Li mi qirikê... ka zilam .?!!!!!!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 26 ãÇíæ 2011
Mijar: Nûçe



xelîl kalo

   Li me pepûkê ,li me por kurê , li me bê kes û kûsê , qey em bê mêrin ,  me digot me zilam kirine va xuyaye ne zilamokin jî ,ev gotin ya jineke kurd bû berî çend rojan bi tûre û acizî got, nemaze dema axaftin li mala wan çêbû ser mafê kurdan û radeya beþdarbûna me di xwepêþandanê ciwanên kurd de li qamiþlo û xwe veþartina partiyên kurdan bi þêweyê fermî ,bi ser ve zêdekir û got : ma çima bi xortên xwe ve naçin , zilamtî ne bi simbêlê boþ û qeytanîye yan bi serî û zikê mezine yan bi bedil û girêfataye


 heme wexta em li gundbûn  me gergûnk ji golikên þemza re çêdikir ew jî weke girêfatên we bûn , erê xweþdibûn  lê  dîse di mane  golik li ber çêlekan , wey li me bê bexta ,tenê jêhatîne ku bi dora me bikevin û xudexudê bikin weke dîkên elokan "heme kîr bi kerave jî heye" ....!!!!  .piþtî axaftineke dirêj wê jina kurd ji me xwest ku gotinên wê bi rengê ku li jor hatî gotin di gotarekêde were belavkirin û me jî soz da ku naveroka axaftina wê bi kurtî were belavkirin piþtî pir þor û xeberên tûj ji mere dan .derseke di welatperwerî û yekîtiya civakî û kurdewarî da me li gorî zanîna xwe .

    Paþî wê jina kurd pirsek  ji me kir û got : xitab û helwesta bijartiyên siyasî û civakî û olî  û rewþenbîrî weke ya pîrekaye  , eger siyaset wilo be heme her kes dikare siyasetê bike heta bi pîrebiyan dikarin partiyan sazbikib, eger kurd xwe îro isbatnekin wê kengî bibêjin em hene . ew gotina wê jina kurd heta radeyeke mezin raste û di cihê xwe deye , cendek ji civata me jî vê paþê kete rêza helwesta wê û me ji xwere got ,eger qûnax bi vê rewþa melûl û fedî debasbibe ,wê kurd çi nafê wergirin , wê çawa û kengî xwe bi rêxistin û xebat bikin , hingî tu wate ji me rewþenbîr û siyasetmedar re namîne ,gelo em li benda çine ,,? xelk di xirûcirê deye hîna dibêjin ka em meyzênin , yan hê dem ne hatiye , evê bibêje bere habe û yê dîtir helwest û rayeke berûvajî bide , birastî me serê hev gêjkiriye bê encam û feyde , her roj  eve karê me ,emê  hevdû bixeyidênin ser tiþtên pûç û bê hûde û rojên me bê encam derbasdibin . 

    Heta roja îro pirê me hew ji hev fêmdikin "fêrdibin" ne bi zimanê rewþenbîrî û siyasetê û ne wekî dîtir .di xuyaye em hemû ketina rêza pîran de û gazinda dikin  weke pîra ku kevir li qûna wê ketî kuzkuza meye, bê kar , bê xebat û bizav di van rewþên nazik û çarenûsîde ,hîna weke berê em di fikirin û di livin . xelkên sûrî  ber bi qedera xweve bazdidin ka çi ji wan tê xwestin wê dikin , erê hîna di destpêkê dene lê biryara xwe dane ku paþerojeke baþtir ji xwere bi cesipînin û bidestvebînin.em piþtî /50/ salî hîna em seqet û bela wela ne  û þehtin  , bi rastî diyardeyeke seyr û sûsrete.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2528