Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Niþtîmanî yên Kurd li Sûriyê hevkariyek damezrandin
Dîrok: ÇáÃÍÏ 03 íæáíæ 2011
Mijar: Nûçe



Weke berdewamiyekê ji kar û xebata ”Partiyê Tevgera Niþtîmanî ya Kurd li Sûriyê” li hundir welêt û da ku li Ewropa jî Tevgera Kurd, di vê dema nazik û hestedar de, kari be baþtir bi rola xwe di warê dîplomasî û têkiliyan de, nemaze jî di warê têkiliyên bi hêz û partiyên rikberiya sûrî re, bilîze û kari be bêhtir li maf û berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê xwadî derkeve Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê rojên 02.-03.07.2011-ê di konfiransekê de hevbendiyek di nav xwe de damezrand û komîteyên xwe (Komîta Serkirdayetiyê, Komîta Rêzanî, Rêveber) li gor tozikeke navxweyî destnîþan kirin.


Ermanc ji vê hevkariyê ew e ku em bi hev re li ber roniya Înîsiyativa Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê û biryarên wê xebata xwe li pênawî xalên jêrîn hîn xortir bikin:
1. Peydakirina piþtgiriya siyasî, di asta navnetewî de, ji daxwaz û viyana xelkê Sûriyê û þoreþa wê ya pîroz re;
2. Danhev û yekxistina hêzên rikberiya sûrî bona piþtgiriya þoreþê û bilindkirina dengê wê li dervayî welêt;
3. Bervedêriya maf û daxwazên rewa yên gelê kurd di hemû têkilî û danûstandinên xwe bona bicîkirina mafên me yên netewî di destûra Sûriyê ya pêþerojê de.


Daxuyaniya Konfiransa Rêxistinên Ewropa yên
Partiyên Tevgera Niþtîmanî yên Kurd li Sûriyê
Dortmund, 02.-03.07.2011
 

 

Piþtî bêtirî sê meh û nîvan ji temena serhildana gelêrî ya pîroz li Sûriyê hîne jî rêjîma Þamê ya totalîter ji dêvla ku guh bide daxwazên rewa û dadmend yên xwepêþandêran, bi þêweyên curecur yên hov û dirinde dide xwe ku stemkarî û desthilatiya xwe biparêze. Pêþî wê dest bi sozên vala û derew kir, piþt re jî ragihandina xwe ya derewkar bi kar anî, li dawiyê jî hovîtiya xwe û dezgehên xwe yên leþkerî û ewlekariyê bi kar anîn. Di encamê de ta îro roj bi hezaran þehîd û birindar ketin, gelek kes jî hatine girtin û ”wendakirin”, gelekên din jî hatine koçbarkirin.
 

Tevgera me ya Kurd li Sûriyê ji roja pêþî de eþkere û zelal ji rêjîmê xwastin ku dest bi guhartinên demokrat bike, da ku xelk û welat bên parastin û dilopeke xwînê jî nerije. Lê mixabin, rêjîmê guh ne da van daxwazan û bi serhiþkî û hovîtiya xwe têkelî rewþê bû. Îro roj jî serkirdayetiya tevgera me di wê baweriyê de ye ku riya herî rast ji çareserkirinê re ew e ku kongireke niþtîmanî ye giþtî li dar keve, da ku pêþeroja Sûriyê bête guftoguhkirin û pêngavên pêþîn ji avakirina welatekî demokrat û nûjen re bêne avêtin û destûreke demokrat bête amadekirin, ya ku tê de rastiya Sûriyê ya dîrokî û erdnîgarî bê parastin û hebûna gelê kurd û mafên wî yên netewî bên naskirin û bicihkirin. Ji bo ku ev daxwaz bi ser bikeve helbet pir girîng e ku:
  1. serhildan bi hemû awayan û bi þêweyên aþtiyane berdewam bike;
  2. piþtgiriya siyasî û dîplomasî ji miletê Sûriyê û daxwazên wî yên rewa re bête peydakirin û
  3. berî her tiþtî jî yekkirina hêza tevgera kurdî û ya rikberiya sûrî serûber.
 

Di vê çarçewê de Tevgera Kurdî ji aliyekî de navmala kurdî da ser hev û çarçewa xwe ya netewî ”Partiyên Tevgera Niþtîmanî ya Kurdî” damezrand û înîsiyativa xwe bona çerserkirina buhrana Sûriyê pêþkêþ kir, hem jî gelek hewildanên bona yekxistina hêzên rikberiya sûrî pêk anîn.
Da ku li Ewropa jî tevgera me ya kurd kari be baþtir bi rola xwe di warê dîplomasî û têkiliyan de, nemaze jî di warê têkiliyên bi hêz û partiyên rikberiya sûrî re, bilîze û kari be bêhtir li maf û berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê xwadî derkeve me weke Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê roja 02.-03.07.2011-ê di konfiransekê de hevbendiyek di nav xwe de damezrand û komîteyên xwe (Komîta Serkirdayetiyê, Komîta Rêzanî, Rêveber) li gor tozikeke navxweyî destnîþan kirin.
Ermanc ji vê hevkariyê ew e ku em bi hev re li ber roniya Înîsiyativa Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê û biryarên wê xebata xwe li pênawî xalên jêrîn hîn xortir bikin:
1.   Peydakirina piþtgiriya siyasî, di asta navnetewî de, ji daxwaz û viyana xelkê Sûriyê û þoreþa wê ya pîroz re;
2.   Danhev û yekxistina hêzên rikberiya sûrî bona piþtgiriya þoreþê û bilindkirina dengê wê li dervayî welêt;
3.   Bervedêriya maf û daxwazên rewa yên gelê kurd di hemû têkilî û danûstandinên xwe bona bicîkirina mafên me yên netewî di destûra Sûriyê ya pêþerojê de.
 

Herweha biryar di konfiransê hate standin ku divê ev hevkariya me ya siyasî kesayetiyên kurd yên serbixwe û dezgeh û komeleyên revenda kurd li Ewropa kom ser hev bike û sûdê ji wan û þiyanên wan werbigre, da ku em bi hev re rajeya doza xwe ya netewî û niþtîmanî bikin.
 

·         Serberzî bo þehîdên azadiyê, nemirî bo semkaran
·         Bijî azadî, demokrasî û wekhevî
 

 

03.07.2011
Hevkariya Rêxistinên Ewropa yên Partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2562