Kengê dê cihê me kurdan jî di bin tava rojê da hebe? (Xelek 2) Li ber dergehên xwe-naskirinê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 07 ÃÛÓØÓ 2011
Mijar: Nûçe



Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl.
Çavdêriya zimanî: Mustefa Reşîd

Ez û Sukrat:
Feylosofê yûnanî ê navdar Sukrat (469 – 399 b.z), yek ji ronakbîrên ku ez xwe şagirtê wan dibînime; hevaltiya min tevle raman û nêrînên wî ji zû da dest pê kir û tiştê ku bêtir bala min kişand ew bû, ku cudabûn di navbera raman û jiyana wî da tinebû.  Eva jî – li gor nerîna min - sedemek bû, ku Sukrat her û her nêzikî dil û heşê min bû. Bêguman, gelek xwendevan dizanin, ku Sukrat felsefeya xwe di gotinekê da civand; ew gotina jî eva ye "Xwe nasbike".


Raste, ev gotina Sukrat pir kine, lê wateya wê pir hûr û fireh,  kûr û mezine. Her çiqas ku zane be, heşyarî û nerîna mirov dewlemend be, ewqas jî wateyên nû û pir nirxdar di vê gotinê da dibîne. Min ev rasteqîna han di pêvejoya xwe-naskirina xwe ya neteweyî da pirê caran dît; çi di çarçewa bûyeran da be, çi di çarçewa zanebûnê da be, çimkê bingehên xwe-naskirinê dudo ne: bûyer û zanebûn; pêwîste em zanibin, ku ti cudabûn di navbera van herduyan da nîne û hevgirêdana wan bi hevdu ra pir bi hêze. Erê, ez kanim bibêjim: Bûyer zanebûnê dide û zanebûn jî bûyeran peyda dike, an jî destê xwe dixe nav bûyerê, wê bi rengekî nû diafirîne û ber bi asoyên nû va dajo.
Cureyê qonaxên xwe-naskirinê:
Hişyariya min ya kurdayetî û xwe-naskirina neteweyî ne hema bi hêsanî xwe avête hembêza heş û hestên min. Nexêr, caxê mirov di xeweke giran da be, di xwe- wendakirineka kûr û dûr da be, rêya ku pê here ser kok û xweyitîya xwe bi carekê da şaş kiribe, gelo ewê çawa xwe bi hêsanî sererast û rizgar bike? Ma wê çaxê ne pêwiste ku ewrên reş û giran di tariya jiyana wî da bi hêz li hev kevin, di serbinî hev ra bigopilin, şirqînî û gurmîniyê bi ser da hilweşînin, birûskan li derdorên wî bibarînin, giyana wî bi hêz bihejînin, bi îşqa tîrêjên Yezdanê gewre bişoyin û bixelînin?
Belê, weha ye, weha jî bi serê mind da hat, lê ne bi carekê da, na, lêkdanek di pê lêkdanekê ra, ez dame ber xwe û ez ber bi pêş va têvedam, di gelek qonaxan re derbaskirim û bi gelemperî ez kanim bibêjim, ku qonaxên xwe-naskirina min ya neteweyî bi du cureyan bûn: Qnaxên ku ez berve hişyariyê têvedam û piçekî ez livandim û qonaqên ku ez berve rizgariyê têvedam û kir, ku ez guhartineka kûr û bingehîn û teveyî di kesayetiya xwe da pêk bînim. Aniha jî ezê cend qonaxan ji yên hişyariyê bi kurtahî pêşkêş bikim:
Qonaxên hişyariyê:
Qonaxa Yekemîn: Di havîna 1964-an da, em şagirtên dibistana bilind bûn li bajarê Efrîn û em li gor felsefeya Partiya Be`is, ya ku desthilatiya Sûriyê bi zora tang û topan roja 8 adara sala 1963-an xistibû destê xwe, çûn perwerdeya leşkerî li rex bajarê Helebê. Helbet piştî demeka dirêj ez lê hay bûm, ku çûyîna me jî yek ji pilanên Be`is yên mêjîşuştina nifşan bû.
Li Gor bernameya perwerdeya me, rojekê efserekî  be`isî em birin ba yekîtiyeka tangan û bi şahnazî gote me: Binêrin! Ev tang ewin, yên ku çûbûn bakurê Iraqê - paşê ez lê hay bûm, ku têrma (Kurdistan) di çanda be`isê da qedexe ye - efser pêda çû û got: Tang çûbûn ji bo cengê bi Barzanî ra bikin; bala xwe pêdin! Ev qul û kunikên ku hûn li ser rûyê tangan dibînin, şopên guleyên Barzaniyane, lê pir ji wan hatin kuştin, leşkerên me ew tar û mar kirin.
Dema ku efser çêra Barzanî kir, hate bîra min, çawa ku hin endamên ewlekariya sûrî havîna sala bihurî (1963)an, pênc ciwanên gundê me dane ber qamçî û kotekan, çimkê wan bi wêrekî gotibû: Em Barzanîne. Di cih da ji min va diyar bû, ku pûçkirina doza Barzanîtiyê - di bawerîya Be`isiyan da - asta qamçan derbas kiriye û gihîştiye asta tangan. Kurro! Ji bo çi ev bûyer diqewimin? Ma Barzanî çi dike, heyanî ku leşkerê Sûriyê bi top û tangan xwe dajo ser, hewl dide ku wî tineyî bike?
Ez di wan deman da, wek piraniya jin û mêrên kurdan, kurdekî nezan, çavgirtî û bextereş bûm; erê, pirê caran dê û dapîran, piştî şîvê, ji me ra digotin"kurmanc î têre, xew jê ra xêre". Di pêra ez lê hay bûm, ku xewa piraniya gelê me kurdan xeweka pir giran bû, ta radeya ku em avêtibûn dervayî dîrokê, dervayî sînorên mirovatiya rasteqînî, em bûbûn wek wan qeşmerên ku bavên me ji çokan û xirxan çêdikirin û di nav bax û zevîyên zebeş û kundiran da diçikandin, ji bo ku pê balind û lawiran bitirsînin.
Lê ez kanim bibêjim, ku dîmenên tangan piçekê ez hejandim û ji xewa giran hişyar kirim, ez rabûm ku ji xwe bipirsim: Ma xwasteka Barzanî çi ye? Ji bo çi cengê li Iraqê dike? Ji bo çi yên ku li Sûriyê pesna Barzanî didin desthilatdarên Sûriyê wan dixin bin qamçan? Çi agir bi serê desthilatdarên Sûriyê ketiye, ku leşkeran û tangan bajon ser Barzanî û kurdan? Ma leşker û tangên îraqê ne besin?
Qonaxa Duyemîn: Havîna sala 1965-an, min belgenameya Bekeloriya (dibistana bilind) stand, di wan deman da xwediyên belgenameya Bekeloriya li Sûriyê bi gelemperî û bi taybetî li gundan hindik bûn. Tê bîra min, hinekan çaxa pesna mirovekî zana û zîrek didan, digotin:"yaho, Bekeloriya vêra ye"! Ji bilî vê jî, dibistan li devera Efrîn kêm bûn. Wek nimûne, li gundê me ez şagirtê yekemîn bûm, ku Bekeloriya (şaxê zanistî) stand. Sedem jî ne ew bû, ku ez ji xortên gund hemiyan zîrektir bûm, na, sedema mezin ew bû, ku dibistana ji pola dehan û bi jor da li Efrîn - berî çaxa me – tinebû, piraniya gelê gundan belangaz bûn, nikanibûn zaroyên xwe bişandana bajarê Helebê, ta ku xwendina xwe li wir bi serî bikin.
Erê, ez gelekî dilşad û serbilind bûm, ku min belgenameya Bekeloriya stand, rewşa me ya aborî - wek rewşa gelek gundiyan -  dijwar bû û ji min va xuyadibû, ku bêhna bavê min piçkî fireh bû, lê ji hêla min da, te digot belkî min cîhan gişt bi dest xwe xistibû û min bawer dikir, ku ez li deriyê kîjan pîşeyê bidim, yekser ewê vebe û ezê bibim xwedî mehaneyeka baş. Di pêra namîne ku bavê min êdî bibe dîlê belangaziyê û tengasiyê, ezê zûka  binemala me bixînim hembêza kêfxweşî û bextewariyê.
Ji bo ku ez van hêviyan bi cih bînim, min bicarekê de hewl neda ku berê xwe bidim xwendina zankoyî, min bi lez xwe berda bajarê Helebê û rabûm ku li ragihandinên pîşeyiyê bipelînim. Bi rastî, ez gelekî dilşad bûm, çaxa ku min ragihandinek dît, kargêrîna kolêja cengewariyê belav kiriye, ji bo ku efseran perwerde bike, ez gelekî kêfxweş bûm; çimke hewesa min bi jiyana leşkerî ra pir germ bû, ku ez di kolêjê da werim pejirandin, ezê zû mahneya xwe bistînim, di pêra jî ezê bibim efser; stêrkên zer wê li ser milên min bibirsûkin û di paşerojê da pileya ya min ya leşkerî wê bilind bibe; û helbet mehaneyên min jî wê baştir bibin.
Min bi lez û bez dokument û belgehên xwe xistin destê komîta kolêjê; baweriya min hebû, ku ezê cihê xwe di kolêjê da bi hêsanî bistînim. Lê roja hevdîtinê ligel komîtê, pirsa Barzanî ji min bû, çimkê wan di rêya dokumentan ra  dizanî, ku ez ji Efrînê me, min ji wan ra da xuyakirin, ku ez kurdim, lê ez ti tiştî di vê babetê da nizanim. Çaxa min daxuyaniya xwe pêşkêş dikir, min didît, ku mirûzê wan ne normal bû û ewana bi carekê da daxuyaniya min napejrînin, di pêra jî min bi xemgînî encam girt, ku ez di kolêjê da nehatime pejirandin.
Qonaxa Sêyemîn: Piştî derfeta kolêjê ji dest min çû, min xwe bi lez gihhand amojgeha perwerdekirina mamosteyên dibistanên seretayî; min dizanî ku ezê piştî du salan bawernameya amojgehê bistînim û bibim mamoste, di cida jî bibim xwedî mehaniyeka bi rêk û pêk. Lê car din di hevdîtinê da, endamên komîta amojgehê mijara Barzanî û kurdên Îraqê bi min ra vekirin û hîç bawerî bi axaftina min neanîn, çaxa min got û teqez kir, ku ez ti tiştî di çarçewa vê mijarê da nizanim. Di cih da jî min guman kir, ku komîte wê min nepejrîne, birastî jî encam wisa bû.
Qonaxa Caremîn Tiştê seyr ew bû, ku sala 1966-an ez hatim pejirandin, ez wek mamosteyekî cihgir li dibistaneka seretayî li bajarê Cerablusê, yê ku nêzîkî 100 km li rojavayê Helebê dikeve kar bikim. Erê, mehaneya min pir hindik bû, lê ezê çi bikim? Ma ne ji rûniştina li mal çêtir bû?
De werin ez êdî tiştê seyr bibêjim:
Rêveberê dibistanê xortekî erebî be`esî bû, ji wan derdoran bû, heye ku temenê wî bi salekê duduyan ji yê min mezintir bû. Piştî sê çar heyvan, ez xwestim oda xwe û rabû vekolan li ser babeta Kurd û Barzanî bi rûyekî tal û tirş bi min ra vekir. Bi carekê da ji min bawer nekir, ku têkeliyên min bi tevgera kurdî û bi doza Barzanî ra nîne. Ne bes wisa, bi ser da jî ez bi komûnîstiyê tewanbar kirim. Min gote wî: Çawa ez komûnîst bim û ez nimêj dikim? Bi mirûzekî nexwaş bersiv da û gote min: Kurd gişt komûnîstin û nîşana ku komûnîstiya te teqez dike, havaltiya  te ya gerim bi Niyazî ra ye.
Bi rastî jî Niyazî xortekî çerkez bû, di dibistanê da wek min  mamosteyekî cihgir bû, bavê wî li Cerablusê fermanber bû, berî wê demê jî li Efrîn bû. Niyazî – wek ku wî digot –  kêfa xwe ji kurdan ra dihat, lewra jî – tev ku komûnîstekî hişk bû – sînorên dorpêçî û tenêtiya min derbas kirin û bû dostê min î durist. Pir caran em bi hev ra li rex çemê Ferêt derdiketin seyranê, em diketin gengeşiyên dirêj û germ, di mijarên îslamtî û komûnîstiyê da.  Mebesta wî ew bû, ku min jî wek xwe bike komûnîst.
Lê ta wê demê min ti tişt di babeta teoriya komûnîstiyê da nexwendibû; ji bilî vê jî, olperestên îslam, di nav raya giştî da, komûnîstî riswa kiribûn, ew bi gawiriyê û vêsinciyê tewanbar dikirin. Bi ser da jî, baweriya oldariyê li min siwar bûbû. Ma çawa Niyazî wê min bikişîne nav baweriya komûnîstiyê? Lewra jî çaxa Niyazî raste serhişkiya min a oldarî dihat, gelekî dixeyidî û hema bi hêrs pîyê min gez dikir, lê nakokiya di navbera nêrînên me da, ti carî dostaniya me sar nedikir, ta radeyekê, ku hîşt rêveberê dibistanê bawer bike, ez kurdekî komûnîstim. Lewra jî dostaniya min bi Niyazî ra xurt bû û min  gumana kir, ku ewê tewanbariya komûnîstiyê bide rex tewanbariya kurdîtiyê û helbet wê alozî di paşerojê da bêtir û dijwartir bibin.      
Tîrêjên hişyariyê:
Li dawî ez ji van qonaxan û ezmonan bi hay bûm, ku ez bi kû va herim jî, kurdîtiya min bi min ra ye, û – ez bixwazim nexwazim – bûye astengiyeka pir dijwar, tim û tim deriyên pîşeyan li pêşiya min digire û min ber bi belengaziyê va têvedide; vê rewşê jî wateyeka xwe ya bi tenê heye; ew jî eve: Eger ku ez ne Kurd bûma, ev alozî wê di  riya min da peyda nebûbana. Eva ji hêlikê da, lê ji hêla din va, ez rabûm bi xwe ra bibêjim: Gelo min kurdê bextereş çi kiriye, ku ev astengî hemû derdora min digirin, bê dilovanî li min têne hev û min diwestînin?
 Erê, min bi xwe ra digot: Ez ti caran nebûme endamê tevgerên ramyarî, ez cudahîyê naxim navbera ereban û kurdan. Di pêvajoya min ya xwendinê da, dostên min yên ereb jî hebûn, dostên bavê min yên ereb gelekin, dihatin pirsên olî jê dikirin û ez dibînim, ku bavê min bi rêzdarî pêşwaziya wan dike. Ji bilî vê jî, ew du malên Ereb û ew mala Tat, yên ku di gundê me da bi cih bûbûn, jiyana  xwe bi awayekî gelek normal derbas dikin, em rojên xweş û tal, demên şadî û xemgînî bi hev ra parve dikin, em û zariyên wan bi hev ra kar dikin û dilîzin, em ti carî nabêjin: Ev kurdin, ev erebin.
 Ji bilî vê jî, her havînekê, du-sê konên reş yên ereban li bênderên gundê me tên vegirtin, hinek ji wan pezên xwe diçêrînin, hinek jî karê kişandina şixran û kayê dikin; me ti carî bi dilreşî li wan nenêriye. Her weha  firoşkarên Tat, her heyvekê du-sê caran tên gundê me, dê û bavên me bi dilxweşî bi wan re didin û distînin û li dawiyê her biharekê Ahmedê koşkar ji gundê Nibilê tê gundê me, li bin dara tûyê ya mizin li rex kaniyê cih digire, ne kêmî hefteyekê dimîne, tasûman û solan perspan dike, jin û mêrên gundê me rêza wî digirin û xwarin û vexwarinê jêra dibin.  
Ji bilî vê jî, ez pir salan dibînim, ku yek ji dostên bavê min yên Ereb konê xwe li nav erdê me vedigire û keriyê xwe yî bizinan li deşt û çiyayên gundê me diçêrîne. Bi ser da jî hate bîra min, ku çaxa ez zaro bûm, dostekî bavê min ji erebên gundê Bablîtê, yan ji gundê Kifêrê, yên ku li rojavayê gundê me dikevin, kurikekî xwe şand, ji bo ku li ser destê bavê min hînî xwendina Quranê û hînî rêziman û binema jimêrezaniyê û nivisandinê bibe; ew salekê pêda di mala me da bû, me bi hev ra dixwar, vedixwar, dixwend û em dilîstin, me ti carî nedigot: em kurdin, ew erebe.
Bi rastî, çaxa min ev bîranînan bi bîra xwe va tanîn, ez li rewşa xwe û yê komîtan û rêveberê dibistana Cerablusê şat û mat dimam, min nedizanîbû, ku sûc û gunehê min çi ye, ji bilî ku ez kurdim. Erê, ez lê hay bûm, ku ev guneha - di baweriya endamê komîtan da - pir girane û pêwîst dike, ku ez werim seza kirin, deriyên dezgehan li pêş min werin girtin, ez belgenameya Bekeloriya bavêjim taqê, ez bê kar li mal rûnim û hêviyên dê û bavê xwe wêran bikim û biherfînim.
Armanca wan ev bû, lê nedizanîn, ku ew bi van rêtengiyan û aloziyan, gav bi gav min ji xewa giran hişyar dikin û min ber bi dergehên xwe-naskirina neteweyî va davêjin, tîrêjên kurdayetiyê di giyanê min da peyda dikin. 
Ev pêvajoyên qonaxên hişyariyê bûn.
Lê pêvajoya qonaxên rizgariyê çawa bûn?
Ewê para rûpelên werin be.

-------------

(Xelek 1)







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2601