Em dibê nêre dibê bidoþe
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 26 íæáíæ 2011
Mijar: Nûçe



lazgîn dêrûnî

Ev salfeta gelê kurdê sûriye
Her yek li mala xwe paldaye û ling danye ser ling þûþa çayê jî li bere ûdibêjê: partî hene bera ew bikin, ma ya min çiye؟ ma kar bi ser milê min tenê de ketiye؟û bi vî awayî xwe dûrî mijarê dikê.
Bûye weke tiralê BEXDAYÊ ,heger kete devê wîde wê bixwê, lê wekîdî destê xwe na avêjyê. Bi vî awayî xwe bi hêvya partî û rêxistinave hiþtiye.


ew nizanê kû partiyê kurda li sûrî di rewþeke xirabde dijîn , ji alyê parçebûnê ve jimara wan bûye bêtirî deh partiya, lê ew partî tev bibin yek partî, ancix partîkeke baþ derkevê , kû bi hêz û cihê baweriyê bê, û ji aliyekî dîve serok û endamê van partiya, her xwe tenê li meydanê dîtine , ji lewra kar û xebata wa gelek siste.
Kudê reben kurê camêra: pirsgirêk ne ya partî û partîzana tenê ye, belê pirsgirêk ya kurda tevaye, her yek di cihê xwede, û her kesek li gor xwe, partîzan bi partiya xwe , nivîskar bi pênûsa xwe, rewþenbîr bi bîr û baweryê xwe, hinermend bi deng û stiranê xwe, maldar bi mal û perê xwe, xort û keç bi germatiya hêza xwe.
Vêce :nabê yek bi hêvya yê dîve bihêlê, her kesê kurd berpirsyare di vê dozêde, kurd bihevre hêzeke mezin çêdikin û divê çêbikin di vî nîrê zêrînde.
Îro dem dema guhertinêye,þoreþ li darin ,lê mixabin em bê kar û barin.
Kurdo:rabe ji xewa giran þiyarbe,dakeve meydanê,bigre ser hildanê,doza mafê xwe bike , biya pîsa û xêrnexwaza neke.
Ez qurbana çavê xortame.
21-7-2011
 lazgin60@gmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2586