Spasînameyek ji Ehmedê Huseynî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 12 ÃÛÓØÓ 2011
Mijar: Nûçe



Bi navê xwe, bi navê xwiþk û birayên xwe û bi navê binemala Huseyniyan, çi li derve û çi li hundirê welêt, ez ji dil û can partiyên Kurd, perlementerên Kurd, sazî û dezgehên civakî û çandî, dost û hevalan, rewþenbîr û hunermendan û revenda kurd a li ewropayê û hemî kesên ku beþdarî þûn û sersaxî û oxirkirina dawîn a birayê min Ebdulrehman bûn, çi yên ku bi xwe amade bûn, çi yên bi telefonan û peyman û çi jî yên ku di Fêsbûkê de hestên xwe derbirîn, bi hestine rasteqîn û dilsojane spas dikim.


Spasiyên germ ji boyî hemî dost û hevalên ku ji welatên dûr bi hawara min ve hatin, bi taybetî yên ji Swêd û Danmarkayê, Beljîka û Holandayê.

Her wisa spasiyeke taybet bo westan û dilsozî û destpakiya birêvebirên Komeleya Hêlîn a Kurdên Essena Elmanyayê yên ku hetanî xuleya dawîn li teniþta min man û bi min re darbesta birayê min spartin  goristana Essenê .

Bila serê we hemiyan ji me re sax be.
Bila hûn û ezîzên xwe û bila gelê kurd hetahetayê di nav xêr û xweþiyê de bimîne.

Ehmedê Huseynî

00 49 17635718448  Elmanya
00 44 7526776202    Brîtanya
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2605