Serkaniya destpêşkariyan singa xwe veke
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 04 ãÇíæ 2011
Mijar: Nûçe



Diyar Ehmed

Ne tiştekî veşartiye yan jê nûye dema em bêjin ku rêzdar Mes`ud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê serkaniya destpêşxerî û pêşinyara ye di dîroka xebata gelê kurdistanê de bi giştî û di ya gelê Iraqê de bi taybetî.ji ber dema mirov rûpelên dîroka xebata vî têkoşer û xebatkarî divewejêrê, mirov rastî dêz û koma wan kar,xebat, bîr, raman,helwêst, destpêşkarî û pêşinyarên balkêş û buhagiran dibê.


ji xwe dema mirov dîroka malbata wî hildikewêşê, çavên mirov bi çavkaniyên kar û xebata ciwan û zelal dikevê.ew malbata mirovperwer û xebatkêş karî di demeka dûr û dirêj de mora xwe li xebata civakî, olî, xweragirî, bawermendî, rewşenbîrî û siyasî ya netewa kurdî bidê, û şan û şûna xwe di avakrina çanda kurdî ya mirovane de û hişemendiya wî ya şaristanî de bihêlê. ji ber eve çaxek dirêje serkaniya merda dan û xebatê ya vê malbatê derbûye û ne rawesta ye,rê û rêbazin hêja ji gelê kurdistanê re û herweha ji miletê deverê re li dûv xwe dana ye.zincîra rêz û revêza vê malbatê ya kar û xebatê ji hev ne qetaye, wan mirovên dilpak û netewperwer li devera Barzan û hawîrdorên wê nêcîra kewan û masiyan, girtina xezal û pezkûviyan, çinîna darên daristanê, çandina daran, parastina jîngehê, têkiliyên êl û olan, girêdanên netew û miletan ji kevin ve di qeyîd û bendin rêxistinî de sazkirine û xelkên deverê fêrî têgehên mirovane û şaristanî kirine.
Vêxistina agirê şoreşa Eylola mezin û danserheva tevaya tex û çînên gelê kurd li herçar parçan û miletê kurdistanê jî,ku bi pêt û terafa agirê wê şoreşa Gulana pîroz serî hilda û berdewam kir, ma gur û gerim ta ku ew destkeftiyên hêja û berketî ji gelê kurdistanê re pêkanîn û îro ev gelê rêncber, renckêş û sitembar rizgarbû û bi wan destkeftiyan şad û bextewer dibê. li ser rêya vê xebatê û li ber ronahî û çira rêbaza Barzaniyê nemir çavdêr û serwerê şoreşa Gulanê rêzdar Mes`ud Barzanî rêya şoreşê qelaşt û agirê wê geş û gurkir, dastana xwakurkê û hevalcêwiyên wê yên ku nayên jibîrkirin û jimartin, kongirê Pîrmam û Lendinê, zincîra civîn û konfirasên nêvdewletî li ser kêşa kurdî, dîplomasiya xurt û serketî, helwêst û nêrînên mêr û wêra ne, destpêşkarî û pêşinyarên baklkêş û berketî, hewildanên bê rawestan di ber mafê gelê kurd de, cih û roleka nêvnas da pêşewa û rêberê şoreşê, hêz û aliyên olî, siyasî û rewşenbîrî yên cuda cuda li dora wî kombûn, û dibin sîbera nêrîn û ramanên wî de civiyan, li ber çira wê rêbazê û dibin çavdêriya wî têkoşerî de tevna hêviyan bi hev re ristin, her dilê wî gerim û gur ma, hişê wî ne rûnişt,co û cobarên wê serkaniya zelal ne rawestan, piştî gencîna wan helwêst û nêrînên bi nerix û cihgirtî di avakirina bingehên serekî yên herêma kudistanê de,ber bi damezrandina kurdistaneka nûjen ve ajot, li ser bingehin şaristanî ku dad û dadwer tê de bilind û serwer bin, mafên mirovan û kêmnetewan tê de misogir bê,mafê derbirîn û ramanê, azadiya baweriyên olî tê de werin parastin û têgehên parastina jîngehê, canê lêborînê, wekhevî, geşepêdan, bihevre jiyan û lêborîna olî  werin belavkirin, veqetandina desthilatan, azadkirina rojnamegerî û ragihandinê, serbestkirina azadiyên giştî, lêkirina jêrxaneka aborî ya xurt û qayîm, hişemendiyeka vekirî, peydakirina binax û  bergehekê berfereh û dilgir ji bo vekişandin û rêxweşkirina rê û rêbarên weberhênanê ber bi kurdistanê ve, evan jî tev de cihê xwe di nava wan guhertinan de li ser bingehin asê ku di demê bê de werin pêkanîn û cih bigirin. piştî cihgirtina hin ji wan têgehan û van pêşketin û pêşveçûna li seranserî herêma kurdistanê rû veda û yên dî jî li ser wê rêbazê bi rê ve ne. serokê herêma kurdstanê sînorê kurdistanê şikand û ji her kesî re da xuyakirin ku ew ne tenê serokê herêma kurdistanê ye, lê ew çavdêr û serwerê tevaya Iraqê ye û çirahilgirê pêşeroja Iraqa fîdral û demoqasiye, berevan û piştevanê mafê tevaya pêkhatiyên wê ye di çarçovê destora Iraqê de. tevî ku werîsê pêvajoya vê xebatê berî niha jî tucarî qut ne bû ye, ewî û Barzaniyê nemir gelek ked û karên hêja ji bo gelê Iraqê kirin û ew jî îro di wê rêyê de dikê. destpêşxeriya wî ya vê dawiyê ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikumeta Iraqê li ser bingehê beşdarbûna tevaya pêkhatiyên gelê Iraqê, ku tevde şirîkên vî welatîne careka dî rol û kartêkirina wî ya serekî di pêvajoya xebata gelê Iraqê de dijî dîktatoriyet, nejadperistî û şovînîzmê, û pêkanîna azadî û dîmoqrasiyê ji bo tevaya gelê Iraqê ji alîkî ve da xuyakirin, û ji aliyê dî ve berik ji bin lingên xwedanên bîr û boçûnên şovîn, nejadperist û sêwiyên Sedam kişand, çi di hundirê Iraqê de bin yan jê mîr, padîşah, serok û serkirdên dewletên cîranên Iraqê, ewên ku welatên xwe li ber ronahiya heyîvê talan dikin û miletê xwe yê perîşan û belengaz di bin simê sitem û zordariyê de serkut dikin û dikujin, lê li ser yekîtiya xaka Iraqê, û êmnahî û aramiya wê şev û rojê rondik û hêstirên derewîn dibarînin, û dîsanê ji wan re eşkerekir ku çirîska agirê hevrikî û nakokiyên Erebên Sine û şî`ae berî hezar salan destpêkir ye û demeka dirêj jê re divê ta ku ev agir werê vemirandin, nexasim di vê demê de, yên ku ardûyê vê neyartî, rikeberî û nakokiyan geş dikin pirin, her ew bi xwe ne,ew şovînî û nejadperistin, xiraker û dizê welatê xwe ne, ku li ser gelê Iraqê rojê digirîn û şevê teqemenî û bombeyên cînraw di ser wan de berdidin, mûşek û çekdaran, çek û tiroristan di ser wan de dişînin. piştî wê kongirê Partî hate bestin, siyasetmedar û çavdêrên siyasî guman dikirin ku guhertinin di warê rêkxistinî de û rêk û pêk kirina hundirê partî wê di vî kongirî de ji tiştên herî balkêşbin û cihê dan û standinê bin, lê kesî guman nedikir û bi taybetî piştî destpêşxeriya rêzdar Mes`ud Barzanî, ku wê partî bêjê û li ser devê serokê partî : îro delîveka baş peydabûye ku em mafê çarenûsî yê gelê kurd li başûrê kurdistanê bilind bixwazin. bê guman evê yekê derfeteka baş li pêşiya xewin û hêviyên miletê kurd li seranserî kurdistanê vekir û hêrsê wî di kar û xebatê de geşkir, û careka dîtir jî diyarkir ku ne tenê kilîta aramî, êmnahî,  rizgarkirin û pêşvebirina kurdistan û Iraqê di destên rêzdar Mes`ud Barzanî de ye, lê belê kilîta piştgirî û berevaniya hersê parçên dî yên kurdistanê jî di nava dil û destên wî yê pak û baqij de ne, her ew di vê demê de dikarê  bi vî karê pîroz rabê. vêca ji ber vê berpirsyariya dîrokî ya li ser milê rêzdar Mes`ud Barzanî  û di vê qûnaxa nazik û hestyar de ya ku îro devera me tê re derbas dibê, nexasim piştî pêla nerazîbûn, xwepêşandan, serhildan û şoreşên cemawerî yên ku îro sînorên wan seranserî rojhilata naverast û bakurê Efrîqiya vegirtine, û deng û rengê wan serhildanan li kurdistanê rengvedane.em bi hêvîne ku cenabê rêzdar Mes`ud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê destpêşxeriyekî ji wê serkaniya zelal der bikê, ku bibê nexşeyê rêkarkirinê û li ser rêya wê daxwaz û xwestekên gelê kurdistanê yên serdemê û bi taybetî yên nefşê ciwan û xortên nûhatî werin pêkanîn û cardî berikê ji bin lingên tevgera Goran û hevalbendên wê bikişînê, rastiya wan ji gelê kurdistanê re bi dê xuyakirin û ta ku ne karin vê delîvê bi dest xwe ve bigirin, destkeftiyên gelê kurdistanê wenda bikin û li pêla wan daxwaz û xwestekan siwar bibin û bi giraniya bar û helwêstên xwe yên metirsîdar, bixuz û kîn, û bi guneh û kêmasiyên xwe ve wan xwestek û daxwazên rewa yên ciwanên kurdistanê beravêtî bikin, ewên ku Barzaniyê nemir li ser wan gotiye: xwendevan û qutabî serê rimê ne.
We serkêşiya kerwanê xebata gelê kurd ji kevin de kiriye û baweriya gelê kurd û kurdistanê bi we mezine, ji ber wê yekê vê derfeta zêrîn ji dest xwe ber ne din, û nehêlin zincîra pêvajoya xebatê qut bibê.gendele derdekê bê dermane û gendelkar kesin bê nasnamene, tenê peyam û armancên wan danheva mal û peraye, çavên wan têrnabin ji dizî û talankirinê. di serdema niha de û dewla serê şoreşa ragihandinê nema tiştek tê veşartin. we berî deh salan şerê gendelê û gendelkaran kir,lê man gotinin xweş û hêvîn gerim hê dara wê berhem ne daye û wan gotinan cihê xwe di karkirinê de li civaka kurdistanê ne girtine. vêca hê vî derdê bê derman ra û rîçalên xwe kûrtir ne kirî û weke penceşêrê xwe ne berdayî her derî, wê ne hêlin û ji binî ve bibirin.hûn îro roj çirahilgirê xewna gelê kurdistanê ne û dikarin bi mêranî û serbilindî tevna xewin û hêviyên gelê kurdistanê û xortên nûhatî di welatek serbest û azad de ku yasa tê de serwerbê bihûnin, û pêşeroja kurdistanê û ewlekariya netewiya kurdî bi dil germî himbêz bikin û biparêzin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2507