Heft Roj Li Kurdistanê (3)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 22 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: gotar


 Ezîz Xemcivîn

Bi şev bayekî hênik tê, ez hest bûm li cadê Hesekê, amûdê, Qamişlo, Efrîn û Serê kaniyê me di turmbêlê de min telefonî kek Hesen Silêvanî kir. Min got giham Duhoka rengîn; gelek xêrhatina min kir û got kek Ezîz tu dixwazî Ehmed Huseynî û Selîm Biçûk bibîne? Min got ohhh çawa ev bilbilê welatê me ne zû bi zû dixwazim. Got tu dikarî biçî Otêla Şendoxa…


Li bin roniya lampê li ser stûnên karevê, çi şeveke payîzî, hemû evînî, min ji cadeyên Qamişlo cuda nedikirin, hembêzeke germ û sîngeke ciwan ji zû de min serê xwe li ser ne nivandiye!!

Duhok pira rewşenbîrî ya Kurdî ye
Li bin evê durişma hanê rewşenbîr û nivîskar û helbestvanên kurdistanê li hev civiyan e, ev ro roja hevtêgihan û dan û standinê ye. Gava Kurd bi siyasetê nikarin bigihên hev, giring e pênûsên ko ji yek xumavê vedixun dest bidin hev û sistema cudahiyê bişikînin..!!

Mehrecana Duhokê a rewşenbîrî sê rojan dewamkir; bêtir ji 180 nivîskarî li kurdistanê bi hev re dan û standin kirin û li hev guhdarî kirin; derfeteke baş bû ji bo hevnasîn û derbirîna erk û astengî li pêşiya nivîsê û rewşenbîriya kurdî, naxwazim li ser rojên mehrecanê bipeyivim ji ber helbestvanê kurd Tengezarê Marînî bi hûrbînî li ser rojên mehrecanê û her simînerê an helbestvanî peyivî ye ji bil çend navan (jibîrkirine), û naxwazim li gotara wî zêde bikim..

Hêvî dikim hemû bajarên kurdistanê bibin pir û ne tenê rewşenbîran bigihînin hev; belê miletê kurd hewcedarî dan û standinê ye û li hev guhdarî kirinê ye.. divê em fêr bibin ko her kes ji mafê wî ye derbirîna helwestên xwe bi azadî bike.. Heger em fêr bibin li hev guhdarî bikin, em gavekê ber bi yekîtiyê de diçin. Lê mixabin piştî seredana kurdistanê min gelekî ev xala hanê û rêka yekîtiyê bi taybetî li nav kesên rewşenbîr de nedît, lê xelkên sivîl û kesên normal û dilêşên milet û welat de cudahî ne diyar bû.

Kêmasî hene lê ne dibêjim başî tune ne, na lê hezkirin, evîn û hevgirtin pir giring e, kurd miletek e ne du an sê milet in..

Çêtir, Çaktir, Kêmtir û jor û jêr ev nerîn me li bindestiyê divegerînin, pirbûna zaravayan di yek zimanî de naye wateya Çaktir û kêmtir, lê ev zarav zengîniya ziman in, gelek ji evan rewşenbîrên ko mebest dikim ne hatibûn mehrecana Duhok û ê hatibûn pir kêm bûn ji ber wilo cudahiyek diyar bû, dema hevdîtinên wisan pêk bên, diva ye hezkirina me ji hev re bêtir bike, ne ko her yek ji me xwe di ser hev re bibîne..!!

Mehrecan bi giştî pir hêja bû û xelkên kurdistanê bi taybetî yekîtiya nîvîserên kurd tayê Duhok ew mêvan yek bi yek bi rûmet û evînî xistibûn çavên xwe de, û pir li rewşenbîran miqate bûn, roja dawî birêz Temir Remezan tevaya mêvanên ko ji derve hatine vexwendî dîwana parêzgehê kirin, bi kêf û stran û şahî şeveke xweş me bi hev re bihurand..

18.12.2006

 


 
Seredana kurdsat


 


 


 


 
Serdana Sipîrêz{Tahir Silêman-Mueyid Teyib-Ezîz Xemcivîn}


 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=252