‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Dîrok: ÇáÃÍÏ 22 ãÇíæ 2011
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Þoreþa Sûriyê ji 15ê adarê ve berdewam e. Rojên înan, piþtî nimêja înan gel ji rojên din bêtir dadikeve kolanan. Heftane çalakvan û xwepêþanderên þoreþa Sûriyê navekî li roja înê û wê hefteyê dikin, vê carê, vê hefteyê navê ‘’Îna Azadî’ lê kiribûn.
Li seranserî 40 salî rêjîma Sûriyê xelkên Sûriyê dabûn famkirin ku kurd perçebûnan dixwazin, kurd veqetandina ji Sûriyê dixwazin, kurd bi derve ve girêdayîn in, kurd bi Emerîka û Israîl re pilanan li ser serê Sûriyê dideynin, kurd ne welatperwer in, kurd aramiya Sûriyê têk dibin, kurd xefk û davan li ber Sûriyan vedidin, kurd dixwazin perçeyekî ji xaka Sûriyê veqetînin û bi welatekî biyanî ve vekin, kurd...kurd...kurd... Kurd kiribûn dijmin û neyarê miletê Sûriyê.


Lê,

Peyva ‘’Azadî’’ di ‘’Îna Azadî’’ de, û þêweyê beþdarbûna kurdan di çalakiyan de, hemû piroje û pilanên rêjîmê derew derxistin, dema bi milyonan peyva ‘’Azadî’’ guhdarî kirin. Diyar bû ku kurd jî mîna tevaya miletê Sûriyê dixwazin bi azadî bijîn, zarokên wan bi azadî bilîzin, bi azadî mezin bibin û biçin dibistanan.

Di ‘’Îna Azadî’’yê de bîr û boçûnên her kesî li ser kurdan hatin guhertin, dema ku kurd bi þaristanî û bi hezaran daketin kolanan û doza ‘’Azadî’’ya Sûriyê xwestin, doza azadiya Derha, Banyas û Himsê berî Qamiþlo kirin.

Diruþmeyên kurdan, bilind kirina ala Sûriyê û piþtgiriya kurdan ji bo bajarên dorpêçkirî, diyar dikin bê çiqasî kurd perwer in, birayên xwe yên bajarên din bi tenê di bin zulmê de nahêlin, û miletê Sûriyê dibin sîwana zulmê de yek e.

Li dawî, ‘’Îna Azadî’’ û binavkirina vê hefteyê bi ‘’Îna Azadî’’yê, kurd ji hemû tawanan, ji hemû derew û bêbextî û telaqreþiyan, azad kirin.

Oooh, çiqasî xweþ û þêrîn bû dema li ser ekranên televizyonan(Al jazeera, Al arabiya, BbcArabic, Alhurra, ..h.g.d): 20/05, cumhet Azadî, ango‘’20ê gulanê, Îna Azadî’’, dihat gotin. Bayê azadiyê li pozê mirov dida..

22/05/2011








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2523