bayê guherînan lehiya gelê Sûriyê desteladariya malbatî, li ber sînga xwe bike gemar û lêmişt, herwisa ku rewşenbîr bi heman şêwazê jêrnivîsî piroje pêşinyar kiriye.
    Weku me li pêş emaje pê kiriye, nemaze ku kirîze ji encama perîşanî, bêkarî û bêzarî, jankêşana çewisandina dîrokdirêj, piraniya gel di welêt de, ji hertiştî di jiyana xweristiyane de bêpar maye, ji bêzarî ragirtî, pifdayî û damardayî, cemawirên ciwanan destegul bi kêşeyeke siyasî daketine kolanê, ji layê dîtir ve kirîze pir giran û alozewîst hatiye, di heman demê de jî derfet keysenbêrîn peyda bûye, lewra gerke rewşenbîr bê navbirk ji hemî hêlekaran ve, bi siyasetvanê Kurd re têkeve çalakiyan, ji ezmûnay rêxistina rizgarkirina Felestînê, bi taybetî ku di hemî barav, seqa û tengezariyan de rewya xwe ya niştemanî di cîhanê de wenda nekiriye, wisa jî rewşenbîrê Kurd dil kiriye ku li ser van xalên jêrîn hevbeşî siyasetvan di kongera hatî de bibe.
- di pêşî de hemerngiya pêkhatên Sûriyê tev pevketî û rêkeftîne, nemaze ku şoreşa gel di serî de ciwanên gorîcan, li ser binemayên siyasî û aştiyane raperîne.
- herwiha dîsanê ji bo ku derfet bo kurd erênî û sûdwer hatiye, êca gereke hemî gizgizî û cîyewaziyên navxweyî ji holê rabin, ji bo kêşeya bineretî ya evra neyêt piştguh kirin, bi kêra pênûsa xwe û çalakiyên hevkar, bi hev re sedemên serhevdehatinê û xurtbûnê peyda bikin.
- bo heman derfetê rewşenbîr û siyasetvanê hevpeyman, li gel pevketiyên kurdî li kolanên hemî bajarên kurdî, milê xwe bê ewartekirina kesekî bidine şoreşvanên kolana Sûriyê bi giştî, ji baweriya ku gel bi hemî pêkahatên xwe ve jêdera destelatdariyê gewde dikî.
- her bajarek di parêzgeha Cezîrê de, dê niwînerên xwe ji rewşenbîrên serbixwe bo kongerê hilbijêre.
- herçî rewşenbîrên endam yên rêxistinên siyasî, dê weke çavdêr beşdarî kongerê bibe, wî mafê awirvedanê û hevpariya diyalogê weke endamekî resen heye, lê di navgîna hilbijartinê de, tenha wî maf heye ku dengê xwe bide rewşenbîrên serbixwe.
- niwînerên hilbijartî yên hemî bajaran, wê di civîneke berfireh û taybet de, komîtekê bo ku raweya rêbaz û baernameya rewşenbîrên serbixwe binîvisînin ji navxwe hilbijêrin, weke piroje di daxuyaniyekê de pelge bikin, û rêja niwînerên xwe bo hevkariya komîta emadekar, ji navxwe hilbijêrin û bi nav jî bikin.
- dê kongera giştî ya rewşenbîrên hemî bajarên Cezîrê bête li darxistin, li gora rêja ku maf ji komîta emadekar bi dest xistiye, dê niwînerên xwe bo kongera giştî hilbijêre.
- biryar ji gel civîna yekem hatiye dayîn, ku niwînerên rewşenbîriya kurdî, gereke nezêdeyî 50 salê temen hebin, ji baweriya ku lawê qûnaxê, çaktir pêşbîniyên civakê û xwezyarên wê yên siyasî û netewî dinasin.
- wisa jî hemî derbirîn ango pêkhatên civaka kurdî, diktor, parêzer, endezyar, mamosteyên perwerdeyî û kesên serbixwe ji kesên oldar, maldar, rîsipî û rûdarên civakê, herweku komîta emadekar ya kongerê rêja niwîneran daye nasîn ji nav xwe hilbijêrin.
- armanc û mebesta serete ji karekî wa, tenha ku tevgera siyasî û rewşenbîrî hînî ezmûneyên gelên cîhanî yên fîraz bibin, û perwerdeyî sertîpên çanda guherînên dîmuqrasî ya lîberalî bibin.
- di encamê de wê rewşenbîr bi şêweyekî mafrewa û erkseza, bibe hevparê biryara siysî ya kurdî, wisa jî dê çarçuveya serwatî ya ku ji endamên kongera kurdî hatine hilbijartin, dê bi hev re li gel hemî pêkhatên civaka kurdî, piştî rûxandina rêjîmê bi koma dijberiya Sûriyê re, hevparî biryara siysî ya navendî bibin.
- di hemî baravan de mafnasî û drustkarê rûmetdar, rewa û egerseza ewe, ku hemî pevketiyên pirotistêr, yên ku rêvebiruya şoreşê li kolana Sûriyê dikin, û qelenekî girnbuha, payeberz û bala ji nemiran, bo guherînên dîmuqrasî danîne, gerke di navkutka biryara serwerî de rola sereteyî û hevparê mezinkar ew bin.
Xwezyarên niştemanî
    Helbetî li wê gorê dengvedana ku şoreşvanên kolanê pêşinyar kirine, nirxê pakrewanên ku bo azadiyê danîne bête buha kirin, çendî ku helwest di nava hemerengiya niştecîyên welêt de cîyewaz û nakokîbar hebin jî, gereke bo giyanê pakrewanan û azadîkirina gelê Sûriyê, tevan paşdemî bikin, bo ku pêşbîniyên xwe di guherînên dîmuqrasî de bi dest ve bînin, dîsa ji bo ku em pêşerojê jî dirust rave bikin, dîsa gerke em li hûrpîşan nerawestin, kelem û stirîdirkan navêjin ber lingên hev, lêbelê gerke armancaa giştî ew be, ku gireft û kêşeyên bineretî li cem niwînerên kêşegir û namedar, piştî rûxandina rêjîmê radestî pêşewatiya dijberiya Sûriyê ya hilbijartî bibin, tenha ku dijberiya Sûriyê, li ser van perensîpên jêrgotî li derve û hidirû destekariyê bidne hev.
    Herwiha wê dijberiya sûriyê bi giştî têgeha perensîpa dîmuqrasîya lîberalî, ya  siysî, civakî, çandî û aborî pesende bike, jixwe ew bi serê xwe hemî nakokiyên peyda çareser dikî, mafê gelê Kurd yên siyasî û netewî li gel hûrgelên dîtir jî dixwe de diparêze, vêca ku encûmena siyasî berdêliya rêjîma koçber, sûnda niştemanî ya destûrî bixwe, soz û peymanan bi hev re li ser heman pêrensîpa jorgotî emze bike, ku destûreke hemdemî bo xwezyarên serdema çerxê 21 ê, li gora bayê guherînên nûder, li gel hevpariya kolana pirotistêr bête danîn, bi taybetî ku van xalên jêrîn dixwe  de çespe dike.
1- li gora heman perensîpê, gerke biryara destûrê bête dan û rêkeftî bête pesende krin, nemaze ku li mafê gelê Kurd  yê destûrî, rewa û egerseza mikur bê, nemaze ku neteweke serteyî li ser xaknîgariya nexşeya kurdistanê di Sûriya yekgirtî de gewde dike.
2- dewleteke şarewerî, hemejimare û dîmuqrasî nemaze ku paldarî ser saziyên civaka şaredarî ava dibe.
3- destguhêziya destelatdariyê di rêya sendoqên hilbijartinê de, herweku negengaze ku kurdek, ango kesekî xiristiyan ji kîjan hûrgelên civaka Sûriyê, di hilbijartina azad û pakîza de,  dengê yasayî û xweztî bîne bibe serokomar.
4- hemî yasayên nîjadperestî, hişkolî û biryarên ewartekirinê têk dide.
5- hemerengiya olî ji destelatdariya dewletê cihê dike.
6-  rê dide ku dadgeheke serbixwe bête hilbijartin.
7- yasa rêdana damezirandina partiyan dixwe de diparêze.
8- biryara medya rizgar û serbixwe li welêt û hebûna medya cîhanî mandelê nake.
9- rê dide xwepêşandanên aştiyane û çalakiyên pirotisto, dupat û mangirtinê.
10- herweku hemwelatî bi hemecûriya xwe ya olî, netew, reng, tîre, û regez, di bin banê wekheviyê de, nemaze ku sindoqa hilbijartinê û raberkirina derfetê, her tiştî di welêt de sînor dike.
11- laperiya paşkokên olî şermezar dike, herweku jêdera wê ji kîjan kaniyê zabe, ji ber ku kesek îro-roj ji bilî rêjîma malabtî pê bang nake.
12- abûneya hemwelatiyên kulek, tawî û bawiyan, nêrza û mêzayên temendirêj misoger dike.
    Wisa ku dijberiya sûriyê di çarçuveyeke yekgirtî de derkeve, ji cîhaniyan re bide nasîn, ku hêvî di rîjîma ezbeta har û noker de nemaye, hinga bivê- nevê, nêzîk jî nedûr, dê rêjîm bi sedema tundutûjiya xwe, medya xwe ya derewîn, tevkujî, berbat û talnkirina ketuber, li ser destê gelê pirotistêr, û destekariya civaka navnetewî, rewaya ewlekarî ya navdewletî birûxe.
Keşt û seqa ku gereke kongera giştî tê de çêbibe
    Cara yekem ku zarokên Der,a diruşma Azadiyê hildane, hinga rêjîma totalîtar ji girrava ramanên eydiyolojiya xwe ya radîkalî, nemaze ku Sûriya bi xaknîgariya xwe ve, bi gel, av û asîmanê xwe ve, bendegeyek çandinî û avdêranê bo malbata fermandar afiriye, gel tê de dîl û kole, navmalî û cêrî çûn û hatina welêt, bi darê zorê li ser sênîka zêrîn behremî xwe kirine, loma zû têgihaye ku qîra zarokan sawa tirsê çirandiye, vêca matmayî li ser duryanê tavilî maye, rewş û pergala rojhilata naverast, bayê guherînan û buhara Erebî raçavkirine, fîlimê Bin Elî, Mûbarek weke birûskê di ber çavên xwe re derbaskirine, gevezeya ku Qezafiyê Lîbiya û Elî Salihê Yemenê, tengezariya ku gelên xwe xistinê teqilandiye.
    Li ser duryana guherînên dîmuqrasî, û dirûzkirina navxweyî ya rast û dirust rawestiyane, baş zanî ku bi serê xwe diçine ser devê gorê, hinga xweş zanî ku dê milet ji nû ve, dîroka destelatdariya malabatê, ji 41 salî ve ta bi derzî vekî, hîn baştir têgihane ku gelê Sûriyê bi hemî derbirînên xwe ve, ji binî mehderî û mihrevaniyê li wan nakî, wê tol û heyfên kevn û nû ji wan hilîne, loma naçar bûye ku rêya tevkujî û cenosaydê hilbijêre.
    Êca wê çawa seqa û mercên siyasî, di bin lehiya xwepêşandirên aştiyane de bide, çiku rêjîm qurra pêşinyarê di destê wê deye, lewra hîç nikare rêpilaneke çakniyazî û paknameyan bigihîne kolanê, kolana ku dê tizbiya metodên tundutûjiya rêjîmê libo-libo ji hev bixîne.
- piştî ewqas kujtin û binçavkirin, berbat û wêrankirinê, hêj newêre 13-17 dezgeyên ewlekarî, ji kokê de ji hev vepejilîne, Top û Tankên Sîpahên şermezariyê, hîç ne yên niştemanî vegerîne qijleyên wan, cîgehê ku erksezayên niştemanî pêşiwar dikî, nemaze ku bergiriya welêt û gel bike bigire nekiriye.
- hêj rê nedaye ku xwepêşandêrên sûriyê bi şêweyekî şarewerî û aştiyane, gendelî û finasên tundutûjiya rêjîma faşist pirotisto û şermezar bikin.
- hêj rê nedaye ku dijberiya penaber li welêt vegere.
- hêj girtiyên zindanan serbest bernedane, lêbelê roj li dûv rojê kujtî û girtî zêdetir dibin.
- hêj bi mista karbidestên ewlekarî û êrîşên Sîpahên qaşo niştemanî, welat çarmedor dagîrkirine, û welat li milet bi giştî kiriye Giwantanamo.
- xweş dizane ku ne hindurû, ne jî derve, hêj heman xap û rêpên rêjîma radîkalî, yên ku zirpirojeyên dirûzkirinê yek li dûv yê dinê pêşinyar dike, teqez xwe bêtir pê kirêt û riswa dikî, ji ber ku hêj Top û Tank û Serbazî li kolanêne.
- hêj weku me li pêş emaje pê daye, hemî diyardeyên çekdarî ji kolanê nekişandine qijleyan, ango ser sînorên welêt..
- hêj dadgeheke serbixwe û destûreke hemdemî peyda nekiriye, ku gendel û kujerên zarok, jin û mêrên xwepêşandêrên aştiyane dadgeh bikin.
- hêj ne ramiyane ku xwediyên pakrewanan û kesên ku diz, şebîhe û çolaxên rêjîmê, mal, xanuman û firoşgehên gel talan kirine qeregoy nekirine.
- hêj zindan ji girtiyên siysî û yawirên derbirînê sipî nekirine.
- bi yekcarî seqa û mercên wekheviyê, di bin banê kongra goftugoyê de, herweku serok û kîjan endamê dijber, weke hev di yek asteyê de pesende nebûne, neku guftugoya qels û xurtan, çavsor û koleyan li darxîne.
- hêj rê nedaye medya cîhanî ku kiryarên rêjîmê û bangeweşiya wê ya keysebaz û derewîn bi têrutesel, rast û dirust ragihîne ser ekranên asîmanî... hêj û hêj...t.d
   Bi wiha rêjîma noker, tewşedînî û serberdayî re, wê çawa ji nû ve dijberiya Sûriyê, di serî de xwepêşandêrên ku kargoriyên gewre danîne, giftugoyê bi rêjîma hov û kujer re pesende bikin, wê çawa civaka Sûriyê, di pêşî de cemawirên ciwan yên şoreşvan û pirotistêr, hêviya dirûzkirinên hindirû ji rêjîma totalîtar bikin, ji ber ku dîroka ezmûneya rêjîmên tekpartî di cîhanê de, nimûneyeke wa ji dîroka ku Stalîn destelatdarî radest kiriye, nedîtiye, nexwendiye, ne jî bihîztiye, ku pirojeyekî aştiyane bo destguhêziya desthilatê pêşinyar kiriye, bi yekcarî hevpariya gel û perensîpa hemejimare û şaredarî, di fermandariyê de pesende nekiriye, lêbelê timî dide şûrê xwe û di aşopiyan de hemberê xwe bi tundtûjiyê beta dikî.
    Vêca çi hêvî tê de maye ku ji nû ve, mîna tewankarê bê rûmet li finasên xwe yên kesanedî mikur bê, û lêbexşînê ji gelê cenosadbûyî bixwaze, na min nebawere ku ji nû ve hemwelatiyên Sûriyê bi hemî pêkhatên xwe ve, pê bawer bibin, pê re rûnên û daniştinên kongeranî pê re di bin banekî de li darxînin, lê hema biborînin ku çareseriya bê hempa, di guherînên dîmuqrasî de nivistiye, û azadiya gel di rûxandina rêjîma malbatî de rûniştiye.
    Ji ezmûneya heman pêşinyara derbasbûyî, xweş têgihame ku hîn tevgera siysî û rewşenbîrî, di genava ramanên radîkalî de digevizin, ku dirûzkirina navxweyî bi dîlek û lavajan tew çênabe, hin cara hest dibim ku serokatiya partiyên perîşan, kurdayetiyê mîna hingulîskekê di tiliya xwe de dibînin, kengî bixwazin wê ji tilîka xwe bavêjin, ango wê di tilîka xwe de perçîm bikin, an jî mîna bendegeyeke çandinî û avdêranê li ser navê xwe tapo bikn, ji tirsa ku xwazgênî li wan pir bibin, ne dirûzkirina derlayen ya êşnasan pesende dikin, ne jî rê didin ronakbîriya kurdî ku rasteqînê bike rêbaz, reha mîna pêker û kelemên asê xwe bi kursî ve şêrêz kirine, û bi zirsawêrên tune ve kirine dirdirk,  li ser dirêjaya nîv çerxî seraqet bûne gengaziyek alozewîst.
       Ji dehkên salan ve û civaka kurdî li rojavayî kurdistanê, li benda ku tevgera kurdî xwe di çarçuveke serwatî de bidine serhev, lê dema ku kirîzeya Sûriyê hat sipas ji xwedê re di pêşewatiyeke şeliqî de bûne yek, êca ji dêvla ku ji encama yekbûnê biryarên xurt û giranrave derkevin, ku pê berevaniya gireft û kêşeya gelê xwe ya siyasî bikin, mixabin çak hate nasîn ku yekgirtina wan tenha ji bo ku xwe ji gelê bendewar rizgar bikin, herweku desthilata malbêtî îro-roj bi hemî rêawayên wêranê, hewl dide ku temenê xwe dirêj bike, wisa jî tevgera kurdî ya siysî hewlên mezin dide ku rex û rê li ber rewşenbîrê xasûk û pêşzan bigire, hin caran nîviskaran tewanbar dike, carcaran jî ciwanên kolanê bi naznavên sewterî û sakûlan dinirxîne, çaxê ku kesek nikare bide mandelî, ku ciwanan rûyê tevgera kurdî ya siyasî û rewşenbîrî sipî kiriye.
    Xweştir bawerim ku îro-roj siyaseta xwedanalîkî çûye û nema vedigere, girtina dar ji nêvî ve jî nan nade, ango reve  ber ve pêş de sûdeyê bi dest naxe, bê guman em lawên roja xwe ne, em gihane têgeha ku gel jêdera destelatdariyê gewde dikî, ew bixwe îro pêşewatiya dijberiya Sûriyê dike, loma gereke ku dijberiya Sûriyê, bi şêweyekî taybet ya kurdî, xwe bikine yek û hemî gengaziyên navxweyî hilîne, wisa hevgirtî piştgiriya kargoriyên gewre yên ciwanên xwepêşandêr bike, ne weke kenê zer yê Serok Beşar, nemaze ku piştî kujtara Der,a û Hemayê, piştî ku dunya ango seqa û merc werde-werde xêz-vêz bûne, ji nû ve tevgera kurdî hewl dide ku êrîşan bide nîviskaran, û tundutûjiya desthilatê jibîr dikî, ji ber ku ji nêz ve rewşenbîran pirojeyekî hevgirtinê pêşinyar kirine, loma ji tirsa ku rewşenbîr dawa wan li serê wan bigerîne, piroje di lorîkê de binax kirin, ji ber ku rewşenbîrê xamesoz demdar li berdêliya serokatiya kevnar digere, di çaxê ku rewşenbîr xwe emade dike, ku pêşçareyekê bo yekbûna tevgerê peyda bikî, ku xwe û tevgerê ji kirîzeya perçebûnê rizgar bikî.
    Lê mixabin reha tevgerê derfet nedaye rewşenbîr, ku cîyê xwe yê hevpeymanî di navgîna tevgera siysî de bigire, ji wilo mixabtir jî wî tewankar dibînin, hin caran bi çavên berguman lê dinerin, carin dîtirê wî xwefiroş dinirxînin, herweku ji despêka pêşinyara rewşenbîran me emaje pê daye ku emê hemî cîyewazî, dexsokî, çavnebarî û nakokiyên xwe bo kirîzeya derfetzêrîn jibîrbikin, emê bi hev re weke Kurd bi dijberiya Sûriyê re, bo pêşerojê kar bikin, di heman derfeta lêhatî de emê hemî xwezyarên xwe yên netewî piştî guherînên dîmuqrasî, ango piştî rûxandina rêjîma Ezbetê cîbecî bikin.
    Lê ku em bên û ji ezmûneya xwe, ya nêzîk rewşenbîriya kurdî binirxînin, hîç bi santîmekê nedûrî ya tevgera siysiye, çiku herdû ji heman makcivakê gav dane karê siysî û rewşenbîrî, êca ji ber ku paragrafa me rewşenbîr dihingivîne, herwiha emê hewl bidin ku rewşenbîr bi kurtasî binirxînin, herweku min ew di 3 ê nîran û helwestan de dabeş kirine.
    Yekemîn: xilmaş û li ser derzika piştê ramidandî, nikare mêşan ji xwe bifirîne, ji tirsa kirîzeya heyî di kuncikên tarî de dijî, berzûrî xwedê dibe ku kirîze zûtir biferike, da ku serbest weke berê, xwe di civakê de helqerêse, pênûsa xwe kalan lê kilît kiriye, li benda ku seqa û mercên dunyayê li herêmê xêz-vêz bibin, da ku dîsa quretiyan bifiroşe û gotina biguhêze mîrzayên xwe.
    Duyemîn: pênûsa xwe çalak ji kumbetê kişandiye, mêranî û gernasiya xwe tenha di serê tevgera siysî de vala dike, qet tengî berbatên ku rêjîm di hemwelatiyên Sûriyê de kirine nabe, ango wî pîş pê nîne, lê hema ji hemrahên xwe re Gurê hare, vêca gelo..? bi heman helwestê kê qayil dike û kê ji xwe dixeyidîne... xwedê zane...?
    Sêyemîn: rewşenbîrê kulneder, zikêş û êşnase, kargorî û xwepêşandare, demdar hewlên gewre didie ku hevpeymanî siyasî bibe, bo ku hemî gireft, hûrpîş û kêşeyên gelê xwe çareser bike, tucar xwe ji bergeya tekoşînê nade alî, wêjenivîsê pexşane û hebestê ye, kadroyê hafa siyaset û berxwedanê ye, lehengiya xwe ji rasteqînê radest kiriye, bê rawestan û vewestan dengvedan niştemanperweriyê gewde dike, loma wî bi tena xwe nikarîbû pirojeya rewşenbîrî bibe serî... û hew....zor sipas ku we xwend.                                               

  Qamişlo
29 – 8 – 2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2680