Dara min
Dîrok: ÇáÃÍÏ 31 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: Helbest


Helbest:Aladîn Cengo
Wergerandin: Ezîz Xemcivîn

Dara min
hemû êmîþan
zeytûn,
leymûn,
sêv û hinaran
li ser þaxên xwe hildigire..!!


Dara min
li ser wê hêlîna xwe ava dikim.
Þaxên wê
ji min pê ve
tu tilûrî napejirînin..!!

Honkaya bayan
li ser dibûre
bi bêzariya þaxên xwe
laþê min diþopîne;
û bi aviya xwe
tîbûna min dikuje..!!

Dara min
bi çar darikên sitiriyan
dorpêç e..
kok û rehên wê
bi destê kînokan têtin avdan…!!
Xwediyên her darikekê stiriyan
dibêjin:
li buhiþta bawermendan
ev dar a nemiriyê ye..!!??

Dilteng nebin
dara min comerd e
þaxên xwe
ji cîhanê re dirêj dike..
û rojekê jî
ji çilmisînê natirs e..
her tovek jê dikeve
çiqasî baran bi derengî bibare
wê seriyekî hilde
fereca xêrê wê rojekê bê
heger kengî be jî
wê bê…!!


18/12/2006








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=262