Serdema ku em tê de dijîn wekî “Serdema Zanist û Teknolojî”yê tê binavkirin. Di qada teknîkî û zanistê de gelek pêşketin çêbûne û zanîn û zanyarî gihîştiye ber destê her kesên ku bixwazin bi dest bixin. Bi rêya internetê tora ragihandina zanînan ketiye hemû malan. Di derveyê îstîsnayan de cî û warên ku tora ragihandinê negihîştibê nemaye. Ev jî zanînê erzan dike û zanîn bi qasî serê pêçiyên destê mirov nêzî mirov bûye. Lê rastiyek jî heye; hemû tiştên ku di ser rêya tora ragihandinê re tên tev ne zelal in, tev ne rast in û tev ne pak û pêkan in. Ji ber ku zanînên tora ragihandinê ji hêla her kesî/ê ve dikare bê guhertin, bê zêdekirin û bê kêmkirin. Hemû kes dikarin bi riya tora ragihandinê “rastiya xwe” pêşkêşî her kesî/ê bikin.
Helbet rastiya her kesî/ê heye. ‘Ango rastî guherbar e.’ Lê rastiya giştî jî heye ku ev jî ji aliyê zanyariyê ve tê diyarkirin û civak jî dipejirîne.
Bi awayeke giştî mirov dikare bibêje ku ‘rastî’ di nava ‘rastiyên xwe’yî de her diçe wenda dibe û ev jî gengeşiyekê dertîne holê. Ji ber wê jî hê jî ‘rastiyeke derbasdar’ heye ku ew jî “rastiya nivîsê ya ku li ser kaxid hatiye nivîsîn” e.
Nivîsa ser kaxid nivîsa sefandî û parzûnkirî ye. Ew ê nivîsê bi dirustî û bi rastî dikare rastiyan ji mirov re vebêje.
Me jî li ser vê rastiyê berê xwe da “rastiyên parzûnkirî” û me got “zanînên herî baş û pak û biqîmet zanînên ser kaxid in.” Û me berê xwe da zanyariyê. Me got; “zanînên ku di nava rûpelên qirêjî yên dîrokê de veşarî mane, em wan ji nava tariya reşaşî derînin û pêşkêşî xwendevanan bikin.”
Wekî Weşanên J&J; me heyîn û hebûna xwe li ser vê yekê diyar kir û me got; ‘Em ê ji jêderên rastiyên parzûnkirî bi rê bikevin û dakevin jêwerên qada jibîrvekirinê.’
Û me got; ‘ziman’ û me got ‘ferheng’...
Rastiyên zimanzaniyê, rastiyên ferhengzaniyê, rastiyên parzûnkirî ne û giş hatine tesdîqkirin. Têkilî û pewendiya navbera zimanan herî baş bi riya ferhengan tê dayîn.
Li ser vê rastiyê me jî wekî Weşanên J&J xwest ku em têkilî û pêwendiya navbera zimanê Somerî û zimanê Kurdî bi rêya Ferhenga Somerî-Kurdî û Kurdî-Somerî pêşkêşî lêkolîner, zanist û zimanzanên Kurd û Kurdî bikin.
Ji aliyê lêkolîner û zimannasên hêja yên wekî Mamê ELÎ û Suleyman YILDIRIM ve vê Ferhenga Somerî-Kurdî hat amadekirin. Em jî wekî Weşanên J&J bi egera ku lêkolîner û zanist û kesên pêwendîdar jê sûd wergirin diweşînin.
Di vê ferhenga li ber destê we de bi qasî 1500 peyvên Somerî hene. Wateya wan a bi Kurdî hatiye danîn. Di derveyê wê de peyvên pîşeyî û çend deqên Somerî jî li dawiya pirtûkê cî digirin.
Em destpêka Weşanên J&Jyê bi vê ferhenga giranbuha û pîroz dikin û em dibêjin; “Em ê xebatên xwe yên bi vî rengî bidomînin...” (23.05.2011)
J&J
NASNAMEYA FERHENGÊ
NAV [Ad] : Somerî-Kurdî FERHENG Kurdî-SOmerî
AMADEKIRIN [Hazırlayanlar] : Mamê ELÎ & Suleyman YILDIRIM
EDÎTOR [Editör] : Azad ZAL
MÎZANPAJ [Mizanpaj] : J&J
ÇAPA YEKEMÎN [Birinci Baskı] : Pûşper 2011
ÇAPXANE [Matbaa] : Berdan Matbaacılık
ISBN [ISBN] : 978-605-62251-0-9
PÊWENDÎ & NAVNÎŞANA XWESTINÊ
AJANS J&J [Sertıfîka No: 22054]
Navnîşan : Huzurevleri Mh. 188. Sk. 1/C Blok No: 21
Kayapınar/DIYARBAKIR
Tlf: +90 412 257 57 70
Mobile: +90 530 691 46 73
Malper:
www.ajansjj.comE-name:
ajansjj@gmail.com weshanenjj@gmail.comTAYBETÎ & BUHA
Pîvan [Boyut] : 13.5 x 21.0 cm
Rûpel [Sayfa] : 176
Reng [Renk] : 1+1
Berg [Kapak] : American
Kaxid [İç kâğıdı] : Parşumen 80 gr.
Bergkarî [Mücellit] : Dirûn [İplik dikiş]
Çapejmar [Baskı âdedi] : 1.000
Buha [Fiyat] : 13,50 TL
Digel silavan
Weşanên J&J