Kī dihetike?, wźneyź kź tź daliqandin?
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 08 ķęįķę 2011
Mijar: Nūēe



Qado Žêrîn

Di dema žorežên ažtiyane de, bi taybetî di dema ku kolana Sûriyeyê ji 15ê adarê ve bi gižtî dikele, bandora gotin, helwest û gotaran ji ya gule, û tang û topan bêtir e. Birîn derman dibe lê birîna gotinê derman nabe.
Ji Tûnisê ta bi Misirê, Yemenê, Lîbiya û ana li Sûriyeyê milet rûxandin û guhertina rêjîman dixwazin. Em kurdên rojava jî  guhertina helwest û gotara kurdî dixwazin. Milet yekkirina helwest û gotara kurdî dixwaze.


Di rojên dawî de gelek-gelek nivîskar û rewženbîrên kurd nivîsandin û hemûyan yekkirina helwest û gotara kurdî xwestin, êdî yê ku daxwazên milet pêk neyne divê bê hetikandin û wêneyê wî bê daliqandin.
Helwest û gotara kolanan an jî gotara ciwanan ji ya partî û siyasetvanan bihêztir e, bêtir ji hêla miletê Sûriyeyê ve tê pejirandin. Hemû siyasetvan û partî, çi li hindur çi jî li derveyî welêt pižta xwe bi ciwanên li kolanan xurt dikin. Bi gumana min kurd bi du gav û nîvan li paž ereban mane. Ciwanên ereban ji Derha ta bi Meyadîn rûxandina rêjîmê dixwazin, her wisa gelek siyasetvanên ereb jî, lê hîna jî kurdan wek hîn hêvî di rêjîmê de hebe, rûxandina wê nexwestine, tenê ev yek li Amûdê bûye, ji ber ku Amûdî baž dikin ku ne wek ciwanên perçekirî û ne jî wek partiyên ku hîna jî perçe-werçe ne û helwest û gotara xwe ya di asta žorežê de diyar û ežkere nekirine, dikin.
Devê kîjan kurdî vedibe dibêje û dibilîne: çima kurd nabin yek, çima helwest û gotara kurdan nabe yek, her kes yekîtiya kurdan dixwaze, yekkirina helwest û gotara kurdan dixwaze, êdî hin in hene naxwazin û nahêlin ew yekîtî pêk bê, dêmek ew kesên ku astengiyan li pêžiya yekîtiyê bi wateya gižtî, derdixin, xiyanetê li gelê kurd dikin.
Eger rewža kurdan çi ya ciwanên kurd, çi jî ya tevgerê jihevketî û qels bimîne, û rêza xwe nekin yek, dê pižtî serkeftina žoreža Sûriyê nikaribin xwestekên xwe bi kesî bidin çesipandin. Bêguman pižtî biserketina žorežê û rûxandina rêjîmê, emê kurd nikaribin tižtekî bidestxînin, wê demê emê bi tepan bi serê xwe kevin û bêjin: me çi pelûl bi ser serê xwe dakir. Dê gelek kes ên berpirsyar bên hetikandin û wêneyê gelekan wek xayîn dê bên daliqandin.
Heçê di vê dema zirav û teng de, rêz û yekîtiya kurdan neparêze û bi pêž ve nebe, divê bê hetikandin û wêneyê wî bê daliqandin.
Heçê ji bo yekkirina kurdan, ji bo yekkirina helwest û gotara kurdî ne amade be û kar jêre neke, nikare di dema žorežê de tižtekî bidestxîne, êdî bila biqežite û cihê xwe bide zikêž û kurên cuwamêran, bažtire ku sibe bê hetikandin û wêneyê wî bê daliqandin.
Kesên berpirsyar û li cihên biryaran, mîna serok û rêberên partî û rêxistinên ciwanên žorežê, eger berjewendiyên kurdan ên gižtî neparêzin û di ser yên kesane û partiyan re negirin, divê bên hetikandin û wêneyê wan bên daliqandin.
Pižtî serkeftina žorežê kî dê nûnertiya kurdan bike?, kî dê bi navê kurdan biaxive, qet nayê pejirandin nûnerên yazdeh partiyan biaxivin, êdî tirsa min ji wê tirsê ye ku kurd ji bo nûnertiyê bihevkevin. Her wisa dê nûner û ne nûner li ser çesipandina mafê kurdan bihevkevin. Dêmek ana ji me kurdan tê xwestin ku xwe ji bo wê demê amade bikin.
Eger kurd nikaribin bi hêz dakevin cenga axaftinên pêžeroja Sûriyeyê ya pižtî žorežê, eger kurd nikaribin žert û mercên xwe, her wisa xwestekên gelê xwe li ser Ereban ferd bikin, bila di dûv re nebêjin: Ereb nijadperest in, Ereb li dijî kurdan in, û tižtik mižtikên din ên vala nebêjin. Eger kurd yek bin, hêza wan hebe dê bikaribin dilê hemû kurdan xwež û žad bikin.
Çi mirov, çi partî, her wisa çi rêxistinek ji yên ciwanan bi tenha xwe nikare biryarên pêžeroja gelê kurd ê rojava bi aliyên din ên Sûriyê re bide, eger hat û bi tenha xwe kir, xwe dixîne çala lêpirsîna dîrokî.
Eger kurd bikaribin li hev guhdarî bikin, ji hev hez bikin û hev bipejirînin, pirsgirêkên wan namînin. Kurd dê bi hêz bibin û dê bikaribin hemû hêvî û xwestekên gelê xwe pêk bînin.
Heçê di vê dema han de bi tenha xwe, û bê erê ya kurdan nûnertiya kurdan bike û bi navê wan biaxive, tenê xizmeta xwe, partiya xwe û rêjîmê dike.
Eger ne ji bîr û boçûnên partayetî yên teng be, ne ji parastina partî û berjewendiyên partiyan be, kurd hemû bi helwest, gotar û xwestekên xwe yekkin, yek nijad, yek helwest û yek gotar in. Mixabin kurd bi jimara partiyan perçe-werçe bûne. Eger partî berjewendiyên kurd û Kurdistanê di ser ên serok û partiyan re bigrin, dê bikaribin fidraliyê bidin çesipandin.
Heçê neyê guhertin kevir e. Dem dema guhertina  serokan e, êdî bila serokên me jî bên guhertin, êdî bila serokê yekemîn û duyemîn û sêyemîn ên partiyên me jî bên guhertin, her wisa sikirtêrê yekemîn û duyemîn û sêyemîn jî bên guhertin. Eger hat û wisa bû û rewža me kurdan bažtir nebû ezê žež pîvazan bi guhê xwe vekim.
Li dawî,
Bang li ciwanên žorežê dikim ku rêza xwe bi yekkin, her wisa bang li partî û rêxistinên siyasî dikim ku rêza xwe, helwest û gotara xwe bi yekkin û pižtgiriya ciwanan bi xurtî bikin, û hemû bi hev re Fîdraliyê ji kurdên rojava re bixwazin, çimkî fîdralî tenê dikare mafê me yê rewa bidestxîne. Bi gumana min ji bo kurdan, dê ereb û desthilata pižtî žorežê ne bi gelkî ji yên berî žorežê çêtir û bažtir bin.
07/07/2011







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2568