Bi hişyarî maf tên wergirtin
Dîrok: ÇáÃËäíä 23 ãÇíæ 2011
Mijar: Nûçe



Dr.Heznî Haco

Dawiya dawî bayê azadiyê gihaşt Suriyê jî. Xuya ye ev bayê ku mirovên rojhilata navîn ji mêj ve li hêviyê bûn, dê li vir bibe bahoz û jiyana welatiyan serobinî hev bike. Kurd, ên ku bi zikxişkê û bi rêveçûna kûsiyan dest bi tevgerê kirin, li xwegerên (otombîl) weke Porşê, Fêrarî û BMWêyan siwar dibin û dixwazin bidin pêşiya deverên mîna Deraa, Banyas û Hums. Ma çêdibe ku di sergermiyê de, kesek bide pêşiya me?


Ta berî îna bûrî jî xortên kurd li gelek devran xwe har û dîn dikirin û dixwestin bikevin serê govenda, ku hêdî hêdî û li seranserê welatê Sûrî,  roj bi roj germtir dibe, lê – xweşbextane - rêxistinên kurd ew - bi sed kotekî -  hêmin dikirin û radigirtin. Ez dibêjim xweşbextane, ji ber ku bi taybetî vê carê ji me tê xwestin ta 10an bihjmêrin berî ku em gavê biavêjin. Em ne Mikyavillî ne, lê ta vê demê rewş di mij û moranê de ye. Ne desthilatdar berê xwe bi erênî dide me, ne jî yên ku xwe serkêşên raperînê dibînin, niyazên xwe li hember gelê kurd li Sûrî, zelal dikin. Dana nasnameya "erebî sûrî", ne vegerandina vê nasnamê, bi  tu awayî nêzîkayî yan berpêhatina daxwazên me pêktîne. Li aliyê din rêberên opozisyonê, çi kesayetiyên danezana Şamê, "birayên misilman" an jî xortên  serkêş, belo nakin ka ew – heger hat û bûn desthilatdar – çi diramin ku cangoriyên ku kurdan di ber serxwebûna vî welatî de dane, xelat bikin.  Naskirina netewa kurd ku ew netewa duyemîn e li ser vê xakê û serbestkirina perwerdeya bi zimanê kurdî, du daxwazên ku nabe, ne rêxistinên kurd, ne jî  xortên kurd ên serhildêr, jê werin xwar. Daxwazên niştimanî ku welatiyên sûrî tev himbêz dikin - çi rakirina rewşa awarte, danîna qanûnek pêşketî ya rêxistinên siyasî, civakî, pîşeyî ûhwd, digel lêbûrînek ku tevayiya zindaniyên bîr û baweriyê di nav xwe de digre, û bi taybetî avêtina bergeya 8an ji destûrê - daxwaz û sloganin  rewa ne ku gelê kurd ji mêj ve û di roja pêşî ya guhertinan  de,  hildan û hil didin. Nêzîkbûn û serhevdehatina  rêxistinên kurd – ku bû sedemek sereke ji min re carek din dest bi nivîsandinê bikim – deriyê bidestxistina mafan hêvîdartir dike. Parçebûna van rêxistinên me, gel baskşikandî kiribû, bîr û hestên şoreşgerî roj bi roj sar dikirin. Serhildana gencan pîroz e, lê metirsiyên li ber çavan divê neyên piştguhkirin.  Kî dikare garantiyê bide me ku heger kurd bi hemû hêza xwe rabin ser piyan, bi kêmasî  beşek  ji vê opozisyona heyî jî, li me nazîvire û me nade ber şek û pekan. Bi dehhezaran endamên rêxistina Baas, girêkên ser dil ku Mihemed Teleb Hilal ew bi kotekî  kirin bermaliyên me, û dawî - sed mixabin - hînjî (piştî 2004 jî) hinin  ji eşîretên ereb, ên ku me bi hev re bi sedsalan di kêleka hev de jiyanek aramî derbas kir, ev tev, ta bi diranan çekdar in û li benda pêxistina lempeyek kesk in da kerê me di korê me re derxînin. Destê me ne digihêje Torosan ne jî Zagrosan. Birayên me, yên ku her gav dikarin pişta xwe bi van her du rêzeçiyayên ku bav û biran e,  xurt bikin, ne di wê rewşê de ne ku me ji devê gur, rovî û çeqelan biparêzin.
Gelê Sûrî bi giştî ji aliyê pêşketinê ve bi tu rengî ji yê Tûnis û Misrê ne kêmtir e. Ji wan hat di navbera 3-4 heftiyan de, bi saya serê serhildana xwe ya  aştiyane, pirraniya mafên xwe bidest bixin.  Serî li min digere çawa ev zêdetir ji 3 mehan   e,  ev  yemeniyên ku civaka wan a ji sedan eşîr pêkhatî  û têra xwe paşketî, yên  ku serê her yekî  ji wan  4 çek, hûravêj û RPG jî di nav de,  jê re derdikevin – xencerên  wan ên badayî ne di hijmarê  de – çawa  dikaribûn ta niha xwe bi vê  serhildana xwe  ya  aştiyane  biparêzin, bê ku berdêlin  mezin bidin? Elî Ebdela Salih jî ne diktatorek dilovane ku çavê xwe ji xwînrêjiyek mezin bigre, lê diyar e ku serhildêrên aştîxwaz dest û lingên wî girê didin.
 Dê hinin kû pirr bi peymanên navnetewî  piştrast in bibêjin; ew dem çû ku desthilatdarên  dispot  dikaribûn bi dehhezaran  kesên xwe yên  bêguneh  manaş bikin, bingor bikin bê ku parêzvanên mafên  mirovan  "kerta sor" ji wan re hildin. Ezmûna Lîbya li ber çavan e, çawa gigirekên NATO li hev dicivin, çekên xwe bi bêhnek  pirr  fereh  li ser serê vî  gelê  belengaz dicribînin, pê re jî  û di bin cilikê  de  kesayetiyên  opozisyonê  di bin mikroskopê  de derbas  dikin, goya  da bizanibin  ma ew  alîgirên  Alqaide ne  yan  na, da ku veşirtî,  bazarên xwe  bibin serî  ?!?!  Du ezmûnên din ku bi serê me bi xwe  hatine û yek ji wan hîn jî berdewa dike; serbûriyen başûr û bakur in. Li başûr,  Enfal û Helepçe mezintirîn komkujiyên piştî  Holokost li Ewrupa û Hîroşîma û Nagazakî li Japon hatin serê me bê ku wijdanê parêzerên mafê mirovan bihejînin. Bi saya serê hovîtiya Seddam û berjwendiyên navnetewî, çûk li kevir ket û rewşek ne li bîra kesî ji me peydabû. Li bakur, bi dehhezaran kesên me hatin windakirin, bê ku "dadparêz û demokratê demokratan" Erdogan, bixepêre û derxe ka kê ew bêgunehên kurd di şevên tarî de kuştin û binaxkirin.
Rojin dagirtî ji metirsiyan li pşiya me ne. Gelo em dê bikaribin gelê xwe bi kêmtirîn cangorî û pirtirîn destkeftiyan di van rojan re derbas bikin? Bersiva vê pirsê li cem têkoşerên me yên xort û rêvebirên rêxistinên me ye. Gelo ew dikarin koordinasyonek levhatî di nav xwe de peyda bikin û di serî de helsûr bin li ser serhildanên AŞTIYANE ?

23.05.2011  








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2525