Destan biqutin , Kurd nema dibin yek
Dîrok: ÇáÃËäíä 22 ÃÛÓØÓ 2011
Mijar: Nûçe



  Melevan Resûl

Ev hevok bi kotekî ji devê min derket , xwezî min negota , lê xuyaye ku ji niha û pêve ev hevokê  dê bibe sirûda netewî li ser devê zar û zêçên me were gotin .
Ji berya 5 mehan û vir ve welatê me , bi taybet cada Erebî dikele û pijiqandina wê xwe li nav piyên me kurdan jî daye , lê hîn em nehingavtine , her roj rûdanên xemgîniyê bi ser mede dibarin , welat bûye gola xwînê û bazar di sûkên biyanî de dibin , hinek dikirin û hinek difiroþin , nav navî serlêdana çend kesên me jî dikin .


Em hemû çavlirê bûn ku helwestek kurdewarî pêla xwe li difna mejî bide û em wekî germbûna kolanê dakevin û xwestekên xwe bêjin , rehmeta xwedê li tebe Cegerxwîn dema te em kirin dîkên li ser sorgoyan þer dikin .
Her roj em li benda sozên komcivîna serwerên bizava kurdî bûn ku li hev bicivin û bibin xwedan helwestek berpirs , hinek çirûskên ronahiyê bi ser mede rijîn û me jî bawerya xwe pê tanî , kom û komikên xortên kurda jî giyanê raperînê di dilê mede çandin , lê ya seyr ewe ku rewþenbîrên kurd li þûna li çareserî yê bigerin , ew jî bûn dîwarek ji belavkirina omîdên me .
Tevgera di bin sêwana bizava netewa kurdî de xwe bi navkrî , zend û bendên xwe rapêçaye da ku li pêlê siwar be , li hemberî hev bi kirîtîk nêz dibin û berê her yekî ji wana li berhemdana vê raperînê ye da ku li ser kedê rûne bê ku eniya wan þil bibe , heger partiyên me di demên borî de li hev nedikirin û tevlî hevî derdiketin , lê niha ew civakê hemûyî ber didin hev , ji hêlekî ve ciwanên kurd yên bê gotara siyasî serî hildidin û ji hêla din ve rewþenbîr û nivîskarên kurd  yên di tolhildana hemberî hev tawanan dikin , ji bilî eniyên hevgirtin û hevpeyman , çi li hindurî welat û çi ji derveyî welat .
Ha ev ji me kurdan kêm bû ku em li benda  encamek rûmet bûn û xwedêdanek nûzayî bûn , mixabin her roj bîjiyek ji nav teþkên me difiþtiqe û em dibmînin qeþmerê milet û netewa xwe .
Ji niha û pêve demhatiye ku ku hemî bîr û boçûnên kevneþop werin guherîn , yan wê komploya tayên wê ji Istambol û Waþinton û heta li dora Iranê û kendava erebî li me bibe tevna rêsana çembera tunekirinê , Ez bangî tevgera siyasî di pêþî de dikim ku xwe ji kirasê hiþmendiya kevneþop derxînin û yan wê bibin wekî qotîkên di dikana ( Kerîm þemmas ) de , anceq kolanmiþtek wan bide hev û di sorgoyan de werke û yan pêdivîye xwe ji nûve xwe nûvejen bike , iro hêviya mezin di beryara miletê kurd de maye , da ku bibe xwedanê gotina xwe û çarenûsa bi destê xwe binivîse , ji derveyî bazarên partîzanî , û gotara xwe di rûyê xemsaran de biteqîne , bila qet baweriya kesî bi rijîmê newe û xwe li benda opzisyona Sûrî  nehêle , îro dem hatiye ku hemû beþê civakê komcivînên xwe li darxe û beryara paþeroja xwe bide , yan em dê bibin miletek gerdenazad û yan dê bimînin tajiyê binê berî yê .








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2619