xewna pirepindan derket
Dîrok: ÇáÓÈÊ 10 ÓÈÊãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



  Avesta çapkirina berhemên Þêrzad Hesen ku yek ji nivîskarên kurdî ê herî balkêþ û serketî ye didomîne. Romana wî “Xewnî Çalçalokekan” bi navê “Xewna Pîrepindan” ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hate wergerandin. Berî demekê jî berhevokeke ku ji sê çîrokan pêk dihat bi navê “M” derketibû.
Ji kitebê…
Te ne eþq û ne jî þer bi min re dikir. Te fenbazî, xefik û davikên xwe tecrûbe dikirin; bend û davên xwe dihûnan.


Te ciwaniya xwe ya xapînok saz dikir. Hêdî hêdî bi sêrbazî û fitnebaziya te ve dihatim girêdan. Dihatim... tarîtî, germiya nava te û hilma te ya germ gazî min dikir. Dihatim û min serê xwe dixist devê te de da ku germ bibe. Min di herdu guhên xwe de, hest bi zext û þepêla xwîna te dikir.
Deryayekê di hundirê te de dikir nalîn û axîn. Di ruhê te de, bahozeke dîn bi min dileyist. Behitî û sergêjtir bûm ku bizanibim ew axîn û nalîna þehwet û hewesê ye. Þehweteke dîn e yan banga bive ya mirinê ye. Ne bi çavekî, min bi hezar çavî tîrbûna tarîtiya nava te didît.
...
Di navbera tarîtî û ronahiyê de winda dibûm. Neçar û westiyayî, min dixwest xwe di þikeftê de winda bikim. Xeweke kûr ku firefira çûkan, min jê hiþyar neke. Di wê kêliyê de, sed asmanan jî xwesteke firînê nedida min. Tarîtî û ronahiyê ku li pey hev cihê xwe diguherandin, þaþ dihiþtim. Çi mestî û cadûgeriyek ji canê min ê hîlak û çilmisî re bû. Guhê min li hawar û daxwazekê bû di nava te de ku ji bo pevgihîneke xweþ, sêrbaz û helandineke bêdawî û xeniqandineke bê êþ gazî min dikir.

Xewna Pîrepindan
Þêrzad Hesen

Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
19.5x13, 72 rûpel 10 TL







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2644