Hevpeyvîn bi nivîskar û Helbestvan Konê reş re.
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 03 íæäíæ 2011
Mijar: Nûçe



Hevpeyvîn ji aliyê Diyar Ehmed ve hatiye kirin.

Bi helkeftina bîranîna roja zimanê kurdî, roja ku berê nixurî  yê kovara Hawarê çavên xwe vekir û hawara pêşîn gihand dildar û evîdarên zimanê kurdî,jidayîkbûna rojeka nû li asmanê kurdistanê hilat,pêwîstiya zimên di hebûn, jîn û jiyana mirovê kurd de li ber destan danî, ku ziman nîşana hebûn û mana her miletekiye û yek ji sitûn û binemayên serekî yê netewiye, û sîma û pênasiya miletiye. çi miletê hebe bi zimanê xwe tê naskirin û pê nêvnas jî dibe, ji ber ku zimanê milet nasnameya wî miletî ya netewîye.


Giringiya zimanê netewî di parastina taybetmendiya gelan de hêla ku xemxwar û evîndarên kurdewariyê bi hemû hêz û şiyanên xwe ve barê zimanê kurdî hilgirin û li ser rêya xurtkirin û pêşvebirina wî zimanê şêrîn karwanê xwe likarbikin, şopa zarşêrîn, zimanxweş û kurdperweran bigirin, û li ser wê rêbazê bi dilgermî gavên xwe biavêjin.
Di nava çalakiyên wê roja dîrokî de. me jî derft bi dest xwe ve dît û me hevpeyvînek bi yekî ji wan xemxwar û evîndaran re kir, ew jî  mamosta Konê Reş e,yê ku jîn û jiyana xwe terxan kir ye di ber xizmetkirin,piştevanî û parastina zimanê kurdî de ji alî yekî ve û di ber rêxweşkirin,geşkirin û pêşvebirina rewşa çanda kurdî de ji alî yê dî ve.


Konê Reş
: Ji salên dirêj ve min daye pey ziman, folklor û toreya gelê xwe.
Xewin,hêvî û daxwazên min ewin; ku wê rojê bibînim; ew roja ku her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala min be û bi rêka wê rojnameyê nûçe û bûyerên Kurdistanê û cîhanê bixwînim .


1- Mamosta Konê Reş, destpêkê em xêrhatina we dikin û hûn wek lêkolîner,rewşenbîr,torevan û nivîskarekê kurd bi zimanê kurdî û Erebî dinivîsînin. di meydana çanda kurdî de mîna sitêrek geş tên jimartin,lê belê di civaka kurdî de wek dildar û evîndarek yê zimanê kurdî tên dîtin û naskirin.
Gelo…kengî,çawe û bi çi rengî evê evîndariyê li cem we destpêkir ye.?
         
1- Xêr û xweşî li riya te be kak Diyar Ehmed, sipas bo te li dor van pirsên xweş..          Di baweriya min de kurdewariya rast û resen, hezkirina zimanê Kurdî di hinavê mirov de diçîne.. Bi gotinek din Kurdewarî û zimanhezî wek werîsê ji du benan hûnandî be, yek bêyî yê din nabe.. û di her tiştî de berî destpêkirinê hezkirine û hezkirina durist û aktîv mêraniye.. Sebaretî hezkirina min ji zimanê Kurdî re dikarim bibêjim ku ji gundê min Doda destpêkiriye, ev gundê sînorî ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê dikeve û bi demê re di nav agirê zimanê erebî û tirkî de dihat şewitandin.. Wiha di nav wê trajîdiya zimanî de mezin bûm û min xwend û bi giyanekî Kurdperwerî hatim xwedî kirin.. Di sala 1973 an de min dîwana Cegerxwîn (Kîme Ez), peyda kir û çend carekî bi Cegerxwîn re rûniştim, hingê min jî wek tevayî nifşê xwe, hin caran bi zimanê erebî dinivîsand.. Lê piştî ku min Cegerxwîn dît û min jê pirsî Seyda tu bi erebî bêtir kare his û hestê xwe derîne an bi kurdî..? Beşişî û li min vegerand û got: Bi Kurdî.. ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî dilê min.. Di sala 1977 an de ji bo xwendinê çûm Almaniya Rojava, li wir bişahî çav rojnameya (Roja Welat) ketim, bi Kurdî û tirkî bû.. Piştî vegera min di sala 1978 an de, min dest bi nivîsandina Kurdî kir, belê di pileyek biçûk de bû. Bi hatina ronakbîrên Kurd re ji Sovyêta berê wek: Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyîk, Eliyê Evdilrehman û Tosinê Reşîd.. Şêraniya zimanê Kurdî û danheva zargotina kurdî bêtir bi min re mezin bû û wê hingê, di rêka Eskerê Boyîk re çend carekî helbestên min di rojnameya (Riya Taze) de belav bûn.. Di orta salên 1980 î de hin caran berhemên min di kovara (Pêşeng) de belav dibûn, ewa ku partiya rehmetî Samî Ebdulrehman li sûriyê diweşand.. Belê di sala 1988 an de min bi rengekî aktîv bi kurdî nivîsand û di Newroza 1989 an de min û hevalekî xwe Kovara (Gurzek Gul), bi Kurdiya Latînî weşand. Vê paşiyê min bi tena xwe ew kovara weşand ta ku hejmarên wê di buhara 1992 an de gihan (15) hijmaran.. Dikarim bibêjim ku ta niha min di ser (50) î kovar û rojnameyên Kurdistanî de nivîsandiye û di warê nivîsandina gotaran de ez ji TÎRA Musa Anter a ku di rojnameya WELAT de li Stenbolê dihat weşandin û ji BEXÇÊ Kemal Burkayî a ku di rojnameya RONAHÎ de, ew jî li Stenbolê dihat weşandin fêr bûme û wan wek mamoste ji xwe re dibînim di warê nivîsandina gotaran de, ji xwe kêfxweş dibim ku şagirtekî Mîr Celadet Bedirxan bim.

2 – Tê gotin ku ziman nîşana hebûna miletaye, pênasiya gelaye, nasnameya netewaye,taybetmendiya mirovaye. Hûn wek yek ji xemxwar,evîndar û berevanê zimanê kurdî çawe van peyîvan  dibînin û naveroka wan dixwînin.?

2-Wek ku çawa li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê Tirk e, li Erebistabê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê ereb e, wiha jî Zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e di Kurdistanê de.. Wek ku çawa her gelek di cîhanê de pênasîna xwe bi zimanê xwe dide naskirin, zimanê Kurdî jî pênasiya gelê Kurd e di nav gelên cîhanê de.. Wek ku çawa di civata Netewên Yekbûyî de, her netewek bi ala xwe a rengîn tê naskirin, wiha jî netewa kurd bi zimanê xwe yê Kurdî di nav koma netewan de tê naskirin, anku zimanê Kurdî nesnameya netewa Kurd e.. Hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye.

3 – Piraniya siyasetmedar,hişemend,rewşenbîr û zanyarên kurda. dema li ser giringiya zimanê dayîkê diaxivin yan jê çaxa li ser zimanê kurdî ji wan tê pirsîn.pir gotinên xweş, mezin û qelew dibêjin,lê di warê bizav, ked û karê di ber  pêşveçûn û piştgiriya zimên de tiştekî na pêjin.Hûn çawe vê dirûtiyê li rex wan kesan dinerxînin.?

3- Henekê xwe bi kê dikin..! Ma ew ji kê re û di ber çi de xebatê dikin?! Eger xebat û bizava wan di ber mafê rewa yê miletê Kurd de be, ji sedî sed zimanê Kurdî di pileya pêşî de ye.. Ew jî bi vê yekê zanin, lê çima di warê pratîk de xwe fêrî zimanê kurdî nakin û pê nanivîsînin?!
Sed mixabin guhdana Partiyên Kurdên Binxetê bi zimanê kurdî gelekî qels û lawaz e.. Di warê pratîk de, zimanê kurdî di pileya dawî de ye..! Tev nivîsên wan bi zimanê erebî ne, pirrê axaftina wan bi zimanê erebî hatiye xemilandin.. Ez ne bawerim ku berpirsyarekî wan, zanibe bi kurdî bixwîne û binvîsîne.. Hin ji wan idîa dikin ku kovarên wan yên bi zimanê Kurdî hene, kanîn ew kovar ?! Kovara ku her du, sê salan carekê derkeve ne kovar e.. Mixabin ku Kurdewariya rêxistinên Kurdên Rojava bi zimanê erebî ye..!
4 – Hin mirov hene dibêjin:di serdema niha de ji miletan re ya pêwîst ne zimane,ji ber tu dikarê jiyana xwe bi çi zimanî bê berdewa bikê,lê belê guman dikin ku ya pêwîst ji gelan re têgihiştin û zanîne.Hûn çawe van peyîv û gotinan şirove dikin.?

 4- Ji sala 1923an ve, dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi rêk û pêk şerê zimanê me kirine. Zimanê me wek sembola paşverûtî û nezaniyê destnîşan kirine û dikin. Û ne tenê planên bişaftina çand û ziman li ser me kurdan meşandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de paşketî û asîmîle bikin.. Ji wan mirovên ku di vê serdemê de wiha gotinan dibêjin, ez dibêjim: Bela ji xwe re herin nêçîra Qitka.. Û ji hikumeta Fransî bipirsin; çima her sal konferansan li dor Frankfoniyê li dar dixîne.. Bela ji Tehranê bipirsin; çima ji çend salan ve gotinên biyanî ji zimanê Farisî divewejêre.. Bela ji (350) melyon ereb bipirsin; çima navên alavên ragihandinê û navên alavên pêdiviya rojane ku nû derdikevin û di cihanê tevî de bi yek navî naskirî ne wek Radyo, TV.. navekî erebî li wan dikin.. Eger wek ku dibêjin, çima Amerîka latînî dev ji zimanê Espanî bernade û bi zimanê ingilîzî jiyana xwe derbas nake û wek ku em tev dizanin roja îro zimanê Şikispîr di dinyayê de zimanê yekemîn e ku zimanê bazirganiyê, toreyê û denûstandinê ye.. Eger em bi gotina wan mirovan bikin dêmek kêşeya gelê kurd nîne û tev serhildan, raperîn û bizavên gelê Kurd di ber azadî û serxwebûnê de şaşî û nezanî bûn..! Erê, eger wek wan kesan be bela her perçeyekî Kurdistanê bi zimanê dagirkeran biaxifin û wiha kêşeya gelê Kurd çareser dibe û namîne.. Hingî ti pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran.. namîne û di encaman de taybetiya me namîne.. Ev ne ti gotinin. Bela wek van mirovan herin ji xwe re li Qitkan bigerin.. Sed sal divên ta ku em bigihêjin vê qunaxa ku behis dikin.. Çavên wan lê ye ku em bi destên xwe Mem û Zîn, Ferhad û şêrîn, Siyamend û Xecê bingor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê sala ye bişewitînin..?!!
5 – Zimanê kurdî jî wek miletê kurd ji hev tarûmar û belav bû ye.jihevketin,jihevçûn û parçebûna zimana kurdî gihaye qûnaxeka pir metirsîdar.her zaravekî ji xwe re rêya xwe ya cuda û xweser qelaştiye û pişta xwe daye zaravê dîtir.gelo… we heye rojek bê ku kurd li zimanê xwe xwedî derkevin, û li hevwerin û bikarin zimanekê kurdî yê hevgirtî û standerd ji gelê kurd re destnîşan û peyda bikin.?
 5- Ev yek jî bi rewşa Kurdistanê a ciyopolîtîkî û serxwebûna wê ve girêdayî ye. Çendî Kurd ber bi azadî û aramiyê ve herin, wiha jî wê zimanê Kurdî cihê xwe bigire û pêşkeve û di encaman de wê şêwezarên zimanê Kurdî têkelî hev û kêm bibin.. Roja îro du şêwezarên Kurdî yên sereke bikar tên (Kurmancî û Soranî), her wiha du alfabe jî berdestin (Erebî û Latînî), Kurmanîaxêf bi tîpên latînî û Soranîaxêf bi tîpên erebî dinivîsin. Herd du şêwezar jî ji zimanê Kurdî re bûne standard.. Ez geşbînim ku di pêşerojê de wê zimanê Kurdî bi alfabeya latînî li seranserî Kurdistanê belav bibe, ji ber ku gava pêşîn ji standdardkirina zimanê Kurdî re yekîtiya tîpan e. Di sala 1932 an de, dema ku mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawar li Şamê, bi tîpên latînî weşand û naveroka wê bi berhemên nivîskarên kurmancî û soranî xemiland hingê wî bîra vê yekê dibir û ne divîbû ku di pêşerojê de du alfabeyên standard ji zimanê Kurdî re werin bikaranîn. Dema dibêje: (Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pêş. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..) 
Hawar, hejmara 10 an sala 1932 an.
Mîr Celadet Bedirxan ji wê hingê ve li yekîtiya Kurdan digeriya, ji ber ku wî yekîtiya kurdan di yekîtiya ziman de didît û yekîtiya ziman, bêguman di yekîtiya tipan de ye.. Li Afganistanê mêzekin; ji ber pir zimaniya gelên Afganistanê û nebûna zimanekî standard, yekîtiya Afganistanî têk diçe. Pakistan jî mîna wê, ji ber pir zimaniya axaftina tê de, biryar stand ku zimanê îngilîzî bibe zimanê fermî ji dewletê re..
Sebaretî me Kurdan, ne xeme ku Kurd du celebên tîpan bi kar bînin, du celeban standard bibînin, Lê cihê daxê ye ku celebek li ser hesabê celebekî mezin û girs bibe...

6 – Gelek zanyar,rewşenbîr,şareza û pisporên kurdan dibêjin:ji xwe pirsgirêk û aloziyên  zimanê kurdê di warê cudahiya rênivîs,lêvkirin,rêziman,û pirbûna zarav û zaravokan de gelek bûn.di ser piraniya wan alozî û pirsgirêkan de xebatkar û zimanzanê kurd yê navdar Mîr Celadet Bedirxan girêhişkek dîtir li rîsê  tevna zimanê kurdî zêde kir,ew jî danan û nivîsandina bi tîpên latînî bû .
Hûn wek şareza û pispor di dîroka malbata Bedirxaniyan de. çawe bersiva van kesan didin û bi çi zimanî li wan vedgerînin.

6- Di baweriya min de, dûrdîtina mîr Celadet Bedirxan xwediyê Hawarê û giringiya weşandina wî ji vê kovarê re, ev bû; Ku zimanê kurdî bê parastin û kurdiya latînî di seranserî kurdistanê de belav bibe.. Hem jî ku kurd wek tevayî xelkên cihanê bibin xwedî alfabeyeke xweser.. Mîr Celadet xweş bawer bû, ku yekîtiya kurdan di yekîtiya zimanê wan deye û yekîtiya ziman ji yekîtiya tîpan destpêdike û wek ku berî niha min got. Lê sed heyf û mixabinî ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg xwe ji ber projeyê mîr Celadet Bedirxan da alî..?! Li kovara Hawarê hejmara (10 an, Sala 1932an) Vegere, gotarên Mîr yên bi navê (Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî), hem jî ku bersive ji Pîrût re li ser gotarên wî (Ekis Sedayî Hawar). Hingê wê xweş ji we ve diyar bibe..
 Erê Ezbenî, ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg dengê xwe tevlî dengê mîr Celadet Bedirxan kiriba û piştgiriya wî ji weşana Hawarê û tîpên ku wî ji zimanê kurdî re bijartine, bi erênî pejirandiba, îro roj, ev problema ku hin dibêjin nedihat gotin.. Sebaretî min ez sipasiya mîr Celadet Bedirxan dikim ku wî karîbû alfabeyeke xweser bi tîpên latînî ji zimanê me re berhev bike û ez xweş bawerim di pêşerojê de wê tevaya Kurdan bi alfabeya wî his û hestên xwe bînin ziman. Ji ber ku alfabeya erebî nikare bi hilgirtina tev dengên ku di zimanê Kurdî de hene rabe, lê a latînî bêtir kare û bêtir li bejin û bala zimanê me tê kirin..

7 – Berî çend rojan we gotarek di enternêtê de belav kir û we di gotara xwe de daxwaz kir, ku roja (15) gulanê, roja weşana jimara yekê ya kovara Hewarê bibê roja zimanê kurdî.belê… vê pêşinyara we çiqasî di nav gelê kurd de dengveda û cihê xwe girt,û emê bi karin ji îro pê ve bêjin roja (15)ê gulanê roja hildana xetîr,çira bizav û çalakiyên zimanê kurdî ye.?

7- Her miletek di cîhanê de rojekî ji bo zimanê xwe yê netewî bi nav dikin yê me Kurdan roja (15ê Gulan)ê ye. Wek ku çawa 21ê adarê cejna netewa Kurd Newroz e û 22ê Nîsanê cejna rojnamegeriya Kurdî ye. 15 gulanê jî, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê bi zimanê Kurdî, alfabey latînî û şêweyê Kurmancî û Soranî hatiye weşandin û di nav Kurdan de belavkirin. Bi saya vê rojê û bi saya xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û bi sedan, bi hezaran ji rewşenbîrên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin çêbûne û ji wê rojê ve zimanê Kurdî bi alfabeya latînî tê nivîsandin û mirov dikare bibêje ku ji wê rojê ve rewşenbîriya Kurdî a nû bi tev cureyên xwe ve destpêkiriye.  Eger UNESCO di roja di 17.11.1999 de, 21ê sibatê bi navê Roja Zimanê Dayikê binav kiribe, yê me Kurdan, roja 15 gulanê ye.  Ev roj wek roja Zimanê Kurdî ji sala 2006 an ve tê pîroz dikin, bi taybetî di nav Kurdên Bakurî kurdistanê û Ewrûpa de.

8- Hûn dikarin ji me re jîn û jiyana mamosta Konê Reş bidin xuya kirin û berhemên wî yên çapkirî û herweha yên destnivîs jî diyar bikin.?

8-
Navê min Selmanê Osmanê Evdo ye. Bi navê Konê Reş di Kurdistanê de hatime nasdikin. Di sala 1953 an de li gundê Doda ku dikeve navbera Amûdê-Qamîşlo ji rexê Sûriyê ve û Mêrdînê û Nisêbînê ji rexê Tirkiyê ve hatime ser riwê dinyayê.
Ji salên dirêj ve min daye pey ziman, folklor û toreya gelê xwe.
Xewin,hêvî û daxwazên min ewin; ku wê rojê bibînim; ew roja ku her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala min be û bi rêka wê rojnameyê nûçe û bûyerên Kurdistanê û cîhanê bixwînim. Geşbînim ku di vê serdemê de yekim ji kesên pêşî li Binxetê ku min jî wek hevalên xwe bi zimanê Kurdî nivîsandiye û hêj berdewam im.. Bavê pênc zaroka me, li bajarê Qamişlo tevî malbeta xwe dijîm.

 
Ji berhemên min yên çapkirî:
- Serpêhatiyên Mîran (1) Beyrût 1991
- Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî, Şam 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997
- Serhildana Sasonê, 1925-1936, Şam 1995
- Osman Sebrî, 1905-1993, Şam, 1997
- Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, Erbîl, 2000
- Pirtûka Qamişlo, Lêkolîn bi Eerebî, Stenbol: 2003, Heleb: 2004 û Silêmaniyê, Kurdistana başûr: 2006
- Welato !, Helbest, Beyrût, 1998
- Dergehê Jîn û Evînê: Helbest, Beyrûrt, 2001
- Cûdî Çiyayê Miradan: Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004
- Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006
- Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê,   êlûna 2010.
- Sîpan û Jîn, helbestên zarokan:I. Beyrût, 1993
- Şagirtê Bedirxan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.
 Dawî dikarim xwe bi vê helbestê bidim naskirin:
  Mirovekî Kurd im
 Ji sala 1514 an ve
Ta roja îro;
Di kul, êş û janên
Gelê xwe de  diponjim
Xemxur û zikêşê
Zimanê dê û bavê xwe me;
Yekim, ji wan kesên ku,
Li dor malbata Bedirxaniyan
Dixepêrim..
Ez Konê Reş im.
Konê ku stûnên wî,
Bi kuçên ji çiyayê
Sîpanê Xelatê, Barzan û Agrî
Bilind dibe,
Çît û berçîtên wî
Bi zil û qamîşa
Derdora çemê Dicle û Ferat
Dibe dîwar û
Bi hevirmêşa
Mûş û Bazîdê
Hatiye hûnandin..
Ben û şerîtên wî
Ji hiriya berxên
Şikak û Heyderan,
Keriyên koçerên Milan û Mîran
Hatiye ristin..
Konê ku ji mûyê
Bizinên zozanê Botan,
Zozanê şerfdînê û çiyayê Mazî
Hatiye çêkirin û
Bi rengê şevê
Hatiye debixdan
Da ku di rojê de
Belû û diyar be û
Xweş bê xuyakirin;
Dinya û alem tev
Bibîne û bizanibe
       Qet singên konê min
Ji nav xaka bav û kalan
Nayên hilkirin
Nayên hilkirin
Ez Konê Reş im
      Mirovekî Kurd im.
 
  Konê Reş    
  Qamişlo, 23.05.2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2537