Gelo Sûriya avis e ?
Dîrok: ÇáÃÍÏ 17 íæáíæ 2011
Mijar: Nûçe



Mihyedîn Şêx Allî *
  

 Eve bêtirî çar heyvane ku hundirê Sûriyê dikele û her diçe germtir dibe , ne ji ber ku xwepêşandanên gelêrî û aştiyane li gelek bajar û herêman berdewamin û hew , lê belê ji ber ku bersivdana karbidestna ji van xwepêşandanan re bersiveke nemirovî , sergermî û xwînî ye , bi girtinên ketûber , kuştin , û rûdawên leşkerî bi hemwelatiyên xwe re didin û distînin . Ta niha , li gor jêderan , dora 1500 kuştî , bi hezaran birîndar , bêtirî 10000 girtî , û dora 15000 ên ku malên xwe li şûna xwe hêştine û berê xwe dane Turkiyê , Urdin û Libnanê , bûne koçber û penaber .


Bajarên Hema , Homis , Dêrazorê û ji berî wê bajar û derdora Derayê û derdora Şamê , ta tu bigihê herêmên parêzgeha Idlibê – sînorê Turkiyê ( Hatayê – Iskenderon ) – têra xwe xelk hatiye civilandin  , mal wêran bûn e , birînên kûr û xedar vebûn e , dijatî peyda bûye û her weha pirsa aştiya civakê kêm zêde têk çûye .
Bajarên dî yên mezin mîna Heleb , navenda Şam , Reqê , Hesekê û Swêdayê digel Tertus û herêmên dî , ne di tevger û rewşeke germ û balkêş mîna herêmên dî de ne , lê , li dawiya dawî rewşa civaka Sûriyê serûber rewşeke zor taybet û awarte ye , û ku weha bidome , baş ne xuya ye berê wê li kû ye , û dê çi bi xwe re bîne !!
Lewre jî , partiyên siyasî , rewşenbîr , bîrewer û nifşên nû , di mijûlbûn û keftelefteke dîrokî de ne , helwest , propaganda û durişmên bi pîvan û bê pîvan têne hildan … Lê , para mezin ji xelkê Sûriyê bêdeng , çavdêr û xweragirtî ye , xwe najotiye û xwe nedaye nav çalakiyên rikebiriya Sûrî .
Di vê çerçewê de , hêjayî gotinê ye ku , rê li ber hêz û partiyên Sûrî yên rikebir , baş ne xuya , ne li hev , ne jî xwedî navend û pirogrameke kifş û zelal e .
Ev yeka he jî dihêle ku karbidestiya rijîma Be,is a serdest ji ya xwe nemîne , her û her di tund û tûjiya xwe de , di kiryarên xwe yên hovane de berdewam be . Loma jî , di vê dema nazik de , ya herî pêwîst , ewe ku , tevgera rikebir – çi kurd çi Ereb – li hev be , da ku karibe giraniyeke bi rêk û pêk , pêk bîne û rê li ber guhartina demokratîk a aştiyane veke , û li pey serberdayetiya durişman neşimite .
Dawiya dawî , çendî rewş tevlihev û aloz be , kul û êş giran bin , rewşa Sûriyê avise , pêşeroj jî ne ji sîstema rijîma tek partiyê re ye.
============
* Sekretêrê Parta Yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê .






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2576