KURDÊN SÛRÎ RÊ WÝNDAKÝRÝN
Dîrok: ÇáÓÈÊ 06 ÃÛÓØÓ 2011
Mijar: Nûçe



LAZGÎN DÊRÛNÎ

Parçebûna KURDA li nav çar dewleta ew kirine netewa duyemîn di wî welatîde ,em bêjin em nebêjin.ji vê yekê KURD nikarin bi tena xwe yek biryarê bistênin bê netewa yekemîn di her welatekî KURD têde.
Ev rastiyeke kesek nikarê wê mandelekê,û dîrok li ber çavaye,ji sedê salave heta roja îro,va ezmûna parçê KURDISTANÊ yê bi dev ÎRAQÊ ve daxwiyakirineke mezine di vê derbarê de.


Lê mijara me li ser rewþa KURDÊ SÛRIYE.ji dema serxwebûna welatê SÛRÎ kû navê wê komaraSÛRÎ bû lê guhertin û kirin komara EREBÎ SÛRÎ heta roja îro KURD têde hatin ji bîrkirin,û mafên wan hatin xwarin, û dijminatiyeke zor li hember wan hate kirin,û gelek pirojê nijadperist û þûfînî li ser wan bi cî bûn,wek guhertina navê bajar û gundê KURDA,xeta diha,anîna EREBÊ hundir û bi cîkirna wan li nav KURDA bi XAK û av kirin ,li ser tî û birçîbûna KURDA.lê li hemberî van kara teva KURDÊ SÛRÎ nikarîbûn tiþtekî bikin,ji ber delêvekî levhatî nebû ,ne yê navdewletî û ne yê herêmî û ne yê hindurû.
Lê dibêjin geya dibin kevirade namînê.va îro ew nîrê zêrîn yê me di xwest û ev pêtirî pêncî saliye em li hêvya wîbûn hat.îro þoreþek li SÛRÎ li dare ,gelê SÛRÎ tev rabiwe dixwazê rijîmê bi guherê, þoreþekê destpêkiriye bi kuþtin ,bi girtin, bi talankirin ,berê welatê SÛRÎ li guhertineke mezin û bingihîne,em bêjin em nebêjin.
Lê KURD îro li hêvya çi mane??!!!!
Gêlo mane li hêvya rijîma baesê ya kû çil salî hebûna KURDA li SÛRÎ mandelekiriye. yan jî li hêvya hemberiya SÛRî ne heta kû rijîmê daxê ERDÊ û biryara welatê SÛRÎ têxê destê xwe, wî çaxî ji nûve KURDÊ karibin çibikin gelo??
Çima heta niha kurdê SÛRÎ nikarin biryare xwe bi rengekî zelal ji vê rewþa SÛRÎ bidin?
Tê xwiyakirin kurdê SÛRÎ rê widakirin mixabin,ji ber nikarin dîdar û rewþa îro SÛRÎ têde bi rengekî rast û dirist bixwînin.

 Lazgin60@gmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2597