Pîlanên rêjîma sûrî û þert û mercên hevdîtinê!!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 07 íæäíæ 2011
Mijar: Nûçe



  Dr. Zara Salih
 
Bêguman rêjîma sûrî ya diktator îro roj di tengasîk mezin de derbas dibe, piþtî berdewamiya þoreþa miletê sûrî ji berî 3 heyvan û virde, û lingê wê ketiye soleke teng de û êdî ber bi roxandinê ve diçe. Û ev pêvajok normale bo rêjîmek xwînmij ku ti derfetê dan û standinê  pêre nemaye, ji ber nama rêjîmê ji roja pêþî de hiþkere û diyar bu, û wê rêya leþkerî- ewlekarî hilbijartibu, û ta niha jî ev biriyara wê ye bo çareseriya rewþa welat.


Loma rêjîm dixwazê derzekê bixê navbera rikberiya sûrî de, û bide xuyakirin ku kurd li rexê wê rawestiya ne, û jibîr dike bê çi aniye serê wan di van salên bihurî de. Ev pêka han ji aliyê rêjîmê ve li cem her kesî xuyaye û em dizanin armanca wê jî çiye, loma tevgera kurdî ya Sûrî helbet zanê sedema vê dozdariyê û çima di vê dema niha de!! Em bawerin ku tevgera kurdî bi berpirsiyarî wê vê ezmûnê derbas bike û wê karibe roleke serete û balans bileyzê di rewþa guhertina demokrasî di paþeroja welat de.
Berî her tiþtî ma bawerî bi vê rêjîmê heye? Ev bi xwe cihê gumanê ye, pêwîste ku rêjîm gavin rastî bavêjê div ê derbarê de ( ev jî gelekî zehmete ), bi kêmanî kuþtin, girtin û hilanîna hêzên leþkerî û emnî ji hemû deveran, berdana hemû girtiyan û rûniþtina bi rikberiya sûrî tevî re bo lidarxistina gongirekî niþtimanî bo çareserkirina rewþa welat û guhertinên bingehîn û destûrî bo rakirina desthilatdarya partiya baes li ser welat û gel, û ev gav bixwe wê rêjîm ticarî nikaribe pêk bênê, jiber rêjîmên totalîtar nikarin bidin û xwe na guherin, lê pêwîste ku millet û hêzên xwe wê biguherin.
Þoreþa Sûrî lidare û êdî ferehtir dibe her în, veger bi þûnde nema heye û ev rêjîm jî wê bikevê weke xeynî xwe ji rêjîmên erebî, û wê kurd ji vê proseyê ne bêpar bin, jiber hêzeke li ser heve , û gereke di derbarê vê pirsê de jî yekbin û rêjîm nikaribe wan jihev bixê. Loma pêwîste ku þêwra rikberiya erebî jî bikin û yeke xwe bixin aliyê wan de û doza xwe weke erkek niþtimanî fereh bo tevayiya Sûrî diyar bikin û xwe parçe nekin ji rikberî û þoreþa gelerî ya Sûrî, jibe rev kuþtina hovane li gelek bajarên Sûrî ne dûre ku nêzîkî deverên kurdî jî bibe, çikû rêjîm bûye weke tebakê dev bixwîn û birçî û çi ji destê wî werê, wê bike bo ku temenê xwe dirêj bike. Baweriya civaka navnetewî jî êdî nema bi gotinê Baþar tê û nêzîk wê biriyarên nerewayiya vê rêjîmê bête daxuyanî û ew sîwan ji ser rabibe, ji xwe baweriya gelê Sûrî her bi wan nayê, nexasim piþtî van kuþtina û buyerên dawî, sedema vê nexþeya zelal gereke bizava kurdî nerîna xwe bi mêranî bide xuyanîkirin û nama xwe hiþkere ji rêjîmê re rêkê berî ku here hevdîtinê bi serok re, jiber gaveke þaþ ji aliyê wan ve wê qelenê wê gelek be, lê ez bawerim ku bizava me hiþyare û agahdare û wê karibe pêkek zîrekî bavêjê û helwesta kurdî bi hêztir bike di hundirê sûrî de û sûd bigrê ji vê derfeta han bo çespandina mafên netewî yên kurdî di paþeroja Sûrî de û bi hêviya serkeftinê û yekîtiya millet û tevgerê.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2538