Partî û/54/sal ji xebatê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 25 íæäíæ 2011
Mijar: Nûçe



Di van rojên sext û dijwar de, û li van kawdanên nazik û hestiyar yên ku welatê me sûriya têre derbas dibe , li Roja/14/6/2011/ê,Partî Dîmuqratî Kurdî li Sûriya(partî) ligel cemawerê rêbaza Barzanî bi amade bûna nûnerên Partiyên tevgera kurdî,û Bizava Dîmuqratî Aşûrî û hijmareke berçav ji helbestevn û rewşenbîr û nivîskarên Sûrî bîranîna damezrandina yekemîn rêxistin a siyasî kurdî li sûriya li bajarê Qamişlo sax kir.


Hewceyî gotinê ye ku hilkeftê bi sirûda netewî kurdî Ey REQÎB dest pêkir,û Stêrên koma narîn ya filoklorî roleke giring di hilkeftê de hebû ,bê goman pêşwaziya bi rêk û pêk ya tayê Partî li Qamişlo ji mihvana re cihê spasiyê bû,piştî gotina partî hijmarek ji birûsk û gotinan û helbest hatine xwendin ji wan:
1-Birûska Bizava Dîmuqratî Aşûrî
2-Birûska komîta mafên mirovan li Sûriya-alrasid(Raweng)
  3-Birûska mamosta Kamîran berwarî rêvberê Radiyo F.M Kurdista-Dihok
4 – Birûska koçika Qamişlo ya çandeyî
  5 - Gotina Partiya yekîtî bi zaravê kurdî ji bal sekreterê yekîtî mamosta Isma,îl Hemê ve bi devkî hate pêşkêşkirin.
6 - helbestek ji bal helbest vanê rêzdar Xelîl Sasûnî ve, û yek ji bal helbest vanê rêzdar Mûsa Zaxuranî ve hatin xwendin. 
Her wese gotna(partî) bi vê hilkeftê ji bal endamê pîlot bîroya siyasî ya Partî Dîmuqratî Kurdî li Sûriya(partî) rêzdar Nisredîn Birhik ve hate xwendin, û bi fermî got:
damezrandina e vê rêxistinê li /14/ê. hezîrana sala/1957/ê , binavê Partî dîmuqratî kurdistanî li ser destên hijmarek ji ronakbîrên kurd mina Dr.Nûredîn Zaza,binavê Partî Dîmuqratî Kurdistanî li Sûriya hate damezrandin, navê xwe ji navê Partî Dîmuqratî Kurdistanî Îranî ya ku sala /1945/ê.hatî damezrandin,û Partî Dîmuqratî Kurdistanî –al Îraqî ya ku sala /1946/ê.hatî damezrandin wergitbû.
Damezrandina partî li sûriya ji bal piraniya kurdên Sûrî ve hatibû pejrandin, lew ra di maweyekî kurt de derbasî hemi malên kurdî bû,û xebata netewî û niştîmanî bi rêbazeke dîmuqratî di şopand,ji wê rojê ta roja îro xebata wê dijî destwerdanên rijêmê û rewşa awarte û kiryarên çewt û regezperest û pirojên wê yên şovînî dikir, pê diviye ku li ber wan damezirner û xebatkarên rêzdar re mîn Hecî Diham ê Mîro,û mamosata Kemal Derwîş,û mamosta M.Nezîr Mustefa û hemî kesên ku canê xwe terxan kirin ji bo azadiya gel û welat li ser rêbaz Partî û Berzanî em bejna xwe bi tewênin ,û li gel van kawdanên sext û dijwar partî karî bû heyamê/5/ Deye  roleke giring li biwarên siyasî û çandî û civakî bi lîzênîne,û amadeye ji bo mefa ji hemî mercên dikevine  berjewendiyên gelê kurd de wergire ,û avakirina encûmena siyasî kurdî li sûriya ji encamê vê xebatê bû ,û li dawiyê komkirin u berhevanina partiyên bizava niştimanî kurdî li sûriya bû,û hewil dide ji bo amadekariyê di hemî çalakiyên li sûriya têne li darxistin bike,û ji bo xwe li bersinga kiryarên çewtî bigre bi:  1-rakirina hemî kiryarên kotekî ku dijî mafên gelê kurd bicî hatin.
2-birsivdana xwestekên niştîmanî kelemperî yên kurê gelên sûrî li azadî û dîmuqratiyê,û danîna rêdanîneke (destûreke)nuh ji bo jiyana kelemperî bi rêxistin bike.
3- pesindkirina destûrî bi hebûna gelê kurd,û mafên wî netewî rewa,û peydakirina çareseriyeke dîmuqratî adîlane jibo kêşa kurdî di çarçova yekîtiya welat de.
  gelî birayan:
  roj bi roj pêşindanên milet li hemî parêzgeh û deverên sûriyê fereh tir û gurtir dibin û bi sedan xort û keçên nûhatî canê xwe bi gule û dibin eşkenca leşker û hêzên ewlekariyê de winda dikin,û di heman dem de bajar û bajorokê welat bi teng û topan têne wêrankirin,bê goman ev kiryarên leşkerî yên dirinde pirsgirêka gelê sûrî ji bo azadî û dîmuqratî û bi cih kirina mafên mirovan ya bingehîn çareser nakê,û partî helwesta.
 xwe bi van xalên li jêr tekes dike:
1- piştigiriya pêşindana ciwanên serhildanê yên aştiyane dike,û gurbûna hestê wanî niştîmanî keremperî bilind di nerxênê,û hemî şêweyên birakujî û oldarî pirotesto û şermezar dike,
2-kar li gel hemî hêzên opezesiyonê dike ji bo avakirina şêweyekî li gor kawdanên vê qûnaxê,û pê diviye em xwe ser hemî tiştên piçûk re bigrin,û hemî rêxistin û layenên siyasî li dora mêza guft û gowê kombibin ji bo qurtal kirina welat ji vê ezmûnê li gor daxuyaniya partiyên bizava niştîmanî kurdî li sûriya,û piştî ahing bi sirûda Ey Şehîdan bi dawî hat amadebûyên rêzdar xatir ji endamê komîta navendî yên(partî) xwestin.
Qamişlo
14/6/2011.z
Bîriwa ragihandina Partî Dîmuqratî Kurdî li Sûriya(partî)








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2555