Fîspoka ken û girî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 14 ÃÛÓØÓ 2011
Mijar: Nûçe



Brahîm Mehmûd
 
Di dema ku em têdene, dema ku pê mijûl dibin, gelek helwest xwe ber bi çav dikin, ku mirûv serdem dikin, ew jî yaseya guhertinê ye, tu kes nikare xwe ji bin bandora wê derxîne, an xwe dûr bixe.
Ew dîmena guhertinê ye, jiyan pêre pêre xwe bi nav dike.
Lê yaseya civakê ne yaseya xuristiyê ye, ew bi gelek þêweyan diyare.
Di vê pênava han de, hinek mirov hene , bê vîn in, an bê asoyên pêþbînî ne, di lêmiþta rojane de ne, qilopazî dibin, û di ser re jî dixwazin xwe têxin sînga dîroka tekûz de.


Ev jî fîspoka ken û girî ye, seravî ye! Ev xalik þîrovekirinek jê re divê!
Di bûyera ku em tê de ne, têne kilan, her yek bi wêneyekî, her yek xwe dapêþ dike bi rengekî, xweþ ber bi çav dibe yê ku xwe dinixumîne an xwe disêwixîne, an xwe li valî walî dixe, bi mebesta ku xwe biçesipîne.
Lê xuyaye: yek dikine, û yek digirî, hrdû jî dergûþkî dikevin:
Di vir de, ken dibe hewldanek têkçûyî, lê girî, hewldaneke nixumandî ye, bê çare ye.
Jixwebihêvî, xwedapêþkirin, xwedanasîn, di qorziyên teng de, karên wane, ev mirovên maqûl.
Di herdû nimûnan de, asoyeke pêþbînî tune ye.
Di nav me de, di warê quretî ye , zirtan de, gelek hene ji kesên ken û girî ne.
Bi kurteyî, û yekser: Ew jî j qûn tengî ye.
Dibe ku mirovek bibirse:Ma ev bi nav nab in?
Çawa bi nav nab in,îca, di bera yê dizanibe ji yê nizanibe bibêje, û hew!








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2609