Bêjesaziya kurdî bê ‘SAZÎ’ ye
Dîrok: ÇáÎãíÓ 26 ãÇíæ 2011
Mijar: Nûçe



Hozan Robar

Bêjesazî (morphology) zanisteke bi serê xwe ye û babetên wê pir fireh in, rêzik û rêpîvanên duristkirina bêjeyan tê de hatine danîn, li gorê ferhenga ziman hatine rêkxistin.
Lê mixabin, zimanê me wek erdekî bûr cot lê nehatiye ajotin, ji vê zanistê bê par maye û zimanzanên pispor di vî þaxî de bi têra xwe nînin ku zimanê me jî rêkûpêk bikin û ji nû ve raxînin, yan jî eger hebin rêya vî karî li ber wan venebûye. Ew jî ji ber nebûna saziyeke taybet bi vî karî.


Her kurdîhezek ku cihê bêjeyekê di nivîsa wî ya kurdî de vala maye li gor zanîna xwe bêjeyên nû dariþtiye yan jî hema ji zimanên dagirkerên tirk, ereb û farisan peyv wergirtine û di nav kurdî de bi cih kirine, lê eger ew xwenda (xwendina wî hebe) be li ser rêya tirkên modern çûye û ji zimanên latînî ew peyv wergirtiye.

Helbet, kesên rast û durist kar kirine jî hene û gelek peyvên lihevhatî li kurdî zêde kirine, destên wan xweþ bin, tiþtê baþ nakokî li ser nîne. Lê þaþtî her cihê gengeþe û gotûbêjan in ta rastî derkeve holê.

Berî çend rojan min di nivîsekê de peyva “Opazisyon” bi kar anîbû, hevalekî ji bakurê welêt li ber wê peyvê sekinî û got “çima ne Mixalifet?” min got: ji ber em ji ereban û ji zimanên wan têr bûn me têra xwe ji dest wan dîtiye lewma ti peyvên erebî hîç bi kar nahênim.

Eger em bi çavekî bêalî li her du peyvan binêrin çi ferq di navbera wan de nîne “Opazisyon, mixalifet”, ev gotin li cî ye çunku her du peyv biyanî ne, lewma min berê xwe da kurdî.

Di gera nav kurdî de ev peyv derketin pêþ (rikber, rikeber, neyar, dijber, dijberî, dijbere) hemû jî heta niha di çarçoveyeke teng de têne bikaranîn, lê em ê wan rakin û deynin û li pey regên wan biçin ta em zanibin çi peyv ji “Opazisyon, mixalifet” ê re berdêl û alternatîf e.

·  Rikber, rikeber: rik + e + ber
peyva “rik” hevalnav e (rengdêr, sîfet) zaf tête bikaranîn.
Wate: kîn, kerb, serhiþk, eynat.
Nimûne: çi zarokekî bi rik e, ew kar li wî bûye rik.
Peyva “ber” gelek wateyan dide û þîroveya wê pir fireh e, eger “ber” a hevalkar be (hoker, zerf) wê demê wateya cih dide: li ber derî rûniþtiye, di ber min re çû.
Wateya peyva hevbend “rikeber”: hevrik, dijber, minafis, dijmin, reqîb, pêþbaz, pêþbir.

Anku heman wateya “Opazisyon, mixalifet” nade:

· Neyar: ne + yar
Wate: ne dost, dijmin
her dîsa wateya “Opazisyon, mixalifet” nade.

·  Dijber: dij + ber
Peyva “dij”, hevalnav e (rengdêr, sîfet) zaf tête bikaranîn gotina dijmin (dij+min) jî jê hatiye dariþtin.
her yek wateyê dide (hember, li aliyê din, ne wek hev)
nimûne: li dijî kesekî yan tiþtekî, li dij hev derketin.
Wateya peyva hevbend “dijber”: rikeber, hevrik, mixalif, reqîb, dijmin

·  Dijberî: dij+ber+î
Bêyî em kûr û dûr biçin, ev peyv hevalnav e (rengdêr, sîfet).
wateya wê bi wateya “dijmintî, dijminî, rikeberî” ye û ti carî wateya “Opazisyon, mixalifet” nade, lewma bikaranîna bi wê wateyê þaþtî ye.

Wek diyar e wateya herî nêzîk ji “Opazisyon, mixalifet” di peyv “dij” heye, lê têbîniyek heye, berî em biryara dawî bidin:

·  Dijbere: (dij+bere) bereya li dijî ya din, bi wateya “Opazisyon, mixalifet”.

“Opazisyon, mixalifet” anku aliyê din yê li dijî aliyê yekê, bêguman ew eniyeke (bereyeke) li hember aliyên din.

Enî yan jî bere, her du di kurdî de têne bikaranîn, lewma dê wateya Dijbere hûrtir û nêztir be ji “Opazisyon, mixalifet”ê re.

Em dikarin bêjin kesê di nav dijbereyê “opazisyon, mixalifet”ê de jî dijber e:
- Ew kes dijberê min e, hevrikê min e, rikeberê min e, mixalifê min e.
Puxte:
Dijber: mixalif
Dijbere: mixalifet

Helbet ev herdu peyv ne min çê kirine, berê hene û têne bikaranîn, ev tenê hilbijardeya min e, eger hilbijardeyeke têvel li ba we hebe û hûn min haydar bikin dê gelek baþ be.

Armanca me, em berev zimanekî yekgirtî biçin, ji bîr nekin di vî karê xwe de em pir dereng mane, em di sedsala 21ê de ne.

Bimînin di xêr û xweþiyê de








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2527